KCD: Bila daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bên qebûlkirin

KCD'ê greva birçîbûnê ya li girtîgehan silav kir û xwest, daxwazên çalakgeran bên qebûlkirin. KCD'ê bang li raya giştî jî kir.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

Bi giştî li Tirkiyeyê û bi taybetî li Kurdistanê em di demeke awarte re derbas dibin. Wekî her demê di van rojan de girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê zêdetir tijî bûne û bi binpêkirina mafên mirovan dikevin rojevê. Di serdema hikûmet-dewleta AKP’ê de ev tijibûn 191 caran zêdetir bûne.
 
Bi giştî li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Tirkiyeyê ji ber pirsgirêka kurd nayê çareserkirin, hewldana darbeya 15’ê tîrmehe û piştî we di 20’ê tîrmehê de îlankirina Rewşa Awarte wekî encamekê derketin holê û bi van re çaresernekirin, îşkence, zilm, çewisandin û her cure binpêkirina mafên mirovan derketiye asta herî jor.
 
Binpêkirina mafan a ku bi pêknînen Rewşa Awarte re derketine holê bi taybetî li girtîgehan bi awayekî dijwar pêk te. Wekî her demê, di vê demê de jî şert û mercên girtîgehan wekî qada jiyanê ya herî zehmet derketiye pêş û di çarçoveya Rewşa Awarte de bûye cihê pêknînên xirab, îşkence û tecrîda girankiri
 
Girtiyên PKK û PAJK’ê ji bo dawî li tecrîda girankirî ya li ser ser Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan tê meşandin binin û were azadkirin, binpêkirinan mafên mirovan ên bi Rewşa Awarte re derketine holê ji holê rabin dest bi greva birçîbûnê kirine û greva wan mehek li pey xwe hiştiye. Em vê grevên ji bo azadiya birêz Ocalan û sererastkirina şert û mercên girtîgehan hatine destpekirin silav dikin.
 
Di vê çarçoveyê de em radigihînin ku daxwazên wan daxwazên gelên me ne. Li ser vê bingehê ji bo ev daxwazên grevên birçîbûnê bi cih werin em bang li gelê xwe, sazî dezgehên naveteweyî, parêzvanên mafên mirovan dikin ku bi hestyarî tevbigerin."