Kaya: Walî ji min re got ku ew ê fermanê bide dozgeran

Rûniştina duyemîn a doza ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya û 7 kesên din dihat darizandin, li Wanê di Dadgeha Cezayê Giran a 2’emîn a Wanê hate kirin.

Rûniştina duyemîn a doza ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya û 7 kesên din dihat darizandin, li Wanê li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hate kirin. Gelek rêveberên HDP û DBP’ê ji bo şopandinê beşdarî rûniştinê bûn.

‘JI BER KU EM QEYÛMAN NAS NAKIN, EM BI WAN RE NEXEBITÎN’

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya yê ku 350 roj in di Girtîgeha Sîlîvriyê de ye bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî rûniştinê bû û got: “Em ne mecbûr in, cihê ku qeyûm lê hatiye peywirdarkirin, karê wê bikin. Min ev tişt ji walî re jî got. Me ev helwest protesto kir. Walî got ku ew ê talîmatê bide dozger û a niha hûn wê talîmatê bi cih tînin. Heke hûn karmendekî li ser şaredariyên ku ji sedî 75 deng stendiye, peywirdar bikin em ê li dijî vî tiştî derkevin. Em bi şaredariyên ne meşrû naxebitin û em ê nexebitin. Min ev tişt ji walî Îbrahîm Tasyapan re jî got, lê wî jî got ku ez ê fermanê bidim dozgeran.”

Kaya parastina xwe wisa domand: “Bi rêya darazê kêşeyên civakî nayên çareserkirin. Ji avabûna Komarê û heta niha gelê Kurd tune tê hesibandin. Di şevekê de 10 dozger bi hev re şaredaran dide girtin û wezareta karê hundir qeyyûman li ser şaredariyan peywirdar dike. Pereyê gelê Wanê ji bo xizmeta Wanê hatiye kirin. Lê hûn çima xwedî li pereyên ku çûye Pensîlvanyayê dernakevin? AKP’yiyên ku piştgirî dane dibistanên FETO va ye 100 metre dûrî we ne.”

Piştî Kaya, hevseroka MEYA-DER’ê Nerîman Ûrar dest bi parastinê kir. MEYA-DER bi KHK’yê hatibû girtin.