Kaya: Heta ku ew bicehimin wê berxwedan bidome!

Huda Kaya ya HDP'yî li Nobeta Demokrasiyê ya Mêrdînê axivî û got, ''Em ti îradeyê di ser gelê xwe re nabînin'' û diyar kir, ''Heta ku ew bicehimin wê berxwedan bidome''.

Li dijî darbeya qeyûm berxwedan didome. Li Mêrdînê ev roja 19'an e ku gel ji bo Nobeta Demokrasiyê ya li Parka Karayolu ya Mêrdînê tê cem hev. Polîsan nehiştin ku çalakger, ku parlamentera HDP'ê Huda Kaya jî di nav de bû were têketa Parka Karayoluyê. Li ser vê gel li ser giyayan rûnişt û çalakiya xwe domand.

Girseya çalakvan dema çalakiyê stran got, bi lîlandin û çepikand qeyûm şermezar kir. Piştî çalakiyê Kaya axivî.

'HETA KU EW BICEHIMIN'

Kaya got heta ku çalakiya wan encamê bistîne wê bidome û domand, ''Heta ku qeyûm û yên ku qeyûm anîn bicehimin, gelê me azad bibe, heta ku mirovên me, welatê me bikaribe hilmekê bistîne, şert çi dibin bila bibin, em careke dî dibêjin em ê têkoşîna xwe bidomînin.''

Kaya her wiha got ew rajêrî dizan nabin, serê xwe li ber wan natewînin û got,''Em van peywirdarkirinan qebûl nakin. Di ser hilbijartiyan re, di ser vîna gelê xwe re ti vînê qebûl nakin.''


'EM Ê BERXWEDANÊ BIDOMÎNIN'

Kaya bi berdewamî axivî û got, ''Heta ku neqencî tine bibe, heta ku navendên neqenciyê, dengên ku gefê li me diwin tine bibin, raye û meqamê wan çi dibe bila bibe, vî gelî dersa we da we. Wê bi domdarî dersa we bide we. Heta ku ev neqencî tine bibe em ê li ber xwe bidin.''

Piştî axaftina Kaya girseyê bi dirûşmên, ''Mêrdîn ya me ye'' û ''Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin'' çalakî îro qedandin. HDP'yî bi dirûşmeyan ber bi avahiya rêxistina bajêr ve meşiyan.