Karayilan: Berpirsyariya Fransayê ye ku failên rastî eşkere bike

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan got, hikumeta Fransayê berpirsyar e ku berpirsyarên 2 komkujiyên li Parîsê hatin kirin, eşkere bike û diyar kir, gelê Kurdistanê li benda vê yekê ye.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku piştî Komkujiya 23’ê Kanûnê ya ku di 10’emîn salvegera qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de li Parîsê pêk hat, rêveberiya Fransayê bi îmtîhanekê re rû bi rû ma û got, "Gelo wê berjewendiyên siyasî û aborî yên qirêj an jî hiqûqê esas bigire? Di vê demê de wê ev zelal bibe. Pir eşkere ye ku eger nêzîkatiyeke rast û adil nebe wê dewleta Fransayê berpirsyar be."

Karayilan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û got, sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê tê meşandin ji hiqûqa mêtingeriyê jî wêdetir e û got ku, hemû nirxên mirovahî û exlaqî hatine binpêkirin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bersiv da pirsên ANF'ê. Beşa yekemîn a hevpeyvînê wiha ye:

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her ku diçe girantir dibe. Dewleta Tirk dixwaze çi bike?

Kiryarên ku rejîma AKP-MHP’ê li Îmraliyê li dijî Rêber Apo dike di tu qanûnan de nîne. Di vê serdemê de mînaka vê pergala tecrîd û êşkenceyê nîne. Di pergala hiqûqî ya mêtinger de jî hin maf hene, lê pergala êşkenceya psîkolojîk a li Îmraliyê tê meşandin û polîtîkaya tecrîdê ya bi salan dewam dike, ji hiqûqa mêtingeriyê wêdetir e. Ya rastî ev pêkanîneke nû ye ku divê ji nû ve were pênasekirin, binpêkirina hemû mafên mirovan û nirxên exlaqî ye. Ev weke neynikekê ye ku zilm û bêhiqûqiya polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk a li Kurdistanê radixe ber çavan. Bi vê pratîka qirkirinê ya li Îmraliyê re, tevahiya cîhanê rûyê rast ê rejîma faşîst a AKP-MHP'ê dît. Ev polîtîkaya ku di şexsê Rêberê me de tê meşandin, di rastiya xwe de tevahiya civakê digire nava xwe. Polîtîkaya tecrîdkirina civakî, îzolekirin û di dawî de jî tasfiyekirin e.

Parêzer û malbata wî ji bo karibin bi wan re hevdîtinê pêk bînin serlêdanê dikin, lê tu daxwaz nayê qebûlkirin…

Weke ku we diyar kir ji hezarî zêdetir parêzer ji bo biçin Îmraliyê û hevdîtinê bikin serlêdan kirin. Baro û wekîlan serlêdan kirin. Parêzer û malbata Rêbertî hema hema her hefte bi rêk û pêk serlêdana hevdîtinê dikin. Herî dawî gelek saziyên hiqûqa navneteweyî bi awayekî eşkere daxwaza xwe ya hevdîtina bi Rêber Apo re ragihandin. Yanî di asta navneteweyî de nerazîbûnek çêkir, pratîka rejîma AKP-MHP’ê heta radeyekê derket holê. Derdorên cuda yên neteweyî û navneteweyî jî li dijî bêhiqûqiya li derveyî mirovahiyê ya li Îmraliyê helwest nîşan dan. Tevî van hemûyan jî dewleta Tirk a ku xwe dispêre hêzên komploger ên navneteweyî, vê pêkanîna dijmirovahî û bêhiqûqiyê di şexsê Rêber Apo de ji bo tevahiya gelê me rewa dibîne. Berxwedana gerîlayên Kurdistanê, sekna Rêbertî û hevrêyên me yên li Îmraliyê, berxwedana zindanan a li dijî zext û êşkenceyê, berxwedan û têkoşîna bilindbûyî ya tevî hemû zext û êrîşên li dijî hemû tebeqeyên civakî yên ji qada siyasetê tên kirin, careke din rastî nîşan da ku ev rêbaza dijmirovahî ya êşkence û şîdetê ya li Kurdistanê tê meşandin, polîtîkaya înkar û tinekirinê wê encamê nede.

Îrade û biryardariya ku têkoşîna gelê Kurd bilind kiriye; Têkoşîn û sekna azadiyê ya berxwedêr a jina Kurdistanê ya di xeta Rêbertî de; Rastiya ku gerîla têk naçe gelek caran xwe îspat kiriye, bi awayekî vekirî nîşan dide ku ev polîtîkaya şîdetê ya ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşandin, wê ti encamê nede. Di van hemû pêvajoyan de careke din hate îspatkirin ku yekane çareserî, perspektîfa çareseriyê ya Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê jî ‘ji bo Rêber Apo ne tecrîd, azadî’ yekane mifteya çareseriyê ye. Li Tirkiyeyê pêşketina demokrasî û aramiyê; Yekane rêya ku gelan biratî, wekhev û azad bijîn azadkirina Rêber Apo û pêkanîna perspektîfên wî ye. Wekî din rê li ber vê yekê nîne. Hemû berxwedanên ku tên kirin û helwesta bi biryar vê rastiyê bi awayekî zelal radixe ber çavan.

Bi nêzîkbûna salvegera Komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê re, li Parîsê di komkujiya duyemîn de 3 Kurd şehîd bûn. Di nav wan de Evîn Goyî (Emîne Kara) hevrêyeke we bû ku hûn jî nas dikin. Hûn dikarin li ser vê qetlîamê çi bibêjin?

Komkujiya Parîsê ya yekem û duyemîn jî pêkanîneke din e ku bêperwatiya polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk a li Kurdistanê nîşan dide. Bi taybetî ez hevrê Sara (Sakîne Cansiz) ku endama damezrîner a partiya me bû û hevrê Rojbîn (Fîdan Dogan) û Ronahî (Leyla Şaylemez) ku bi hev re şehîd bûne, di 10’emîn salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Ez bang li hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz û dostên wan dikim ku beşdarî mitînga mezin a 7'ê Çileyê li Parîsê ji bo bîranîna van hevrêyên hêja bibin. Tevlîbûna xurt jî wê ji bo darizandina rayedarên dewleta Tirk bibe peyameke girîng.

Ez şehîdên me yên dawî yên Parîsê, Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Evîn Goyî (Emîne Kara) Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Mîr û Abdurrahman welatparêzên me bûn ku bi biryardarî û fedakariya xwe di meşa azadiyê de derketin pêş. Hêzdarbûn, jêhatîbûn û têkoşîna Mîr Perwer wek hunermendekî Kurd ê welatparêz nîşan dide ku cewherê wî çiqas kûr e. Dîsa Abdurrahman Kizil xwedî rastiya azadîxwaz û kedkarê bi dehan salan e.

Hevrê Evîn Goyî milîtana azadiyê ye û pêşenga xeta jina azad a bi biryar û bênavber e ku em baş nas dikin. Jina Kurd a leheng e ku sembola dilpakiyê, fedakarî û helwesta exlaqî ya azadiyê ye. Ew ne jineke asayî bû, bi taybetmendiyên xwe yên takekesî, dilpakî, cidiyet û keda xwe ya kûr a bi salan pêşeng bû. Ew milîtaneke şoreşger a hêja bû, bi welatparêziya kûr a Botanê û têkoşîna Apoyî pêş ket û teşe girt. Hevrêyeke ku civakek di dilê xwe de zindî hişt û weke nûnera welatparêzî, fedekarî û lehengiya Botanê di têkoşîna me de bi hêztir bû. Di vî warî de şehadeta Hevrê Evîn ji bo Tevgera Azadiyê û gelê Kurd ne windahiyeke asayî ye.

Hûn dema pêkhatina vê êrîşê çawa dinirxînin?

Ev êrîş 5 roj beriya salvegera Komkujiya Roboskî pêk hat, gelo ev yek rasthatin e? Di dema 10’emîn salvegera şehîdên Parîsê û 11’emîn salvegera şehîdên Roboskî nêzîk dibe de, hedefgirtina Evîn Goyî û du hevreyên din nabe ku rasthatin be. Heval Evîn ji heman derdora Roboskiyê bû. Ango ew ji heman eşîret û xizm in. Ew li Parîsê milîtaneke şoreşger bû ku li ser xeta Sakîne Cansizan têkoşînê bilind dikir û wekî nûnerê wan li Parîsê bû. Gelo ma dibe ku ev rasthatin be, milîtaneke jin a pêşeng ku bi van her du bûyeran re têkîldar e, li navenda Parîsê bê hedefgirtin? Kujerê ku jê re dibêjin nijadperest, bi zanebûn Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî kir hedef û ev êrîş beşek ji planeke mezin e, kî dikare vê yekê înkar bike? Eşkere ye ku ev planek e. Li vir armanc û pêkanîneke bi zanebûn û rêxistinkirî heye. Ne pêkan e ku evqas bûyer bi tesadufî werin pey hev. 

Dewleta Tirk a qirker ku tenê di salên 1990'î de di bin navê 'kuştinên kiryar nediyar' de 17 hezar sûîqest li nava kolanan pêk anî û terora dewletê kir, bi taybetî hedefgirtina jinên Kurd bi ti awayî ne rasthatin e. Bi vî awayî tê xwestin ku rê li pêşiya Xeta Jina Azad bigirin ku xeta Rêber Apo ne tenê di nava civaka Kurdistanê de, di asta navneteweyî de jî belav kirin. Ji ber vê yekê eşkere xuya dibe ku 2’emîn Komkujiya Parîsê jî weke komkujiya 9’ê Çileya 2013’ê ji aliyê MÎT’ê ve hatiye plankirin. Em tu carî qebûl nakin ku gelê me yê bêçek û bêparstin bi rengekî nemerdane bên hedefgirtin. Teqez wê hesabê vê yekê bê pirsîn. Bîranînên wan hevreyên me yên hêja di serketina têkoşîna me ya azadiyê de zindî bimîne.  

Em baş dizanin ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi taybetî li hemberî tevgera jinên azad kîndar û qetlîamker e. Di 5’ê Çileya 2016’an de li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê di berxwedana Xwerêveberiyê de zarokên Kurd ên hêja û pêşengên tevgera jina azad Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar û ciwanê bi navê Îslam ku ji taxeke derbasî taxeke din dibûn, bi gulebaranê hatin şehîdxistin. Ez wan her çar hevalan û di şexsê wan de şehîdên leheng ên berxwedana xwerêveberiyê bi rêz û mînetdarî bi bîr tînim. Ez biryardariya xwe ji bo bicihanîna soza ku me dabû wan, diyar dikim. Ew weke lehengên mezin ên serdemeke roleke dîrokî lîstin. Helwesta wan a berxwedanê hêzeke bingehîn e ku heta niha bûye zemîna têkoşîna me.  

Di derbarê qetlîamên Parîsê de peywira dewleta Fransayê çi ye?

Dewleta Fransayê mecbûr e ku berpirsên van herdu qetlîamên di nava 10 salên dawî de hatin kirin, eşkere bike. Hemû gelê Kurdistanê li hêviya vê yekê ye. Nêzîkatiya derdorên demokratîk ên Fransayê ji bûyerê re erênî û dostane ye. Divê hikûmet jî heman helwestê nîşan bide û sûcdaran eşkere bike. Ji bo vê jî divê ne li ser hin hesabên tarî û berjewendiyên qirêj ên aborî yên ku bûne sedema komkujiya 2013’an tarî bimîne, li ser hiqûqa Fransayê ya ku çavkaniya xwe ji Şoreşa Fransa ya 1789’an girtiye û gihiştiye astekê were esas girtin. Rêveberiya dewleta Fransayê ya niha di vî warî de bi ceribandinekê re rû bi rû ye. Wê berjewendiyên qirêj ên siyasî û aborî esas bigire yan qanûnê? Wê di vê demê de ev eşkere bibe. Eşkere ye ku eger nêzîkatiyeke rast û adil nebe wê dewleta Fransayê berpirsyar be. 

Wê dewam bike…