Karasû: Xweserî mafê Êzidiyan e, ya girîng jî ew e

Karasû destnîşan kir ku ya li ser Êzidiyan tê ferzkirin nokerî ye, lewma civaka Êzidî bi tundî li ber lihevkirina Hewlêr-Bexdayê rabû. Karasû got, xweserî mafê Êzidiyan e, ya girîng jî ew e.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû tevlî bernameyeka 'Ulkeden' a Medya Haberê bû û bal kişand ser rewşa li Şengalê.

Karasû careke din bi bîr xist ku ti hêzeke gerîla li Şengalê nîne, bi rengekî fermî xwe ji Şengalê vekişandibû û destnîşan kir ku Şengal niha ji aliyê YBŞ'ê ve tê parastin û ji aliyê civaka Êzidî ve tê birêvebirin.

Karasû diyar kir ku YBŞ û rêveberiya xweser bi rêveberiya Iraqê re xwedî pêwendiyeke fermî ye û anî ziman ku mafê xwerêvebirinê û xweparastinê mîna şîrê dayikê li Êzidiyan helal e.

Mûstafa Karasû got, "Têkildarî Şengalê em tenê tiştekî dixwazin û dibêjin; bila Şengal xweser be, hêza wan a parastinê ji wan be."

Karasû anî ziman ku li her devera cîhanê pêkhateyên bi vî rengî yên xwedî nasnameyeke cuda xweser tê dîtin û got, "Ev yek li welatên Ewropa, Amerîkaya Latîn û li her devereke cîhanê heye. Qey wê Êzidî dewlet ava bikin? Nexêr. Tenê dibêjin, emê xwe bixwe birêve bibin. Ma daxwazeke ji vêya xwezayîtir ango rewatir heye? Tiştên ku em di mijara Şengalê de dibêjin eve.    "

Karasû da zanîn ji bo wan a girîng xweserî ye, ne ew e wê kî bi rê ve bibe û got; "Bila tenê Êzîdî xweser bin, kî bi rê ve dibe bila bibe... Tenê bila xweseriya wan were naskirin û xwe bi xwe bikarin rêve bibin û biparêzin."

Têkildarî pîlan û projeyên li ser Şengalê tên ferzkirin jî Karasû rexneyeke tund kir û got, "Ya ku nayê qebûlkirin û Êzidî jî li ber radibe, redkirina xweseriyê ye. Dibêjin wê karmendên wan hebin û Êzidî bibin leşker û biçin nava sengeran cih bigirin. Dibêjin hûn ê bibin leşker, karmend û nokerên wan. Bi vî awayî nabe, divê Êzidî xwe bi xwe bi rê ve bibin, biryarên têkildarî xwe, bi xwe bidin."

Di vê mijarê de jî Karasû bal kişand ser peymana navbera PDK'ê û rêveberiya Bexdayê ya li ser Şengalê û wiha dewam kir:

"Bêguman em jî li dij in. Dema ku ev peyman hate îmzekirin gelo nêrîna Êzidiyan ahte girtin? Em mereq dikin gelo nûnerên Êzidiyan ên di nava vê peymanê de kî ne, Iraq e yan jî PDK'ye? Ma ne dibû ev mijar ji Êzîdiyan hatiba pirsîn anjî şandeyeke Êzîdiyan jî li wir amadeban? Mûxabatê vêya Êzîdî ye û eger wê bazarek bibe jî divê bi Êzîdiyan re were kirin, ne Iraq bi PDK’ê re. Êzîdî careke din dîtin ku wan naxin şûna mirovan, ji ber vê nerazîbûn nîşandan û mafdarin. Em daxwazên Êzîdiyan yên di vê mijarê de mafdar dibînin, dibêjin divê cîhan jî piştgirî bidin vê daxwaza wan. Tişta divê PDK di vir de bike naskirina xweseriya Êzîdiyan e. Bila Êzîdî xweser bin û parastina xwe bixwe bikin. Bila girêdayî wan nebin. Dema xweser bû, wê her hiqûqek xwe bi Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê re hebe."