Kaplan ê bertîlxur bû midûrê VASKÎ

Mehmet Emîn Bîlmez ê ku dest danî ser şaredariya Wanê, karê xwe yê destpêkê tayînkirina Ulker Cem Kaplan ji bo Midûriyeta Giştî ya VASKÎ bû. Beriya du salan axaftinên Kaplan ên bertîlê eşkere bûbûn.

Mehmet Nûrî Bozkûrt xwest, li eraziyê bi tapû yê ji 2 hezar 400 metreçagoşeyî yê li ser rêya Wan-Qelqeliyê xwest, stasyoneke sotemeniyê, LPG û paqijiya wesayitan veke. Lê belê di bin navê "Bexşa ji bo Vansporê' de 150 hezar TL bertîl jê hate xwestin. Yê ku bertîl jê xwest jî Ulker Cem Kaplan e ku qeyûmê talanker Mehmet Emîn Bîlmez ew kiriye Midûrê Giştî yê VASKÎ'yê.

Qeyûmê talanker ê beriya du salan Mûrat Zorlûoglû ew kiribû Alîkarê Sekreterê Giştî. Bozkûrt wê demê bi Ulker Cem Kaplan û Serokê Daîreya Emlaqê Orhan Gulaçar re axivî bû. Piştî ku bi navê 'bexşkirinê' bertîl jê hate xwestin Bozkûrt dengê wê hevdîtinê qeyd kiribû. Lê belê tevî vê yekê jî ji ber ku Walî-qeyûm Zorlûoglû destûra vê yekê neda der barê wan de ti lêkolîn nehatibû kirin.

Bozkûrt der barê mijarê de du caran serî li Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) da, lê belê piştî ku serlêdanên wî bê encam ma xwest bi Walî re hevdîtinê bike, lê belê daxwaza wî ya hevdîtinê jî nehate qebûlkirin.

'BEXŞA JI 150 HEZAR TL HATE XWESTIN'

Mehmet Nûrî Bozkûrt ku bertîla pergala qeyûm eşkere kir, qala wê demê kir: "Bi fermî 14 saziyan destûr dan min. Di dosyayê de ti pirsgirêk tine bû. Min li şaredariyê dosya xwe temam kir. Piştî vê yekê min carekê du caran serlêdan kir. Du dosyayên din ên dişibin dosyaya min hebûn. Bi wan hevalan re em çû nşaredariyê. Alîkarê Sekreterê Giştî Ulker Cem Kaplan yek bi yek bang li me kir. Piştre ji min xwest ku ji bo dosyayê bipejirîne divê 150 hezar TL bexşê ji Vansporê re bikim. Ji min re gotin ku eger vê bexşê bikim wê dosyaya min bipejirînin."

Bozkûrt diyar kir ku demeke kurt piştî vê hevdîtinê ew careke din çû şaredariyê û rayedaran jê re gotin, "Bi 30-40 hezar kirê serlêdanê nekin, eger hûn 150 hezar TL bexşê nekin nabe. Ev yek fermana Walî beg e."

Mehmet Nûrî Bozkûrt tevlî ku ewraq û dosyayên xwe hemû amade kir, destûr jê re nehate dayin ku karê xwe bike. Bozkûrt bi qeyda deng a hevdîtinê serî li dozgeriyê da û giliyê Kaplan kir. Kaplan mîna Bozkûrt pere ji 3 kesên din jî xwestibû.