Kampanyaya alîkariya ji bo malbatên hejar bi dawî bû

Kampanyaya alîkariya ji bo malbatên hejar ya li dema cejnê ku ji aliyê Koma Hişyarî ya Ciwanan hatibû destpêkirin, piştî çar rojan îro bi dawî bû.

Îro êvarê li bajarê Kerkûkê pêngava komkirina alîkariyê ya ji bo malbatên hejar di dema cejnê de bi dawî bû. Ew pêngav roja şemiya bihorî ji bo çar rojan hatibû destpêkirin û îro bi dawî bû. Kampanya ji aliyê Koma Hişyarî ya Ciwanan bi armanca komkirin û dabînkirina pêwîstiyên cejnê ji bo malbatên hejar yên bajarê Kerkûkê pêk hat. Hêjayê gotinê ye ku cil û berg, pere û pêwîstiyên cejnê weke alîkarî hatin komkirin.

Berpirsiyarê rêxistin û endamê kampanyayê Soran Serdar derbarê bidawîbûna kampanya komkirina alîkariye ji ANF’ê re axivî û diyar kir: “Me di wê demê de guncav dît ku di dema cejnê de kampanyayek wiha ragihînin ji bo alîkariyê bidin malbatên hejar û zarokên sêwî yên bajarê me. Bi qasî çar roj in ku kampanyaya me didome û bi şêweyek giştî li bazar û taxên Kurdan me alîkariyeke zêde kom kir.”

Her wiha Soran Serdar bal kêşand li ser helwest û tevlîbûna gelê Kerkûkê ya ji bo kampanyayê û got: “Cihê kêyfxweşiyê ye ku gelê Kerkûkê bi şeklekî berbiçav alîkarî da kampanyayê û me jî wek Koma Hişyarî ya Ciwanan bi wan alîkariyan ve me karî alîkariya nêzî 70 malbatê hejar yê bajêrê me bikin.”

Serdar di dawiya axaftina xwe de bi wan gotinan peyamek pêşkêşî rêxistinên bajarê Kerkûkê kir: “Em wek Koma Hişyarî ya Ciwanan ji hemû rêxistin û komên bajarê Kerkûkê dixwazin ku di her aliyên mîna xêrxwazî, jîngehparêzî, çalakiyên hunerî û hwd de alîkariyê bidin bajêr û xizmeta Kerkûk û Kerkûkiyan bikin.”