Kalkan: Bicihkirina hêzê ya li Wertê bi teqezî nayê qebûlkirin!

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan got bicihkirina hêzê ya PDK'ê ya li Wertê ew ê qebûl nekin. Kalkan got,''Ev dibe parçeyek ji êrişa plana îmha û tasfiyeyeya li ser PKK'ê. PKK vê qebûl nake, wê li dijî vê şer bike, her tişti bide ber çavan.''

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan ji bo Medya Haber TV ji bernameya 'Ulkeden' re axivî. 
Virûsa koronayê ku li hemû cihanê gefê li ser tendiristiya gel dixwe û herî pir ji bandorê li ser zindanan dike. Di rewşeke wiha de ji derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku li pergala tecrîd û êşkenceyê  Imraliyê tê girtin, ti agahi nayê standin.

Kalkan  bal kişand ser berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Imralî û got: 
“Berxwedana Imralî silav dikim. Li hemû girtîgehan rewşên erênî û nerênî tên jiyîn agahî tên girtin. Divê bi heman şêweyî agahî ji Îmraliyê jî bê girtin. Serdanên hevdîtinên tên kirin, lê tên redkirin. Mafê telefonê tên redkirin. Nesasim vê rêveberiyê, serokkomar soz dabû ku hevdîtinên wiha pê bê. Ev di raya giştî de rê li ber teqînê vedike. Daxwazên giştî yên gel hene, dixwazin agahî bigirin. Şewb jî heye, lê nebe jî divê mafê agahî girtinê hebe. 

Me her demê nîşan da ku rêveberiya me jî ev yek bi vekirî diyar kir ku ji Imraliyê rêveberiya heyî berpirs e. Dewlet berpirs e, rêveberiya Tayyîp Erdogan berpirs e, pêwîst e ku em carekî din vê dubare bikin. Me tim aniye ziman lê em ê dîsa bêjin ku; Eger aştiyek di nava Kurd-Tirk de pêk bê, çareserî pêk bê, şer rawest e, mercên aştiyane pêk werin, tekane yê ku vê bike Rêber Apo ye. Me ev hezar carî got, seh hezar carî got.”

'DIVÊ DÎWARÊN IMRALIYÊ WERIN ŞIKANDIN'

Kalkan bal kişand ser nêzîkatiyên li Ocalan û wiha pê de çû: “Divê êdî her kes vê yekê baş bizane. Ji derveyî wî tu kes tine ku vê bike, nîne jî. Ji bo vê nêzîkatiya li Rêber Apo divê êdî her kes baştir fam bike. Em ne ji bo destkeftiyên şexsî, desthilat û takekesiyê, ji bo civakê difikirin. Evqas berjewnedîparêz, miletgerî û şovenîzim divê nebe. Divê wiha nebe. Di vê rewşê de divê her kes vê yekê baş bizane, rastiya Rêber Apo ji bo mirovahiyê çareseriyeke. Her kes dixwaze dengê Rêber Apo bibihîse. Dixwaze ramanê wî fêr bibe. Mînak; her kes dixwaze ramanên wî yên derbarê şewba Koronayê de bizene. Ji ber ku ji her kesê zêdetir dibîne û dinirxîne, hizrek heye, Ji bo vê hem ji bo çareserî û hem jî ji bo aştiyê hêzeke ku fêdeya wê bide her kesê. Ji bo vê divê ev deng neyê sînordarkirin. Divê pêşiya ramanê neyê girtin. Divê ewqas ji ramanan neyê tirsîn. Nesaxim ji bo wan jî pêwîst e. 20 sal in tim ramanên wî digirin. Li gorî wê gav davêjin. Xwe li gorî wî eyar kirin. Çi pirskirin, çi xwestin nîqaş bikin bi vekirî kirin. Ji bo her kesê ramanê xwe parve kir. Ji bo vê divê her kes adil nêzîk bibe.”

Kalkan diyar kir ku divê ji Imralî agahî bê girtin û bibîr xist ku divê girêdayî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din bê ku dem bê windakirin, sînordarkirin agahî bê girtin. 
Kalkan berpirsyariyên rêveberiya heyî ya têkildarî mijarê bibîr xist û got: “Berpirs rêveberiya heyî ye. Ji bo pêkanîna vê erkê rêveberiyê ye. Lê ku vê neke, divê têkoşîn bê kirin. Ji bo civakê dikarim vê bêjim; divê hê zêdetir têkoşîn bê kirin. Astengî hene. Yanî divê hê zêdetir têkoşîn bê kirin. Jin, ciwan, gel, hêzên demokratîk divê têkoşînê xurtir bikin.”

Ji bo deriyên Imralî vebin, tecrîd bi dawî bibe, pêwîstî bi têkoşînek hê xurtir heye. Bê ku astengiyek bê naskirin, divê têkoşîna me ya demokratîk a şoreşger bi her cûre rêbazê hê xurtir bê pêşxistin. Her kes li cihê lê li gorî derfetên xwe, bibe seferber. Divê bi teqez dîwarên Imralî hilweşin, derî vebe. Divê têkoşînek bê kirin ku agahî ji Rêber Apo û girtiyên din bên girtin.''

'EV SEDEMA ŞER E, BI MÎSOGERÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN'

Derbarê bicihkirina hêza leşkeri ya PDK'ê ya li Wertê ya Qendilê Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan daxuyaniyeke giring da. Kalkan got, ''Ev sedema şer e, bi mîsogeri nayê qebûlkirin.''
Kalkan wiha got,''Tê dîtin ku PDK hin hêz şandine avtenga Wertê ya di navbeyna     çiyayên Qendîl û Karokê de, hewl dide ku li wir baregeheke leşkerî deyne. Ev demek e tişteki wiha dibe, ev rewş ev du hefti ne didome. Virûsê dikine hincet, dibêjin ji bo pêşi li çûnûhatinê were girtin vê dikin lê ti eleqeya xwe pê nine. Ne qadeke li ser sinor e, bi temamî qadeke hundirin a Başûrê Kurdistanê ye. Cihekî ewlehiyê yê Qendilê ye. PDK par ji bihari bi TC'ê re xwest ku bi zora TC'ê li qada Bradostê, bi ser Xinêrê de baregehên wiha ava bike. Lê wê demê me dengê xwe li wan kir. Me got ev taloke ye, sedema şer e. Me helwesteke cidî, zelal danî holê. Bi cih neanîn. Ev salek e rewşeke wiha ya şer dernekete holê. Mirov dikare bibêje rêya êqil serwer bû. Niha ji tişta bi ser Wertê de minanî wê ye, berdewama wê ye. Eynî taloke ye. Bi hêza ku ji DYE û TC'ê dist3inin ji bo êrişa TC'ê ya li ser qada Bradostê ji hêla  Qendîlê ve ji destek bike ev tevgera leşkeri dibe.  Ji bilî vê ti maneyek wê ya di nîne. Ewlehiya Qendîlê ji holê radike. Ji ber vê rêveberiya me ji daxuyanî da, tişta ku bihara bihurî ji bo Bradostê goti ji bo Wertê ji derbas dibe. Ev sedema şer e, bi teqezi nayê qebûlkirin. DYE û TC dixwaze PDK ji bi cih tîne. Bi desteka DYE'yê û TC'ê êrişa li ser PKK'ê ti têkiliya xwe ne bi Kurdbûnê re, ne bi azadixwaziyê re, ne bi avakirina dewleteke Kurd re nîne. Ev rasterast tê maneya bi desteka DYE û TC'ê geşkirina şerê navxwe yê Kurd. Li ser daxwaza wan di eniya dijmin de ragihandine şer a li dijî gerîla û PKK'ê ye ku têkoşîna azadiya Kurd dide. Wekî dî bi tiştekî bi ti rengî de ev rewş nikare were gotin. Ji ber vê rewşeke şer derdikeve holê, berpirs ne em in. Em hêvî dikin dev ji vê biqerin, weke li Bradostê kirin, an na bi rengekî di ne pêkan e ku ev rewş were qebûlkirin.  Bi ser de li vê qadê tiştekî PDK'ê nîne. Ew qad beriya bi 20 salan di şerê 2000'i de di dest gerîla de ma. Ne qadeke di dest PDK'ê de ye, beriya niha di dest YNK'ê de bû.  Bi çarçoweya têkiliyên PKK'ê û YNK'ê, ji bo ku hin karên YNK'ê bike, PKK'ê destûr da ku YNK hin karê xwe li wir bike. Li avtengê pêşmergeyên YNK'ê hene. PDK çima hat, çima pêşmergeyên YNK'ê nebû asteng da ku neyên, ev rewş nayê fêhmkirin. Gelo li pişt ya wan yek e? YNK ji di nav vi kari de ye? Divê bibêje, divê ev derkeve holê. Li gel ku beriya 20 salan kete kontrola PKK'ê de ji PKK bi hişkî tevnegeriya.  Rê vekir ku PDK û YNK'ê ji lê hereket bike, gel jî.  Bi ser de destûr da ku YNK'yi yekineyeke biçûk a pêşmerge ji li wir bi cih bike. Li gel vê jî anîna ser rewşa,'me kir û bû' provakasyon e, arestkirina DYE-TC'ê ye. Bi mebesta şerê navxwe yê Kurd e. Parçbûna êrişa tasfiyeye bi plan û imhayê ya li ser PKK'ê ye. PKK vê qebûl nake, li dijî vê şer dike, wê her tişti bide ber çavan, divê her kes vê bizanibe. Hemû welatparêzên Kurd, rewşenbir, gelê Başûrê Kurdistanê divê vê bibine, sûcdar ne PKK ye, êrişeke bi ser PKK'ê de ye. Ne wiha beleheq hatine. Ew qad di kontrola PKK'ê de ye. Ti têkiliya xwe bi PDK'ê re nine. Tevgereke wiha ya leşkeri dest pê kiriye.  Ji bo ku qada herî ewle ya himî ya PKK'ê bi dest bixin êrişeke bi ser PKK'ê de ye yani. Li dijî vê wê xwe biparêze. Dema ku xwe parast divê ti kes berpirsyariyê di PKK'ê de nebine. Em bawer dikin, hêvî dikin ku civak bihistyar be,  PDK ji weke par bi rêya aqil tevbigere. Heke wiha bibe wê baş be. Heke wiha nebe sûc û qebehet wê ne ya me be.''