Jinên Tîrêjên Rojê li Geverê li qereqola polîsan dan

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji du baskan ve bi bombeyên bi destan hatin çêkirin, li dijî qereqola polîsan çalakî kirine.

Di daxuyaniya însiyatîfê de hate ragihandin ku 26'ê Kanûnê saet di 21:10'an li dijî Qereqola Polîsan a 75'an ku 'Taxa Qişla ya Berê' ya Geverê dagir kiriye, ji 2 baskan ve bi teqemeniyan çalakiyeke serketî kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Piştî çalakiyê polîs û notirvanên Tirk ên li ber qereqolê ketin nava tirs û panîkeke mezin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku yekîneyên wan ên çalakî kirine bi rengekî serketî ji qadê çûne û hate gotin, "Ev çalakî ji bo bîranîna 6 hevrêyên me hate lidarxistin ku 25'ê Kanûnê li Kobanê di êrişa nemerdane ya dewleta Tirk a dagirker de li Kobanê şehîd bûn."

Însiyatîfê diyar kir ku wê çalakiyên xwe yên li dijî qereqolên dagirkeran dewam bikin.