Ji qada şer hate derxistin û birîna wê hate dermankirin

Pezkoviya ku ji ber êrîş û bombebarana artêşa Tirk birîndar bibû, ji qada şer ji aliyê gerîlayên HPG-YJA STAR'ê hate derxistin û derbasî heremekê bi ewle hate kirin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê di Cenga Heftanînê de li dijî artêşa Tirk a dagirker li ber xwe didin. Ev berxwedana dîrokî, bi lehengiyeke mezin û bê navber didome. Artêşa Tirk ji bo li ser axa  Başurê Kurdistanê serwer be, di kuştin û qirkirinê de sînoran nas nake. Xwezaya Kurdistanê û  zindiyên di nava xwezayê de her roj dikuje. 

Di vê dagirkirinê de û her roj xwezaya Kurdistanê jî di bin şewat û di bin bombaranê de dimîne. Hêzên gerîla ku di her kêliya şer de li hember leşkerên dewleta Tirk berxwedana xwe geş dikirin, di nav şer de rastî Pezkoviya yek mehî hatin ku dayika wê di encama êrîşên ezmanî ya balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker hate kuştin. 

Pezkoviya ku di bin bombebaranê de mabû, ji pişt û guhên xwe birîndar bûye. Gerîla vê pezkoviyê ji nav qada şer dixînin û birîna wê derman dikin. Ev pezkovî, niha li gel şervanên azadiyê dimîne û dijî. Navê wê jî kirine Soryaz.