Ji pênûsa Mahsûm Korkmaz serdegirtina Dihê -4

Çalakî diviyabû teqez bi ser biketa. Ji ber ku çalakiya destpêkê û dîrokî bû. Bajarokê Dihê ku haya gelek kesî jê tune ye, wê bibûya cihekî welê ku êdî ji aliyê her kesî ve tê naskirin û bi vê wesîleyê wê li cîhanê jî êdî qala Kurdan bihata kirin.

Her kes amade bû, kesekî neamade tune bû. Min got, wê demê em bi hev re sonda şoreşê ya di rêvebernameyê de heye bixwînin û hingî li ber kulmên li hewa li çiyê dengekî xurt veda. Piştî ku talîmat hatin xwendin her tişt temam bûbû. Navê yekîneyê, pêkhateyên wê, qada wê ya tevgerê, armancên wê, bernameya wê, karê wê, rêbazên wê hatibûn eşkerekirin. Di destê me de gelek malzeme û du çekên giran hebûn.

Em amade bûn bikevin nava liv û tevgerê. Me cihê ku HRK ji gel re lê bê ragihandin hîn ji hevalan re eşkere nekiribûn. 13'ê Tebaxê me keşfa dawî ya qada me ya çalakiyê temam kiribûn û vegeriyan li gel yekîneyê. Weke rêveberiyê me xwe dan aliyekî û dest bi amadekirina plana çalakiyê kir. Plan ne xerab bû. Hesabê her tiştî hatibû kirin, nuqteyeke xumamî nehatibû hiştin. Çalakî diviyabû teqez bi ser bihata xistin. Ji ber ku çalakiya destpêkê û dîrokî bû.

GOTINA LENÎN

Dema ku me plan amade dikir, peyma Lenîn di bîra me de bû ku digot 'Beriya ku caw bibire, heft caran bipîvin'. Piştî ku me plan amade kir, li qadeke rast û berfireh me maketa çalakiyê çêkir. Dema ku me yekîne bir vê qadê, me armanc eşkere kir. Piştî agahiyên li ser armanc û girîngiya çalakiyê hatin dayin, me plan eşkere kir û dest bi nîqaşê kir. Di encamê de jî bi yekdengî hate qebûlkirin. Piştî çend provayan, danê êvarê em bi rê ketin. Ji bo hilgirtina çek û amûrên dijmin her wiha birina xwarin û erzaqa xwe me çend hêstir jî bi xwe re birin. Ji ber ku ihtimal hebû têkiliya me bi derve ve bê birîn, me biryar dan ku bi teserûf tevbigerin. Diviya bû me rojê bi nîv an jî çaryekê nanekî îdare bikira.

VAYE HEDEFA ME

Piştî meşa ji deh saetan, ber bi sibehê ve em gihîştin nuqteya ku me berê diyar kiribû. Em ketin çeperên guncaw û me hewl dan razên. Lê belê bayê sar nedihişt em razên. Piştî ku roj hilat, min Dihê ya bi sê kîlometreyan dûrî me bû nîşan da û got, 'Vaye hedefa me'.

Her hevalî hewl da bi dûrbînê qadê baştir nas bike. Û piştî rojeke dirêj, em berêvarê li hev civiyan. Destpêkê komên ku wê rê û xetên telefonê bibira ji cihên hatibûn diyarkirin re hatin şandin. Piştî roj çû ava û tarî bû, baskên wezîfeyê yên komê bi meşê berê xwe dan nava bajêr.

Piştî demeke kurt me êdî xwe berdabûn nava kolanên bajêr. Hejmara me ya ku ketibû rêzê, kolan dagirtibû. Ji yekîneya dijmin sed metre ma bû, wesayitek derkete holê, lê belê ji ber ku em bi lez ketin çeperê, bi me nehesiya. Şenseke mezin bû ku em li astengiyeke mezin rast nehatin. Piştî meşeke kurt, em bi lez bi sê baskan ji hev belav bûn û me berê xwe dan hedefên xwe. Bi carekê me xwe gihandibû avahiya yekîneyê, gazînoya efseran, qehwexaneyê, banka û mizgeftê. Bi teqandina fîşeka destpêkê re nobedarê li ber deriyê yekîneyê hate bêbandorkirin, piştre bi B-7 li jorê yekîneyê hate xistin û dûre jî me xwe berdan nava gazînoyê. Di nava gulereşandin û bombeyan de bi carekê ve avahiya leşkerî ya ji du qatan ketibû dest. Gulereşandina dijmin a ji aliyê gazîno ve hate kirin, hevalekî ji deriyê yekîneyê derbas dibû, ji tiliya wî ve birîndar kir. Lê belê gulereşandina dijmin tavilê hate tepisandin. Di vê kêliyê de bi gulereşandinê re bêyî ku bi dilê me bû du zarokên fermandarê yekîneyê ji mil û lingên xwe birîndar bûn. Lêborîn ji wan hate xwestin û tevî dayika wan ji qada şer hatin derxistin û ber bi nexweşxaneyê ve hatin şandin.

LEŞKERÊN DÎLGIRTÎ LI HEWŞÊ HATIN KOMKIRIN

Piştî dagirkirina yekîneyê, leşkerên dîlgirtî li hewşa yekîneyê hatin komkirin û ji wan re qala armanca HRK'ê hate kirin. Hin ji leşkeran kêfxweş bûn. Hinekan digotin, "We em rizgarkirin hemşehriyê min." Leşkerên ku dixwestin tevlî me bibin, me nexwest bi xwe re bibin.
Li aliyê din ji hoparlora mizgeftê belavoka damezrandina HRK'ê dihate xwendin. Hevalê ku belavok dixwend ji ber kelecanê helbest jî tevlî nava belavokê dikir. Di vê navberê de depoya yekîneyê hate vekirin, hevalan çek û cebilxaneyên leşkerî yên desteser kirin, derdixistin derve. Piştî ku li yekîneyê hinek lêkolîn hate kirin, min berê xwe da yek ji qehweyên ku di bin kontrola hevalan de bû. Yek ji hevalên gundî gel rexne dikir ji ber ku bi qumarê dilîst. Ji ber ku ev nêzîkatiyeke ne di cih de bû, me dest lê werda, lêborîn xwest, ji wan re got ku bila rehet bin û em ji bo wan şer dikin. Li ser vê yekê yên li qehweyê hemû rabûn ser piyan û xwestin me hembêz bikin. Çixare, çay, av dan. Piştî ku me tasek ava wan vexwar û qala armanca xwe kir, me pirsa 'em girtîgehê vekin?' li wan kir. Wan hemûyan jî bi hev re gotin, 'De rabin'. Li qehweya din jî dirûşmên 'Bijî PKK', 'Bijî Serok Apo' dihate qîrîn.

ÇEKÊN DIJMIN ÊN HATIN DESTESERKIRIN GELEK BÛN

Piştî ku li qehwexaneyan belavok hatin belavkirin û pankart hatin daliqandin, di nava kordona ewlekariyê ya li dora yekîneyê de hemû baskên wezîfedaran bi işaretekê li hev kom bûn û kontrol hate misogerkirin. Ti windahî ji me çênebû. Ji dijmin kuştiyek û 6 birîndar hebûn. Hevalê birîndar ji aliyê doktor ve hate dermankirin. Birîna wî ji xwe ne zêde girîng bû. Çek û wesayitên dijmin ên hatin desteserkirin gelek bûn. Zehmet bû ku bi hêstiran bihata birin. Tenê qemyonê dikarîbû bar hilgire. Me qemyonek YSE'yê wergirt û bar hilgirt. Yên mayî jî me teqand. Peykerê Atatuk hate xerakirin. Li Garzîno 2 televîzyon, teksiya fermandar, cemse, avahiya hikumetê, banka û postaxane hatin şewitandin. Lê belê me piştre fêhm kir ku bi têra xwe agir bi wan neketibû.

'ME BAJAR ÇEND SAETAN KONTROL KIR Û PIŞTRE BERDAN'

Piştî ku me bajar çend saetan kontrol kir, me berdan. Êdî li quntara çiyê pirsgirêka me ya hilgirtina barê ji wesayitê hebû. Li gel barê sê hêstiran her hevalî tevî çeka xwe radigihiştin sê çekan. Tevî vê yekê jî me beşek ji çek û alavên desteserkirî li wir hişt.

Di bin barekî giran de me xwe li çiyayê tîk û bilind xistibû û carinan em radipelikîn. Ji tîbûnê taqeta me nemabû. Lê coşa serkeftinê hêz dida me.  Li ser kaniyeke derket pêşberî me, me piçekî bêhna xwe da û li ronahiyên bajêr ên li pişt me mabûn, temaşe kir. 
Wê demê xwe bi xwe li vî tiştî difikirîm “Navçeya Dihê ya ku haya gelek kesan jê tunebû, êdî wê bibe cihekî ku her kes wê ji nû ve nas bike û bi vê wesîleyê ew ê navê Kurdan jî êdî li dinyayê were axaftin.”

Tekane kêmasiyeke me hebû: Av.

Piştî çalakiyê fermandar Egîd û yekîneya wî têra xwe westiyabûn. Barê giran ê bi wan re, meşa yekîneyê girantir dikir. Herî zêde jî ji ber ku av tunebû, yekîne nikaribû baş tevbigere. Fermandar Egîd wisa qala dema piştî çalakiyê dikir “Dema ku em gihiştin qada ewle, êdî sibeh bû. Cihê me gelekî baş bû. Me li vir dikarî li hemberî dijmin her şer bikin.
Lê kêmasiyeke me hebû: Av. Ava me ya heyî saet di pêncê sibehê de qediyabû. Me çek û alavên ku desteser kiribû, tasnîf kir. 60 çekên mezin, 9 demançe, 4000 fîşek, laserkeke mezin, radyo, daktîlo, metereyên avê, kasatûra, ronîdankên elektronîk û me gelek alavên biçûk desteser kiribû.

Li ser me helîkopter û balefirên şer digeriyan lê em ji cihê xwe tevneliviyan. Ew ne li xema me bûn. Ji ber ku nedikarîn tiştekî bikin. Me mumkun bû me bibînin. Me dikaribû xwe ji êrîşên wan biparêzin. Ji ber ku çiya ji bo vî tiştî guncav bûn. 

Ji bo ku em êvarî dîsa bi rê bikevin me amadekariyên xwe kir. Pêdiviya me bi av û rêzanekî hebû. Ji ber bêşansiyekê, em ji derfeta dîtina rêzanekî mabû û em bêyî rêzan bûn. Ji bo temînkirina pêdiviyan me xwest em hinek hevalan bişînin gundê nêzî me. Lê dema ku çûne li gund rastî leşkeran hatine û bêyî ku rahêlin tiştekî vegeriyane. Di vê rewşê de tekane çareya me domandina rê bû. Me bêyî şiverê xwe li qadê da. Lê ji ber ku hêstiran sê roj in av venexwaribûn, bi zehmetî di nav tehtan de diçûn. Piştî wextekê ji ber tîbûnê em jî nikaribûn bimeşiyan. Ji ber av tunebû, me xwarin jî nedixwar. Li cihê ku me bêhna xwe da, me qad keşf kir û bi saya nexşeya xwe, me tespît kir ku li nêzî me gundek heye. Piştî ku bi zehmetî me kaş derbas kir, em nêzî gund bûbûn.

GUNDÎ JI KÊFAN MATMAYÎ MAN 

Lê ji ber têkiliya me nîn bû, me çûyîna wê derê guncaw nedît. Me, çend heval ji bo av û dîtina rêberan şandin gund û em sekinîn. Gava vegeriyan bi xwe re têr av û du rêber anîn. Me av vexwar û hinek bêhna xwe da. Haya gundiyan ji çalakiyê çêbûbûn, ji kêfa matmayî mabûn. Bi çek û wesayîtên dijmin ên hatin bidestxistin çavên wan dibiriqîn. Qasek bi me re meşiyan û me ew vegerandin. Çimkî dev ji bênderên xwe berdabûn û hatibûn. 
Em di buhurek a bi rêk û pêk re bi qasê saetekê meşiyan, roj dikir ku hile, ji bo mayîna bi roj me cihek dît. Şûşeyek av û nîv nan dan her kesê. Ew roj sekan bû. Lê piştî nîvro, jinek a hay ji heywanên me çêbû û du xort hatin bal me. Bi xwe re du galon av jî anîbûn. Gava hatin bal nobedarên me, gotibûn ku leşkeran girtiye bi ser gundê wan de, li wan êşkence kiriye û dibe ku bi vî aliyî de jî werin. Me hewil da wan sekan bikin, lê me fêm kir ku wan hewcedarî bi vê nîn e. Ew herî pir li ber me diketin. Helîkopteran ku dest bi firînê kir, jinan cihê xwe guhart û li axaftina xwe dewam kir. Digot; ‘’Hûn pir baş dikin.’’ Piştî ku hinek din jî axivîn, çûn hinek din jî nan û av ji me re anîn. 

MIN DÎT YEKÎNEYEK A LEŞKERÎ YA QELEBALIX HAT 

Roj diçû ava, min dît ku yekîneyek a leşkerî ber bi me ve tê. Rêz bi rêz bûbûn, dabûn ser şopa me. Me xwe hazirê şer kir. Hewil didan ku ji gundiyên ji bal me çûn, agahiyê werbigirin. Lê xuya bû tu agahî negirtine, ber bi gundê em ê jî biçûna ve li rêya xwe dewam kirin. Me dixwest ku em beriya wan xwe bigihînin gund. Çimkî gund li ber rêyek a buhurînê bû. Kî pêşî ew der bigirta, nedihişt ê din derbas bibe. Ji ber ku ew di buhurê re diçûn beriya me gihîştin. 
Gava em nêzê gund bûn, ên me yên li pêş dan zanîn ku leşker li gund in. Bi alîkariya hin gundiyên em rast hatin em, di kendalekî re ji cihê bi xeternak ê deştê derbas bûn. Em gihîştin cihekê bi ewlehî, hêj bû sibeh. Me cihê xwe amade kir, bi kurtî me şêwira xwe kir. Ji bo şikandina tevger û şopandina dijmin a li ber sistbûyînê, me destnîşan kir ku divê em amade bibin. 

WAN DIGOT QEY DOR LI ME GIRTÎ YE 

Bi roj bi dûrbînê me dît ku wa ye yekîneyên teqwiye dikevin gund. Leşker ji germahiyê ji hal ketibûn, xwe didan ber siya daran. Helîkopter û balafirên şer jet, ew her roj qet ji ser qada em jê veqetiyan kêm nebûn. Wan digot qey em di buhurê re nebuhurîne û dor li me girtine. Berêvarkî, bi zikê birçî em di nav daristana gur û asê de bi rê ketin. Hewrikên nan ên dawîn jî me qedandin. 

Piştî ku em hinek meşiyan, ber çavên me tarî bûn. Çongên me dilerizîn, taqeta me nedima. Lê dîsa me zor da xwe û li rêya xwe dewam kir. Piştî demek a kin em li konekî peyayan rast hatin. Têr nan û av dan me. Em bi xwe ve hatin. Em ji çiyayekî bilind bi lez û ber bi jêr ve çûn. Çend saet bi şûn de di ser baregehek a xwe ya siyasî ve veşarî re em çûn serê çiya. Te digot qey em bi per û bask bûne. Zûzûka ji çiya ber bi jêr ve daketin. Heta em vegeriyan daristanê roj hilat. Me, ew roj bi gundiyan re bi xweşî derbas kir. Me qada xwe ya baregehê wek kefa destê xwe nas dikir, kes ê me nas nekira nîn bû. Ji wê boneyê me xwe kelehekê xurt didît. Kefa xelkê baregehê jî bi me xweş bû. Têr nan dan me. Hêdî bi hêdî em dîsa bi taqet bûn.