Ji Metîna heta Garê serpêhatiya hevrê Sara

Di her bêhn dayînekê de serpêhatî dihatin hûnandin û di kişandina wêneyan de dibûn dîrok. Li ser her girekî, li ber her kaniyekê û di her şiverêyekê de, bi rêwîtiya hevala Sara kêliyên nû diafirîn.

Heval Sara, piştî salên dûr û dirêj di sala 2010'an de careke din berê xwe dabû qada Metîna û Garê. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, qada Garê û Metîna ji salên 1980'î ve hembêza xwe ji gerîlayan re vekirine. Di sînga van çiyayan de bi hezaran hevrê bûn rêwî. Van çiyayan di sala 2010'an de, ji rêwîtiya hevrê Sara re şahidî kirin. Ez nizanim ez çiqas karibim, wê kelecan, moral, coş, heskirin û dilgermiya heval Sara, di wan rojan vebêjim. Wan rojên ku bi heval Sara re mam, weke ez bi evîneke nû bihesim di dilê min de hêlîna xwe çêkir. Di rêwîtiya min a gerîlatiyê de destpêkek bû. Her roj û kêliyek wê rêwîtiyê di wêneyekî de hat jîndarkirin. Di her bêhn dayînekê de serpêhatî dihatin hûnandin û di kişandina wêneyan de dibûn dîrok. Li ser her girekî, li ber her kaniyekê û di her şiverêyekê de, bi rêwîtiya hevala Sara kêliyên nû diafirîn. Çend wêneyên ji wan rojan careke din ez birim wê rêwîtiya dîrokî. 

Li ser Girê Bihar: Rojeke ji rojên payîzê ango 19'ê Cotmehê bû. Rojeke bi tav û ezman şîn xûya dikirin. Li aliyê Bakûr, ezman şîn bû, lê pelewrî bû. Dîmenekî pir xweşik çêbûbû, ev dîmen bi rêwîtiya me re mêvan bû. Me ji Garê berê xwe dabû Girê Bihar. Ev gir dikeve sêkoşeya qada Garê, Zap û Metînayê. Girekî stratejik e. Hinek hevalên me li wî girî û derdora gir diman. Em ketin rê ji bo dîtina wan hevalan. Em bi hilke hilk ketin ser şiverêya diçe ser Girê Bihar. Em dema gihîştin ser gir, wateya wê derketinê hêjayî jiyînê bû. Xwazaya derdorê ewqas xweş xûya dikir, tevahî westandina me ji holê rakiribû. Ji xwe westandin qet ne di xema heval Sara de bû. Ew kenê ji dilê wê dihat û di rûyê wê de dibû çalakî, ji ber çavê min nedirevî û ez hema direviyam makîneya wênekişandinê û min timî dixwest wê kêliyê bimîne. Ev tenê çend wêneyên li ser wê girî hatine kişandin in. 

Li ber ava Xazir: Di qada Garê de ava Xazir, xwedî bedewiyeke cuda ye. Bi rengê xwe yê kesk, ji deşta kafiya diherike. Bi rengê xwe, bi dar û latên pê re bûne heval di nava ahengekê de diherike. Ji bilindahiyê ve weke wêneyekî hatiye çêkirin xûya dike. Mirov dema ku li herikîna wê avê temaşe dike, mirov ji xwe ber dikeve nava aramiyeke ruhî. Di rêwîtiya me li qada Garê de cihê herî zêde em kirin mêvanê xwe, hinaseyên me li ber ava Xazirê standibûn. Me li ber ava Xazirê bi kişandina dehan wêneyan ew kêliyên manidar nemir kirin. Çend wêneyên ji wan rojan. 

Li kaniya gundê Yekmalê: Gundê yekmalê li qada Garê dikeve aliyê wê yê jêre dibêjin Bergarê. Dema mirov ji Bergarê dikeve rê û berê xwe dide deşta Kafiya û ava Xazirê pêşî ew kanî me pêşwazî dike. Weke ku bêje ez we bernadim heta ku hûn li ber çavkaniya min bêhnekê bidin. Bi taybet di rojên germa havînê de tasekê av ji wê kaniyê vexwarin dibe dermanê hemû westandin û dil hênikiyê. Heval Sara, weke hevrêtiya wê kaniyê bipejirîne destê xwe xist nava kaniyê û ava wê vexwar. Ev wêneyê heval Sara yek ji rojên meha Îlonê li ser wê kaniyê hatiye kişandin. 

Li ber ava Xazir wêneyê bi sê çeleng û şoreşgerên ji rojhilat bûne re: Hinek hevalên me li ber ava Xazir perwerde didîtin. Heval Sara ji bo dîtina wan û her wiha bi wan re civîn li dar bixe, bû mêvanê dilê wan. Wan hevalan kesî berî wê heval Sara nedîtibûn. Tevahî xeyal û hêviyên wan hevalan di wê rojê de bi hevdîtina heval Sara re hatibûn pêk anîn. Kêfxweşiya li ser rûyê wan hevalan qet xwe venedişart. Ev hevalên ku hersê bi heval Sara re wêne kişandine mirovê hev bûn. Di heman salê de bi hev bandor bûbûn û beşdarî rêxistinê bûbûn. Hersê heval ji gundê Dêm ê bi girêdayî bajarê Makûyê bûn. Her yek li akademiyê cuda perwerde didîtin. Êdî perwerdeya wan bi dawî bûbû. Ji bo xatir xwastinê hatibûn gel hev. Heval Newal, Diyane û Axîn. Heval Newal di sala 2012'an de li Xakûrkê, di pêngava Şemzînanê de şehîd bû. Heval Diyane di heman salê dema ku ji nexweşxaneyê vedigeriya li Zapê Çemço di qezaya erebê de şehîd bû. Heval Axîn hîna jî li ser şopa hevrê Sara, Newal û Diyane tekoşîna xwe didomîne. Di dema ku me yê ev wêne bikşanda, heval Sara got, werin em wêneyê malbatê bikşînin bila ji dîrokê re bimîne. Ev gotina heval Sara di guhê min de olan dide. Bi rastî jî ev wêne, cihê xwe di nav rûpela dîrokê de çêkir. Wan hevrêyan, di wê kêliyê de dilê xwe di hembêza pêşenga têkoşînê de pêçandin. Weke ji zû ve li benda kêliyeke wiha bûn reviyan dora heval Sara û ev wêne ji dîrokê re hiştin.     

Rêwîtiya me ya li Garê û Metîna mehekê ajot. Ew meha ku bi heval Sara mam, di jiyana min ya şoreşgerî de wateya xwe pir mezin e. Di nav têkoşîna tevgera me de, cihê heval Sara û wateya tekoşîna wê pir mezin e. Min cara yekem bû heval Sara didît. Ez çiqas wan kêlî û rojên di nav rêwîtiya mehekê de kombûyî vebêjim wê dîsa jî hevok serî çemandî bimînin. Ji bo ez wan rojan bi gotin û hevokên herî bijare bihûnim ez ketim rêwîtiya gera li peyî gotinên herî xweşik ên ku bi xweşikbûna rihê hevrê Sara re strana xwe vebêjin. Bi rast hatina salvegera 8. ya şehadeta hevrêyên hêja heval Sara, Rojbîn û Ronahî têkoşîna wan di dilê her jineke ku di lêgerîna heqîqetê de bi israr e deng vedide. Li çiyan, deşt, bajar, gund û di her kolanekê bi hezaran Sara, Rojbîn û Ronahî ala azadiyê li bilindahiyan hildane. Biryardarî û soza xwe nû dikin û dibêjin em ê bi hêz û vîna hevrê Sara di dilê me de çandiye cîhanê veguherînin, bi hest û ramanên jinan ji nûve asoya jiyanê bihûnin. Hevrê Sara bi serxistina hevaltiya bi Rêber APO re, bû navê jiyana nû. Em ê jî ji bo bi ser xistina wê hevaltiyê heta mayîndekirina jiyana azad bi Rêber APO re, têkoşînê bimeşînin.