Ji HPG’ê tekzîp û sererastkirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî îlanên şehîdên demên cihê sererastkirinek weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û têkildarî îlanên şehîdan ên demên cihê sererastkirinek weşand.

Daxuyaniya HPG’ê wisa ye:

“Di daxuyaniya me ya di 5’ê Gulanê de me diyar kiribû ku di navbera 4-20’ê Adarê de artêşa Tirk li Amedê li qada Şehîd Remzî operasyonek li dar xistiye û li vê derê hevalê me Dijwar şehîd bûye. Nasnameya hevalê me Dijwar wisa ye;

Nasnav: Dijwar Agir

Nav û Paşnav: Yakûp Bûlût

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik-Bav: Beytiye - Kadrî

Cih û Dîroka Şehadetê: 4-20 Adar 2017 / Amed

Di daxuyaniya me ya 10’ê Gulanê de me nasnameya hevalên xwe eşkere kiribû yên ku di operasyona Alîbogazî ya Dersimê ya di navbera 27-29’ê Nîsanê de şehîd bûbûn. Hevala me Şîlan Kobanî (Dîcle Bozan) a ku me ew şehîd dabû nîşandan, şehîd nebûye bi awayekî birîndar dijmin ew dîl girtiye. Firat Pîro (Sercan Edîs) ê ku me ew şehîd diyar kiribû û Axîn Amed (Leyla Guneş) a ku me gotibû dijmin ew dîl girtiye, teslîmî hêzên dijmin bûne.

Di daxuyaniya me ya di 28’ê Nîsanê de me diyar kiribû ku di 24’ê Sibatê de li qada Şehîd Mizgîn a Xerzanê ya bi ser Bedlîsê artêşa Tirk operasyonek dabû destpêkirin û di vê operasyonê de 10 gerîlayên me şehîd bûne. Hevalê me Zeynel Alikî (Ercan Aras) ê ku me ew şehîd diyar kiribû, şehîd nebûye û dijmin ew dîl girtiye. Li vê derê hevalê me Têkoşer Êlih (Abdulmelîk Gonul) şehîd bûye.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wisa ye;

Nasnav: Têkoşer Êlih

Nav û Paşnav: Abdûlmelîk Gonul

Cihê Jidayikbûnê: Êlih

Navê Dayik-Bav: Makbûle - Reşît

Cih û Dîroka Şehadetê: 24 Sibat 2017 / Bedlîs

Di daxuyaniya me ya di 1’ê Tîrmehê de me diyar kiribû ku di 13’ê Çileyê de li bejahiya Bedlîsê artêşa Tirk operasyonek li dar xistiye û li vê derê 6 hevalên me şehîd bûne. Adil Koçer (Sedat Kaya) yê ku me ew şehîd dabû diyarkirin teslîmî hêzên dijmin bûye. Hevalê me Adil Amed (Mehmet Mazlûm Ateş) ê ku me nasnameya wî dûre diyar kiriye, şehîd bûye. Nasnameya hevalê me yê şehîd wisa ye;

Nasnav: Adil Amed

Nav û Paşnav: Mehmet Mazlûm Ateş

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik-Bav: Rindife - Sabrî

Cih û Dîroka Şehadetê: 13 Çile 2017 / Bedlîs