Ji du zarokên li Nisêbînê birîndar bibûn, yek jê mir

Ji du zarokên îro li Taxa Abdulkadîr Paşa ya Nisêbînê dema ku bi madeya dîtin, pê dilîstin teqiya, zaroka bi navê Havîn Guneş a 3 salî jiyana xwe ji dest da, Fatîh Guneş ê 5 salî jî bi giranî birîndar bibû, rewşa wê giran e.

Îro danê sibehê li Taxa Abdulakdir Paşa ya Nisêbîn a Mêrdînê du zarokên xwişk û birayên hev Havîn Guneş (3) û Fatîh Guneş (5) ê li erdê madeyek dîtin, di vê navberê de dema pê dilîstin teqiya. Havin û Fatih ê bi giranî birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Li gel hemû mudaxileyan jî Havîn a 3 salî jiyana xwe ji dest da û Fatih ê 5 salî yê bi giranî birîndar bû, rewşa wî giran e û di beşa lezgîn de tê ragirtin.

Tê payîn ku wê sibehê li Nisêbînê cenazeyê Havînê bê veşartin.