'Ji Dersimê heta Şengalê derwêşê gelê xwe bû'

Ji çiyayên Dersimê heta çiyayê Şengalê Derwêşê gelê xwe bû. Di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de fermandar û şervanekî serketî bû.

Gerîlayê HPG'ê Agir Urfa di sala 1984'an li Rihayê ji dayik dibe. Li hember mîtîngerî û zilma dewleta dagirker nikare bedeng bimîne. Li dijî vê rewşa ku gelê Kurd tê de ye, hewl dide çareseriyekê peyda bike. Wîjdanê wî rê nade, weke ku tiştek neqewimî ye bijî. Di sala 2003'an de tevlî nava refên gerîla dibe. Hewl dide rastiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan û gelê Kurd nas bike. Fermandar Agir ji Başûr heta Dersimê û ji Dersimê heta Şengalê bi rûkenî û bi pêşengtiya xwe hem hevrêyek, hem jî fermandarekî sembol bû. Têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê ji bo xwe wek rûmeteke mezin didît.

'FERMANDARÊ ZOR Û ZEHMETIYAN BÛ'

Şiyar Şêxo ê hevrêyê wî têkoşinê ye, qala Agir Urfa kir û got: "Di her tengaviyê de çareseriya wî hebû. Her tim di nav berxwedaniyê de şer koordîne dikir. Her xwe dida pÊş. Dema koordîne bû jî eniya pêş ku derê be hevrê Agir jî li wê deverê bû. Çi kar pêwîst bûya, çi erk heba hevrê Agir li ser milên xwe digirt. Hevrê Agir fermandarê jiyanê bû. Fermandarê zor û zehmetiyê bû. Demeke direj jî karê sabotajê kiribû. Rojekê sekvan bû, rojekê te dinêrî sabotajvan bû, rojekê jî fermandarê tabûrê bû."

'SERPÊHATIYA WÎ CANBEXŞ BÛ'

Yek ji hevrêyên wî yê têkoşînê Akîf Hîlal jî wisa behsa Fermandartiya Agir Urfa dike: "Hevrê Agir bi rûkeniya xwe dihate nasikrin. Bi rûkeniya xwe bandor li tevahiya jiyanê dikir. Di rastî de bandor li hemû têkoşîna wî dikir. Ji ber wê jî hevrê Agir xwedî kedeke mezin e di nava têkoşînê de. Bi rastî jî kedkarekî wê tevgerê bû. Cihê ku hevrê Agir li wir bû, coş moral û pêşengî hebû. Hevrê Agir dikarî mirovan zû rêxistin bike. Xwedî taybetmendiyeke pir rêxistinî bû. Hevrê Agir eslê xwe jî ji Sêweregê bû, lê belê li Başûr, li Dersimê û li Şengalê keda wî pir zêde bû. Ji xwe bi wê nezîkatiya xwe çû Şengalê. Hevrêyan parve dikir ku kedekî mezin li Şengalê daye. Di nava bêderfetî û zehmetiyan de bi coş û moral têkoşîn dikir. Hevrêyên bi vî rengî barê pêvajoyên giran rakirin. Bi fedekariya xwe bû sembol."

'EW KESAYETEK DILNIZIM, WÊREK, KEDKAR DI NAVA HEVALÊN XWE DE CIH DIGIRT'

Hevrêya wî ya têkoşînê Sema Gabar bal kişand ser taybetmendiyên Agir Urfa û got: "Wexta ku mirov hevrê Agir didît enerjiyeke pozîtîf dida mirovan. Em di kar û pratîkê de bi hev re nemabûn, me navê hevrê Agir, ji hevalan bihîstîbû, lê weke ku em bi salan bi hev re mabûn wisa bû. Weke ku ti caran em ji hev qut nebûne û her tim bi hev re ne û hîseke wisa çêdikir. Ev hest di mirovan de manewiyatekê mezin çêdike. Hevrê Agir Urfa di nava refên PKK’ê de ne tenê di warê leşkerî de xwe pêş dixe, nêzîkatiya xwe ya bi jinê re jî pêş xist. Bandoreke mezin li hevrêyên xwe dikir. Hevrê Agir, bi giştî di nav hevalên jin û di nav hevrêyên xort de dihat hezkirin. Ew kesayeta dilnizm, kedkar, di aliyê hevrêyên jin de jî diyarker bû. Hevrê Agir xwedî rêgez û bi pîvan bû. Di danûstandinên xwe de û di sekna xwe de bi pîvan û dihat hezkirin."

'EM Ê TÊKOŞÎNA HEVRÊ AGIR BILIND BIKIN'

Fermandarê Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan jî wiha behsa Agir Urfa dike: "Hevrê Agir sal û nîvekî li cem me dima. Di taxima ewlekarî de cih girt. Ji bo wî me ji nêz ve nas kir. Eslê xwe hevrêye ji eşîra Karakeçî bû. Partî nas kir û beşdar bûbû. Ji wê derê heya eyaleta Dersimê gerilatî kiribû. Di eyaleta Dersimê de bi salan mabû. Tecrûbe qezenç kiribû. Hevrêyekî bi doza xwe ve girêdayî bû, Saxlem bû, mirovekî bawermend bû. Taybetmendiyê xwe herî li peş kedkar bû. Li ti cihan nedixwest vala bimîne. Li cem me dima lê her dem peşniyarê cihên din hebû. Hevrêyekî ji bo têkoşînê dilê wî ledixist. Hevrê Agir Urfa bi salan li Dersimê têkoşîn meşand û tecrûbeyên mezin di şexsî xwe de ava kir. Dema Agir Urfa jî Dêrsimê derbasê Başûrê Kurdistanê dibe, Pêngava Şengalê destpê dike. Li hember êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê dixwazê di pêngavê de rolek mezin li ser milên xwe bigre. Bi daxwaziya xwe tevlî pêngavê dibe.

'LI DIJÎ DAÎŞ’Ê ŞERKIRIN JI BO XWE RÛMET DIDÎT'

Dixwest bi taybetî li hember wê komkujî û qirkirina DAÎŞ'ê li Şengalê meşandiye, bi azweriyeke mezin têbikoşe. Ji bo xwe tiştekî wîsa wekî rûmetek didît. Ji xwe wisa bû jî. Ji ber israra xwe ya zêde berê xwe da Şengalê. Li Şengalê fermandarê tabûr bû. Di çalakiyên dijî DAÎŞ'ê de rol lîst. Di gelek çalakiyan de cih girt. Di pêvajoya rizgarkirina Şengalê de xwedî rol bû. Ji xwe li Şengalê û di wê pêvajoyê de şehîd ket. Fermandarê ku her tim li erka xwe xwedî derdiket. Bi jiyana xwe ya sade, dilnizm û kedkar û ev berxwedan li her deverê raber dikir.

'TI CARÎ NAYÊ JIBÎRKIRIN'

Li Şengalê di bilind kirina têkoşînê berxwedanê de şehîd ket. Hevrêyekî bi rastî keda xwe, cesareta xwe, bi fedakariya xwe cihekî xwe heye. Ti caran ji bîr nabe. Hevrêyên wekî hevrê Agir bi dirustiya xwe, bi paqijiya xwe û bi cesareta xwe, wê di nav têkoşînê de bijîn. Em ê bi bilindkirina têkoşîna azadiyê, têkoşîna Kurdistanê Agira bidin jiyîn. Wê bîranînê wan jiyanî bin. Ji bona wî em dibêjîn Agir Namirin! Şehîd Namirin!"