Ji bo Xweseriya Şengalê bang li Neteweyên Yekbûyî kirin

Ji bo xweseriya Şengalê bête qebûlkirin û sazî û rêxistinên Civaka Êzidî ku ji dema Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de hatina avakiri, li Iraqê fermî bibe û Şengal xweser bibe gelê Şengalê bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir.

Ji bo xweseriya Şengalê bête qebûlkirin û sazî û rêxistinên Civaka Êzidî ku ji dema Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de hatina avakiri,  li Iraqê fermî bibe û Şengal xweser bibe gelê Şengalê bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir.

Civaka Êzidî piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ji bo karibin xwe bi xwe birêve bibin dest bi xwe rêxistiniyê kirin û ji hemî milan sazî û rêxisitnên xwe ava kirin.

Piştî gelê Şengalê gavên mezin ber bi xweseriyê ve avêtin êdî PDK’ê bi Hikmûeta Iraqê re dest bi planan kir û bi îmzakirina Peyîmana 9’ê Cotmeha 2020’an a navvebera PDK'ê û Bexdayê xwest dawî li rêveberiya xweser bîne.

Gelê Êzidî li dijî ê planê derketin û ji bo destkeftiyên xwe têdikoşin.

Şengalî didin diyarkirin ku ji bilî xweseriya Şengalê tu kes nikare rê li ber fermana bigire.
Welatiyê bi navê Silêman Xelef diyar kir k udi dîrokê de gelek ferman hatina sere wan lê rêveberiya xweser dikare rê li ber feran bigire û wiha domand: “ Ji ber dînê me yê kevndar di dîrokê de herdem hewl hatiya dayîn ku me tine bikin. Gelek ferman bi sere me de hatin lê heya nihe jî ev ferman berdewam dikin, me dest bi xwerêxistinê kiriye, hêzên xwe dana avakirin ji bo  careka din ferman li sere me pêk neyên lê nihe dixwazin van hêz û saziyên me tine bikin û careka din rê li ber fermana vekirin.

Ji bilî Rêvberiya xweser ku Êzidî xwe bi xwe bi rê ve bibin tu tiştek nikare rê liber fermanan bigire, lewra em bang li Iraqê û NY’ê dikin ku xweseriya Şengalê nas bikin.''

Welatıyê binavê Mirad Simoqî jî bang li Civaka Êzidî a derveyî Şengalê kir da ku li derdora rêxistina xwe kom bibin û got, “ Em civaka Êzidî gelek zehmetiyan dijîn. Heya me kariya ku em xwe bigehînin vê astê, hemû keda me dayî ji bo em karibin baweriya xwe biparêzin, me êrîş ser kesî nekiriye û em civakek aştîxwazin. Em bang li gelê xwe dikin vegerin ser warên xwe û em bi hev re van saziyên ku bi keda şehîdan hatin avakirin xurtir bikin.

Em dibinin demek dirêj li ser fermana 3’ê Tebaxê re derbas bû lê tu kesekî gavek ji bo avakirina Şengalê neavêtiye. Niha bi sedan malên wêrankirî hene û dayîkên me hîna di destê DAÎŞ’ê de ne. Ev yek wê dida diyarkiirn eger em xwe bi xwe ji bo xwe nekin tu kes nayê li me xwedî dernakeve. Naskirina van sazî û vê kede me dayî erke li ser mile NY’ê ku vê rêveberiya me ya xweser nas bike.

Hevserokê Meclisa Digurê Hecî Mîro jî li ser planên ku li ser Şengalê wiha got: “ Li şûna ku destekê bidin gelê me yê Êzidî ku fermana me rakirin û xweseriya wan qebûlbikin û rêzê lê bigirin, planên fermanek nû datînin. Me negotiye bila me jî Iraqê cida bikin lê pêwîste em wek pêkhateyek ji Iraqê xweser bin û bi çaçroveya qanûnên Iraqê  xweseriya Şengalê were  qebûlkirin. Çawa her kes mafê wê yê xwerêvebirinê heye , em  Êzidî jî mafê me yê xwerêvebirinê heye.''