‘Ji bo xeyalên wî bi cih bînim ez ê têbikoşim’

Gerîlaya YJA Starê Silav Firat a qala birayê xwe yê Şehîd Firat Kurdistan kir got: “Weke hevrêyekî Şehîd Firat ji bo bicihanîna xeyal û armancên wî ez ê têbikoşim.

Kurdistan ew welat e ku zarokên wê ti carî ew bi tenê nehîştine. Her ku qehremantiyekî tê tê kirin wê bi teqez kesekî derkeve û ji bo pêkanîna xeyalaên şehîdan wê tekoşîn bike. Gerîlaya YJA Starê Silav Firat qala birayê xwe yê tevlî gerîla bû û şehîd ket Firat Kurdistan kir.

‘RUHEKÎ ŞOREŞGERÎ PÊRE HEBÛ’

Gerîlaya YJA Star Firat qala kesayeta birayê xwe Firat kir û got: “Hevalê Firat berî ku tevlî partî bibe di nav malbatê de pir dihat hezkirin. Çanda şoreşgerî di kesayeta wî de rûyê xwe eşkere kiribû. Rolekî wî ya diyarker di nav civak û hawirdûrê de ber çav bû. Hê jî tevlî partiyê ne bûbû bi kedkarî û ruhê xwe ya berpirsyartî dihat naskirin.”

‘BÊ KU EM HEV BIBÎNIN ŞEHÎD BÛ’

Gerîla Firat anî ziman ku ew berî birayê xwe tevlî gerîla bû û wiha pêde çû: “Ez beriya wî tevlê bûm, ji xwe malbata me jî bi hîmên welatparêziyê me mezin kirî ye. Piştra min agahî girt ku tevlî tekoşîna gerîla bû ye.Di nava refên gerîla de ew taybetmendiyên xwe yên pozîtîv zêdetir derxist pêş û di xeta Rêber Apo de ji hevalên xwe re mînak bû. Ez û hevalê Firat her yek li qadekî cuda bûn. Derfetê ku em hevdu bibînin nebû. Ji xwe herî dawî jî min agahiya şehadeta wî girt bê ku em hevdu bibînin.

‘ME BI HEV RE LI ENIYÊN CUDA LI DIJÎ DIJMIN ŞER KIR’

Carekê em bi hev re tevlî eynî çalakiyê bûn lê ji ber çalakî berfireh bû her yek ji me di nav baskekî cih girt. Me bi hev re li dijminê dagirker da, lê piştî çalakiyê her yek zivirî baregeha xwe.

Di nava tekoşînê de min gelek hevalên ku wî nas dikirin dît, di vî alî de parvekirinên hevalan çêbû. Herî zêde behsa hevaltiya wî di nav jiyanê de hat kirin. Bi taybet şêwazê wî ya çûyîna li ser dijmin tarzekî wêrek bû, gelek caran di çalakiyan de cih girt û erkên dikevin ser milên wê pêk dianî.

‘JI BO BIBIM BERSIV LÊHÛRBÛNÊN KUR LI SER XETA RÊBER APO Û ŞEHÎDAN KIR’

Bêguman bandoriya şehadetê li ser mirov çêdibe, ji nêzîkatiyên hestiyarî zêdetir min nêzîkatiya zanista rêxistinî ku çawa bikaribim armanc û xeyalên wî pêk bînim, çawa li ser xeta Rêber Apo û şehîdan meşa xwe bi awayekî rast bidûmînim lêhûrbûn kir. Ez ê wek hevaleke ji Şehîd Firat re heya armanc û xeyalên wî werin cih tekoşîn bikim.”