Ji bo Mam Celal li Wanê konê sersaxiyê hate danîn

Li Wanê ji bo Mam Celal konê sersaxiyê hate danîn û sersaxî têne qebûlkirin.

Li Wanê ji bo Sektereterê Giştî yê YNK’ê û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî konê sersaxiyê hate danîn.

Konê sersaxiyê ji hêla Rêxistinên Bajêr ê Wanê yên HDP’ê û DBP’ê ve hate danîn. Îro Hevserok û rêveberiyên bajêr ên HDP, DBP’ê, parlamenterê Wanê Adem Geverî, Dayikên Aştiyê çûne sersaxiyê.

 ‘TEMENÊ XWE DA GELÊ KURD’

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Adem Geverî axaftineke kurt kir û got Mam Celal temenê xwe daye têkoşîna Kurdan û di pêvajoyên pir girîng e bi rolên girîng rabûye. Geverî got Talabanî di demeke wiha de ku azadî nêz bûye jiyana xwe ji dest daye lê azadiya ku Talabanî di rêya wê de jiyana xwe daye wê di demeke kurt de pêk were.

Ên ku hatin sersaxiyê li deftera bîranînê ya ji bo Mam Celal Talabanî hîsên xwe nivîsîn.

 Sersaxî heta êvarî wê werin qebûlkirin.