Li bajarê qedîm ê Kurdistanê Dîlokê, ji bo em fikir û nêrînên gel der barê referandûmê de bigrin li bajêr kolan bi kolan digerin û pirs dikin. Dema ku em li navçeya Şahînbey a Dîlokê digeriyan em rastî Kalekî bi navê Şukru Gumuştekîn ê 75 salî hatin. Dema me nêrîn ji gel digirt Kalê Şukru hate ba me û ji me pirsî, hûn kijan çapemenî ne? Min ji kalo re got, ma kalo ferq heye, em kijan çapemenî bin. Kalê Şukru bi hêrs li min nêrî û got, belê ferq dike gelek dezgehên çapemeniyê tên li herêma me û nêrînên me berovajî dikin. Em kesê wiha naxwazin. Dema ku me got kalo em jî Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) tên, Kalê Şukru li min nêrî û bi dilekî germ em pêşwazîkirin û em himbêzkirin. Kalê Şukru em vexwendin mala xwe û got divê hûn bibin mêvanê min. Me berê xwe da mala Kalê Şukru û wî jî qala Dîlokê û referandûma 16’ê Nîsanê kir.
'DÎLOK WARÊ HAKKÎ KARER E'
Kalê Şukru Gumuştekîn diyar kir ku li Dîlokê deng ji bo zaliman dernakeve û wiha axivî: "Ez Kurd im û welatiyekî Kurdistanê me. Ez bi Kurdbûna xwe serbilindim. Dîlok bajarekî mezin ê Kurdistanê ye û gelek netew li vî bajarê rengîn û dîrokî dijîn. Dîlok warê Şehîdan û Şehîd Hakkî Karer ye. Dîlok warê şehîd û lehenga ne. Li Dîlokê cihê zaliman tineye, ev axekî pîroz e. Ji dîrokê heta niha ev axa pîroz ji aliyê Asûran, Romayiyan, Ereb û Tirkan ve hatiye dagirkirin. Hîna jî ev dagirkirin ji aliyê Tirko ve didome. Eger dîroka Dîlokê bê lêkolînkirin, wê dîrokeke qedîm derkeve holê. Ji destpêka Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ve jî qedir û qîmetek mezin ji bo vê axê tê dayîn.”
'PLANÊN AKP Û MHP’Ê WDÊ TÊK BIÇE’
Kalê Gumuştekîn da zanîn ku dê Dîlok xwedî li rûmeta xwe derkeve û wiha pê de çû: "Dagirker ti carî nikarin hebûna me Kurdan li ser vê axê biqedîne. Dinya hemû bibêje ‘ERÊ’ û bibêjin kesê bibê ‘NA’ em ê darve bikin, ez ê dîsan bibêjim ‘NA’. Ji îzna xwedê û pêximberan em ê di referanûma 16’ê Nîsanê de hemû planên dagirkeriyê yên AKP/MHP’ê têk bibin. Dê li vî welatî mezlûm û aştîxwaz biserbikevin. Bi salane dewleta Tirkiyeyê û AKP fermanan li serê gelê Kurd de tine, bi sedan zarokên me li Şirnex, Cizîr, Nisêbin, Sûr û Geverê bi awayek hovane hatin qetilkirin. Bila Erdogan li xwe binere û şermê ji xwe bike çawan dengê ‘ERÊ’ ji Kurdan dixwaze. Ev rewş ne jî bo Kurdan tenê xirabe, xwedê ger ev zalim bibe serok dê fermanan di serê gelên Tirkiyeyê de jî bîne. Gelek sedem hene ku ez bibêjim ‘NA’. 18 sal e Rêberê Apo di girtîgehê de ye, wekîlên me bi îradeya xwe hilbijartî xistin girtîgehan. Her wiha şaredariyên gel xesp kirin û hevşaredar kirine girtîgehan. Ligel vê yekê ez çawan bibêjim ‘ERÊ’. Xwedê heta xwîn di demarên laşê min de hebe ez ê ji bo ‘NA’ bixebitim.”
'JI BO AZADIYA RÊBER APO EM BIBÊJIN ‘NA'
Kalê Gumuştekîn anî ziman, eger di referandûmê de ‘ERÊ’ derkeve rojên tarî û reş li hêviya Kurdan û Tirkan e. Gumuştekîn di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Dîlokê kir û wiha got: “Divê tevahiya gelê Dîlokê xwedî li îradeya xwe derkeve û di referandûmê de bibêjin ‘NA’. Ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdistanê divê her Kurdek bibêje ‘NA’. Ji bo dawî kirina zilmê û rojên azad em ê bibêjin ‘NA’. Pêximberê me gotiye kesê ne ligel gelê xwe be, ew ne jî ometa min e. Her dengek rûmeteke werin em destê xwe bidin hevdû û divê referandûmê dengê ‘NA’ derxin.”