Ji ber parvekirineke Facebookê doz li nûçegihanê MA'yê vekirin

Îdîanameya li ser nûçegihanê MA'yê Yasîn Kobulan hatî hazirkirin, hate qebûlkirin.

Buroya Lêpirsînê ya Sûcên Çapemeniyê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Yasîn Kobulan, bi îdîaya "li pey hev kirina propagandaya rêxistinê" îdîaname hazir kir. Îdîaname ji hêla Dadgeha Cezayê Giran a 30'î ya Stenbolê ve hate qebûlkirin.

Di îdîanameyê de dema êrîşên li ser berxwedana Xwerêveberiyê yên li bajarên Kurdistanê dom dikir, yên dema Tebax-Cotmeha 2015'an, parvekirinên li ser Facebookê yên Kobulan bi rengê hêmanên sûc hatin nîşandan.

Danişîna pêşî ya dozê wê 26'ê Kanûnê saet 09.45'an pêk were.