Ji 4 girtiyên li girtîgeha Ûrmiyeyê agahî nayên girtin

Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê agahiyên zelal ji 4 girtiyên siyasî yên Kurd nayê girtin.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê hefteya borî roja Sêşemê ragihadibû ku 4 girtiyên siyasî yên Kurd yên bi navê Kemal Hesen Remezan, Elî Ehmed Sulêman, Ehmed Temûyî û Ibrahîm Îsapûr ku 4’ê Nîsanê ji bo lêpirsînê ji nişkave ji girtîgeha navendî ya Ûrmiyê veguhestibûn navendekî ewlekariyê, destgîrkirina wan meheke din hatiye dirêjkirin.

Ew çar girtiyên siyasî ji vê demê heya niha ji mafê hevdîtina bi malbatê re û telefonê bêpar hatine hiştin û heta niha jî ti agahî derbarê rewşan wan li ber dest nîne.

Piştî belavbûna vîrûsa Koronayê û alozbûna şert û mercên girtîgeha Ûrmiyeyê, ji tirsa ku girtî çalakî û nerazîbûnê nîşan bidin, ew veguhestine saziyekê ewlekariyê. Heta niha îdareya Îttîlaatê ya Ûrmiyeyê û Îttîlaata Sipahê dibêjin ku agahiya wan derbarê rewşa her çar girtiyan tuneye.

Beriya niha jî di salên derbasbûyê de çendîn car ji bo çêkirina dozeke nû, her çar girtî ji girtîgehê derxistine û veguhestandine navendên lêpirsînê yên Îdareya Îttîlaatê û Navenda lêpirsînê ya Elmehdî ya girêdayî Sipahê Pasdaran a li Ûrmiyê û dubare ji wan lêpirsîn pêk anîne. Di meha Îlonê ya 2012’an de Elî Ehmed Sulêman û Ehmed Temûyî li gel 3 girtiyên din ên siyasî bi hinceta ku têkilî bi Navenda Raporter a Taybet ya Netewên Yekbûyî ya derbarê kar û barê mafên mirov a li Îranê û têkilîdanîna bi çapemeniyan re, bi qasî 2 mehan ji bo ku îtîrafên derewîn ji wan bigirin û tevlî televîzyonê bibin, veguhestandibûn Îdareya Îttîlaatê û êşkence li wan hatibû kirin.