Huso: Li Efrînê dewleta Tirk bû DAÎŞ!

Hevseroka PYD’ê Ayşe Huso diyar kir ku dewleta Tirk Efrîn dagir kir û ket krîzê. Ayşe Huso got ku “Her roj nûçeyên cînayet, revandin û tecawizê tê. Lê divê were zanîn ku wê Efrîn were azadkirin.”

Hevseroka PYD’ê Ayşe Huso a ku tevlî Berxwedana Efrînê bûye, di salvegera dagirkirina Efrînê de ji ajansa me ANF’ê re axivî.

“BERXWEDANA SERDEMÊ PLANA WAN PÛÇ KIR”

Ayşe Huso diyar kir ku dagirkirina Efrînê ji bo wan jî êşeke mezin e lê di heman demê de berxwedan û hêrs û tolhildan tê wateya domandina Berxwedana Serdemê. Ayşe Huso got ku, “Çima navê wê bûye Berxwedana Serdemê. Divê em li ser vêya bifikirin. Erdogan diyar kiribû ku ew ê di nava du sê rojan de Efrînê bi dest bixin. Bi vê planê êrîşî Efrînê kiribûn. Gelê Efrînê, YPG û YPJ’ê li hemberî bi dehan balefir û bi deh hezaran leşker û çeteyan berxwedenake bêhempa kir. Em jî li wê derê di nava berxwedanê de bûn.

Bi hemû hêza xwe bombe bi ser Efrînê barandin. Di vê erdnîgariya biçûk de, teknîkeke zêde bi kar anîn. Lê li hemberî vî tiştî li ba gelê Efrînê îradeyek pêk hat. Li hemberî van êrîşan gel li ber xwe da. Di şexsê şehîd Barîn, şehîd Avesta û şehîdên Berxwedana Serdemê de destanek hate nivîsandin. Gelê me tevî YPG û YPJ’ê xwe li gorî rastiya şerê gel ê şoreşgerî amade kir, plana dewleta Tirk a ku diyar dikir ew ê di nava çend rojan de Efrînê desteser bike jî pûç kir.”

‘JI BER EFRÎNÊ KETE KRÎZÊ Û HILBIJARTIN LI DAR XIST’

Hevseroka PYD’ê Ayşe Huso diyar kir ku dewleta Tirk ji ber Berxwedana Serdemê kete nav krîzeke mezin û got ku, “Dewleta Tirk dema ku planên wê di dema xwe de pêk nehatin, gelekî xesirî. Wan digotin qey wê gel têxin bi desthilatdariya xwe û berxwedanê rewşeke berevajî ava kir. Piştî êrîşan qaşo wê Efrîn bi dest bixistina ew ê tu kesan nekaribûna qala Efrînê bikirina. Lê gel careke din li ber xwe da û li Şehbayê bi Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Efrînê xwe birêxistin kirin. Dewleta Tirk Efrîn dagir kiriye lê li Efrînê di nav kaoseke mezin de ne. Ew dizanin ku ew ê li wê derê ne mayînde bin. Ji ber vê jî dewleta Tirk ji bo têkçûna xwe ya li Efrînê veşêre hilbijartineke pêşwext da ber xwe.”

‘DEWLETA TIRK BI FERASETA DAÎŞÊ NÊZÎ EFRÎNÊ BÛ’

Ayşe Huso diyar kir ku beriya dagirkeriyê Efrîn bajar û kantoneke jinan bû lê dewleta Tirk a ku feraseta wê ya DAÎŞ’ê ye, di dagirkeriyê de herî zêde jin kiriye hedef. Ayşe Huso got ku, “Efrîn ji berê ve bi nasnameya jinê tê naskirin. Li Efrînê jin di warê civakî û pergala xweser a demokratîk de li pêş bû. Dewleta Tirk dema ku li Efrînê êrîş da destpêkirin, îradeya jinên azad kir hedef. Ev tê wateya berdewamiya xeta DAÎŞ’ê. Heta ku jinan nekin kolê, nikarin civakê bikin kolê. Li Efrînê hilberîna jinan û rêveberiya wê gelekî xurt bû. Mesela li gundê Marayê bermahiyên dîrokî hebûn. Ev der yekemîn gundê jinan ê di dîrokê de ye. Lê dewleta Tirk di dema dagirkeriyê de ev der hilweşand.”

‘BERXWEDANA ŞEHBAYÊ DERBEYÊ LI DAGIRKERIYA EFRÎNÊ DIXE’

Hevseroka PYD’ê Ayşe Huso diyar kir ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Efrînê, li Şehbayê jî berxwedaneke mezin heye û got ku, “Gelê Efrînê niha li Şehbayê pergala xwe ava kiriye û diyar dike ku bêyî pergala demokrasî, pergala neteweya demokratîk û wekheviya gelan jiyan nadome. Îro li Şehbayê jin li ber xwe didin. Ligel şertên giran ên li Efrînê, jiyan ji nû ve ava kirin. Em jinên ku berdewama çanda xwedawendan e li Şehbayê dibînin. Ji ber vê jî dewleta Tirk li Efrînê têk çû. Bi operasyona Baxozê de hebûna DAÎŞ’ê ya li Sûriyeyê ew ê biqede û li Efrînê berxwedana li hemberî dagirkeriyê jî wê bidome. Em jin, em ê Efrînê azad bikin. Em dizanin ku feraseta DAÎŞ’ê li Efrînê heye. Her roj nûçeyên cînayet, dizî û revandinê tê. Ne mumkun e ku em vî tiştî qebûl bikin. Di pêvajoya li pêş me, em amade ne da ku Efrînê rizgar bikin. Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku li ser vî esasî piştgiriyê bidin jinên Efrînê yên ku li ber xwe didin.”