Tehtê ku qala gelek tiştan dike

Kevir dibêje; Na, na ez tenê ne kevirek im. Bi wê awayî li min meyze nekin. Ka werin ez ji we re qala xwe û wan kesan bikim ku di hembêza min de jiyane..

Hûn  di vî wêneyî de çi dibînin. Tenê kevirek  yan jî kevirê ku  çend gerîla li ser rûniştine?

Kevir dibêje; Na, na ez tenê ne kevirek im. Bi wê awayî li min meyze nekin. Ka werin ez ji we re qala xwe û wan kesan bikim ku di hembêza min de jiyane..

Di wargehên azad de her tişt bi hêza watedarkirinê tê avakirin,  ji ber ku her tiştê xwe bi watedarkirinê ava dikin. Kesên ku hêza wan ya watedarkirinê nîn be, wê nikaribe rastiya jiyana xwe ya ku di her alî de nas bike, bi taybetî jî ya ku di aliyê manewiyet de ava dike. Bêguman hêza watedarkirinê jî bi wan nirxan ve girêdayiye ku ku hatine avakirin, bi dîroka wan  ve û bi wan hêlên wê ve ku bi kîjan zor û zehmetiyê  hatine avakirin û têne avakirin. Ji xwe ûcdanê mirovan jî bi watedarkirinê  dikemile. 

Me bi heval Şiyar, Dilşêr û Baweran re hilma jiyanê hilmijand.

Bi rojan û bi kêliyan bi hev re me tevna jiyana azad danî û ji bo dahatûyek azad me bi hev re gotûbêj kir..

Ma kî hat û kî nehat... 

Ma ez qala kê bikim...

Ez qala wan şêrgele  û şepalan bikim, ku ji bo xaka xwe canê xwe dane.

Ez qala wan  lehengan bikim ku ji bo xwebûnê dikevin nava cengekê mezin.

Ew Şiyar bû; çavên xwe, mejiyê xwe û dilê xwe ji rastiyê re vekir û bû pepûleya ku li pey heqîqetê dikeve.

Ew Dilşêr bû; ji bo welatê xwe, gelê xwe û hevalê xwe wêrek û fedekar bû.

Bawer bû ; ji bo jiyaneke azad bi bawer bû û bi bawerî têdikoşiya...

Belê di van waran de jiyan bi watedarkirinê  tê ristin. Her gavek û her meyzekirinek ji ya din mezintir dibe. Navê her kaniyekê, her girekî û her çiyayekî bi navên hevalên xwe bi nav dikin û her kêliya xwe bi mezinkirina bîranînên wan û bi xeyalên hevalên xwe dijîn. Wisa dijîn mirov dibêje qey qet ji hevalên xwe qut nebûne. Ya rast jî qet ji hev qut nabin. Belê, ev kevirê ku tê dîtin jî yek ji wan keviran e ku ji bo wan gelek hêja ye. Xwe bi nirxên xwe  mezin dikin...