HRW: Li Şengalê kesên ku gule li sivîlan reşandin divê ceza li wan were birîn

HRW’ê xwest ku, li Şengalê çeteyên girêdayî PDK’ê yên ku bi çekan êrîşî gelê sivîl kirin, divê ceza li wan were birîn.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW ) li ser êrîşa hêzên pêşmergeyan a ku di 14’ê Adarê de li Şengalê li ser gelê sivîl kiribûn,daxuyaniyek weşand.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW ) diyar kir ku di encama êrîşa bi gulleyên plastîk û rastîn û bombeyên gazê de, kesekê jiyana xwe ji dest da û herî kêm heft kes jî birîndar bûn.

‘GULE LI SIVÎLAN REŞANDIN’

HRW’ê bang kir ku, bila rayedarên Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê şîddeta bi mirinê ya li ser xwepêşandêran lêkolînê bike û HRW’ê xwe spart vegotinên sê kesên ku beşdarî pêşandanê bûbûn û diyar kir ku çek li ser xwepêşandaran tune bû û pêşandana wan aştiyane bû lê koma ‘Pêşmergeyên Rojava’ ya ku ji aliyê Wezareta Karê Hundir a Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ji şervanên ji Sûriyeyê hatiye ava kirin, gulle li ser xwepêşandarên sivîl reşandiye.

HRW’ê diyar kir ku, xwepêşandaran jî kevir avêtine “Pêşmergeyên Rojava” lê ev tişt piştî êrîşa çekdarî pêk hatiye û got: “Fermandarekî Pêşmergeyên Rojava yê ku ji HRW’ê re axivî û got, çek li ser hin xwepêşanderan hebû û mirin û birîndarî jî ji ber vî tiştî pêk hatiye lê daxuyaniya şahidên din ev îddîa pûç kiriye.”

‘DIVÊ BILEZÛBEZ LÊPIRSÎN WERE VEKIRIN’

Alîkarê Dîrektorê Rojhilata Navîn ê Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan Lama Fakih got: “Me ti delîl nedît ku hêzên çekdarî yên li Şengalê hinceteke wan a meşrû hebe ku guleyan li xwepêşandaran bireşînin.” Fakih diyar kir ku divê hikumet li hemberî vê bikaranîna hêzê ya kujende ya ku ti palpiştiya wê ya hiqûqî tune, bi lezûbez lêpirsînekê bide dest pê kirin.

Her wiha HRW’ê diyar kir ku rayedaran têkildarî vê bûyerê û bikaranîna hêzê ti daxuyanî neda ye weke not derbas kir.

HRW’ê ya ku cih dayî gotin û nirxandinên kesên ku beşdarî çalakiyê bûne, hate diyar kirin ku bi armaca protestokirinê ber bi çeperên Pêşmergeyên Rojava ên li Sinûnê ve ketin rê, bi qasî 10 metre mayî ku bigihêjin çeperan, ji aliyê pêşmergeyan ve bi gaza bîberê êrîş hate kirin û ve êrîş bi qasî 15 deqeyan dewam kir. NRW’ê diyar kir ku li beramberî vê çalakgeran paşve nekişiyan û li dijî vê jî ti şidet û hêz bikar neanîne, piştî 10 deqan hêzên pêşmergeyan bê ku hişyarîyek bide, ji bo çalakgeran belav bike, li ser gel gule reşandine.

Hacî Hasan ê ku ji HRW’ê re axivî diyar kir ku li gel Nazê Nayîf a 21 salî, ciwanekî 25 salî û 2 jinên ciwan di êrîşê de birîndar bûne. Hasan diyar kir ku Nazê Nayîf gule li serî ketibû û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Çalakgeran diyar kirin ku piştî mirina Nazê Nayîf û şûnde, gelek hêzên ewlekariyê û qasî 10 wesayîtên polîsên hêzên çewîk hatin beşdarî nava ‘Pêşmergeyên Rojava’ bûn. Li gorî şahidên bûyerê, tevî ku çalakgeran di wê navê de bi qasî 10 kesan kevi avêtibin polîsan jî, bê ku dem zêde derbas bibe girse belav bû.

HRW, destnîşan kir ku beriya rayedar bê ku şidet û çekan bikar bîne, divê serî li rê û rêbazên ku şidet li nav nebe bide, diyar kir ku bikaranîna çekê tenê dema ku bixwazî bijî neçar dibî dikeve dewreyê.

 ‘DIVÊ BERPIRS BÊN CEZAKIRIN’

HRW’ê, daxwaz kir ku bi karanîna şidet û çekê ya bi armaca kêfî ji aliyê hikûmetê ve divê weke sûç bê dîni û cezakirin. Rayedarê ji hêza ewlehiyê berpirsyar di vê weke berpirsyar bê dîtin û cezakirin.