HPG: Operasyona dagirkirina Amedê têk çû

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku operasyona dagirker a ku artêşa Tirk li navçeyên Amedê dabû destpêkirin têk çûye û hêzên dagirker di operasyonê de li ser navê qezayên trafîkê welatparêzên Kurdistanê qetil dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de diyar kir ku operasyona artêşa dagirker a Tirk a ku di meha Gulanê de bi deh hezaran leşker û kontrayan li Licê, Karaz, Hênê, Hezro, Pîran û Farqînê ya bi ser Amedê dabû destpêkirin, bêyî ku encamekê werbigire, bi paş ve hatiye kişandin.

Di daxuyaniya NRÇ’ê ya HPG’ê de têkildarî operasyona artêşa Tirk a li Amedê ev tişt hatin diyarkirin:

“Operasyona artêşa dagirker a Tirk a ku di meha Gulanê de bi deh hezaran leşker û kontrayan li Licê, Karaz, Hênê, Hezro, Pîran û Farqînê ya bi ser Amedê dabû destpêkirin, bêyî ku encamekê werbigire, bi paş ve hatiye kişandin.

Operasyona hêzên dagirker a ku 24 saetan ji asîmanan keşf dikir, li jêr bi îstîhbaratê û bi çekên herî modern dabû destpêkirin, têk çûye. Operasyona ku hewl dida hêzên me îmha bikin negihiştiye armanca xwe û hêzên me yekîneyên artêşê yên veşartî û bi pergal kirine hedefa xwe û derbên giran li wan dane.

Di tevahiya operasyonê de hêzên me bi cesaretekî mezin çûye ser dijmin, ji xeynî 2 hevrêyên me yên ku şehîd bûne û hevalekî me yê ku dîl hatiye girtin, tu windahiyên me yên gerîlla tune.

Li hemberî vî tiştî hêzên dagirker zext, pêkutî û êşkence li gelê herêmê kiriye. Ji mehekê zêdetir hêzên dagirker nehiştine ku gundî biçin gundên xwe, biçin ser erdên xwe û heywanên xwe bidin çêrandin û xwestine bi girtinê gel bidin tirsandin. Gelê me li helîkopteran kirine, birine qereqolan û ew li vê derê tehdîd kirine.

Ji xeynî vêya jî hêzên dagirker mirovên me yên welatparêz ên ku berê tespît kirine li ser navê qezayên trafîkê qetl kirine. Li Amedê li nêzî gundê Guçlu yê Licêyê wesayîteke polîsan li ya gelê sîvîl dabû û li vê derê 5 sîvîlan jiyana xwe ji dest dabûn. Bi van qetilkirinan xwestin pira di navbera gerîlla û gel hilweşînin û ligel van qetilkirinan artêşa Tirk negihiştiye armanca xwe û operasyona xwe bi paş ve kişandiye.”