HPG: Li Heftanînê 6 dagirker hatin cezakirin

HPG'ê ragihand, ku hêzên wan 15'ê Kanûnê li qada Bektorya ya Heftanînê ji du baskan ve çalakî birine ser Girê Koordîne û di encamê de 6 dagirker hatine cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand, ku gerîlayan ji du baskan ve li qada Bektorya ya Heftanînê 15'ê Kanûnê çalakî birine ser Girê Koordîneyê û 6 dagirker hatine cezakirin.

HPG'ê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Hêzên me bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê 15'ê Kanûnê saet di navbera 12.00-12.20'an de li qada Bektorya ya herêma Heftanînê li dijî dagirkerên li Girê Koordîneyê ji du baskan ve çalakî kirin.

Baskê pêşî yê çalakiyê kozika ku 4 dagirker tê de bûn kir hedef û li wan da. Ev kozik li gel dagirkerên tê de bi temamî hate rûxandin. Dema çalakiyê kozika A4 ku dixwest dest li hêzên me werde ji hêla baskê duyan ê çalakiyê ve bûye hedef. Kozik li gel du dagirkerên tê de hate îmhakirin. Kozikeke din jî ya serê gir bûye hedef, derb xwariye, li vê derê dagirkerên ku hatine cezakirin û birîndar bûne tam nehatiye zelalkirin.

Di vê çalakiyê de çekek A4 û 2 kozik hatin îmhakirin, kozikekê derb xwar û berbiçav 6 dagirker hatine cezakirin."