HPG: Li Colemêrgê 4 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, li Colemêrgê di çalakiyên duh ên gerîla de herî kêm 4 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakiyên duh ên li Colemêrgê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, hêzên HPG/YJA Starê, êvara 15'ê Adarê saet di 18:10'an de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, ji cihekî nêz ve bi çekên ferdî li leşkerên li nîzamiya Çemêkurkê xistin.

Li gorî daxuyaniyê, hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehat zelalkirin û artêşa Tirk piştî çalakiyê obus û hawanan avêt derdora xwe û herêma Kanîreşê.

Navendê diyar kir, heman rojê saet di 12:00 de, li navçeya Çelê ya Colemêrgê, hêzên wan li dijî leşkerên li ser girê Havanê civiya bûn, 2 çalakiyên sabotajê pêk anîn.

Li ser encamên van çalakiyan, ev agahî hatin dayîn:

"Di çalakiyan de çeperek hat rûxandin û 4 leşkerên li vê derê hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC bi helîkopterên bi tîpa Skorsky mirî û birîndarên xwe rakir. Li dû çalakiyê artêşa TC hawan û obus avêt herêmên Merganiş û Şîfreza."