HPG: Li Şirnexê 5 tîmên taybet hatin cezakirin

HPG'ê diyar kir ku ji bo bîranîna gerîlayên di Pêngava Cenga Heftanînê de şehîd bûn, li navçeya Qilabanê ya şirnexê çalakiyek li darxistine û di encamê de 2 çeper û konek hatine îmhakirin, 5 tîmên taybet hatine cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê çalakiya 14'ê Tîrmehê ya li navçeya Qilabanê ya Şirnexê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Hêzên me li qada navbera gundên Osyan û Aqirê yên navçeya Qilabanê ya Şirnexê, tîmên taybet ên artêşa TC a dagirker ku demek bû li herêmê tevdigeriya, xistin bin kontrola xwe. Yekîneyên dijmin 14'ê Tîrmehê saet di 23:00 de li Girê Şehîd Kahraman bûn hedefa hêzên me. Ji cihekî nêz ve li çeper û stargehên dijmin hate xistin û di encamê de 2 çeper û konek hatin îmhakirin, bi qasî ku hate tespîtkirin 5 tîmên taybet hatin cezakirin. Hêzên me her wiha li stasyona bazê ya li ser heman girî xistin û di encamê de stasyona bazê îmha kirin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyên me yên li Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê li dijî dijmin bi lehengî şer kirin û şehîd bûn hate lidarxistin."

BALAFIRÊN ŞER ÊN TIRK BOMBE LI ZAPÊ Û XAKURKÊ BARANDIN

HPG'ê têkildarî êrişên hewayî jî ev agahî dan:

"16'ê Tîrmehê saet di 14:30'î de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qada Şikefta Birîndaran a herêma Zapê û zozanê Rotê yê qada Goşine ya herêma Xakurkê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye."