HPG: Hevrê Zinar û Şahîn şehîdên Newrozê ne

HPG'ê 2 fermandarên ku sala 2018'an li Qendîlê şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Di êrîşa dijmin de ya li herêma Qendîlê, hevrêyên me şehîd bûn û bûn şehîdên Newrozê."

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de wiha hate gotin:

"22'ê Adara 2018'an li herêma Qendîlê di êrîşan de fermandarên me yên hêja hevrêyên me Zinar û Şahîn şehîd bûn. Herdu fermandarên me yên hêja ku salên dûr û dirêj di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de li gelek qadan man û di demên herî zehmet de bi milîtanî meşiyan, di jiyana xwe ya şoreşgerî de mohra xwe danîn binê gelek serketinan, bûn milîtanên Apoyî yên mînak. Hevrêyên me Zinar û Şahîn di her kêliyê de ji bo azadiya gelê me ked da û bi nirxên ku afirandin bûn kadroyên pêşeng ên partiya me PKK. Ji Bakurê Kurdistanê heta bi Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji wir jî heta bi çar aliyên welatê me Kuridstanê têkoşiyan, felsefeya Apoyî li her qada jiyanê ya gelê me belav kirin, mîna derwêşên hemdem jiyan û li herêma Qendîlê di êrîşa dijmin de şehîd bûn, bûn şehîdên Newrozê.

Malbatên hêja yên hevrêyên me Zinar û Şahîn ewladên ewçend hêja da têkoşîna azadiyê ya gelê me, bi vî rengî wezîfeya herî bilind a welatparêziyê bi cih anîn û xwedî li têkoşîna van hevrêyên me derketin. Bila serê van malbatên me yên hêja û tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Zinar Sîpan
Nav paşnav: Bûrhanettîn Yagmûr
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Elfesiyah-Osman
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Adara 2018 / Qendîl

Nasnav: Şahîn Gever
Nav paşnav: Kemal Tûrgût
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Zelîha-Abdûllah
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Adara 2018 / Qendîl

ZINAR SÎPAN

Partiya me PKK a bi pêşengiya Rêber Apo ku gelekî li ber qirkirin û tunebûnê ji xweliya xwe afirand, bi rengekî heybet danî ser dika dîrokê, kevneşopiyeke xurt a berxwedanê afirand. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê li her bihosta Kurdistanê belav bû, bû bersiv ji daxwaza azadiyê û birayrdariya jiyana bi rûmet a gelê me û bi keda şehîdên me yên nemir mezin bû, gihîşt vê serdemê. Herêma me Garzan ku yek ji herêmên destpêkê yên xwedîderketina li têkoşîna me ye û gelê me bi rengekî girseyî xwedî lê derket, nasnameya xwe ya berxwedêr a nirxên Kurdistanî bi partiya me PKK'ê re jinûve nîşan da, hêrsa xwe ya li hemberî dagirkerî û dagirkeran tevlî têkoşînê kir. Navçeya me Tetwan a Bedlîsê jî ku navenda vê berxwedana Garzanê ye, bi ruhê serketinê yê PKK'ê re zû bû yek, bi sedan ewladên xwe yên leheng tevlî nava refên têkoşînê kir û şand qadên me yên berxwedanê. Hevrêyê me Zinar jî li nava malbateke welatparêz a Tetwanê ji dayik bû, bi nirxên civakî yên xurt ên herêmê û destanên têkoşîn û berxwedanê mezin bû. Hevrêyê me êşa gelê me, zext û zilma li gelê me tê kirin ji kilaman bihîst, ji dil hîs kir û di temenekî ciwan de bû xwedî nasnameyeke têkoşer. Hevrêyê me ku li nava xwezaya bihuştî ya Kurdistanê, bi nirxên komunal, dûrî bandora qirêj a sîstemê mezin bû, ji bo xwendina zanîngehê çû Erzîromê û li vê derê berxwedana gerîla ya destanî û partiya me PKK hîn bêhtir ji nêz ve şopand. Berxwedana destpêka salên 90'î ku berxwedana gerîla bi serhildanên gelê Kurdistanê yê welatparêz re bû yek û gihîşt asta herî bilind, hevrêyê me Zinar jî tevlî nava refên têkoşînê kir. Hevrêyê me tevlî nava rêxistiniya ciwanan a pêşeng a milîtaniya ciwanên Kurdistanê Yekîtiya Ciwanên Kurdistanê (YCK) bû, di vê demê de Rêber Apo û PKK hîn bêhtir ji nêz ve nas kir. Hevrêyê me Zinar bi kesayetiya xwe ya milîtan û kedkar di karên ciwanan de bû pêşeng, gelek caran bû hedefa êrîşa dagirkeran û hate destgîrkirin. Li gel êrîşên dewleta Tirk a mêtinger jî ruhê têkoşîn û berxwedanê yê Rêberf Apo pejirand, ti carî paşve gav neavêt û her tim kete nava lêgerîna li têkoşîneke hîn xurtir. Hevrêyê me Zinar ku milîtanê nifşê serhildana PKK'ê bû, sala 1993'an dema ku li Zanîngeha Erzîromê dixwend, bêteredût dest ji beşa Fransî berda û bû fedaiyê têkoşîna azadiyê ya gelê me.

Hevrêyê me li xaka pîroz a Serhedê ku lê ji dayik bû û mezin bû, tevlî nava refên têkoşînê bû, di nava salekê de li herêma Serhedê gerîlatî kir û di nava pratîka şer de gihîşt, bû milîtanekî Apoyî. Her zor û zehmetî bi îradeyeke xurt ji ber xwe rakir, bi lez bû gerîlayekî şareza û sala 1994'an derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me bi perwerdeya li vê derê wergirtî ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve şareza bû, tecrûbeyên xwe jî bi hevrêyên xwe re parve kir. Ji bo karibe li qada Serhedê vegere ku bi dilsoziyeke mezin pê ve girêdayî bû, timî israr kir û piştî salek li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi coşeke mezin vegeriya Serhedê û têkoşîna xwe ya li hemberî dagirkeran bi rêbazeke hîn encamgir û bi bandor meşand. Hevrêyê me 5 salan li qada Serhedê bênavber têkşoiya, gerîlatiyeke dîrokî meşand ku her kêliya xwe efsane bû. hevrêyê me bi fermandariyê pêşengî ji hevrêyên xwe re kir, cihê xwe li eniya herî pêş a li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker girt, beşdarî gelek çalakiyan bû û bi fedaîtî bi ser dagirkeran ve çû, derbên giran lê xist. Di pêvajoya Komploya Navneteweyî de ku 15'ê Sibata 1999'an di şexsê Rêber Apo de ji bo tunekirina hêviyên azadiyê yên gelê Kurd hate kirin, hevrêyê me Zinar mîna her hevrêyekî me li nava refên gerîla bû xwedî hêrseke gelekî mezin, bi çalakiyên xwe derbên giran li mêtingeran xist û hewl da bersiveke mezin bide pêvajoyê. Ji bo gelê me bi Rêbertiya azad xwedî paşerojeke azad be, hevrêyê me Zinar bêrawestan bi enerjiyeke mezin têkoşiya, bi mîrateya têkoşînê ya şehîdên me yên nemir û felsefeya Rêber Apo dilsoz ma û ji xwe re kir esas ku vê felsefe û mîrateyê bi ser bixîne. Hevrêyê me beşeke mezin a gerîlatiya xwe li qadên herî dijwar ên têkoşîna me derbas kir, her tim li refên pêş meşiya, bû milîtanekî fedaî û fermandarekî şareza yê li nava refên partiya me. Hevrê Zinar li ser şopa fermandar Egîd li her qadê tirs berda nava dilê dagirkeran, di nava têkoşîna xwe de gelek wezîfeyên krîtîk bi cih anî û her wezîfe jî bi ser xist. Hevrêyê me Zinar li qada Serhedê û Herêmên Parastinê yên Medyayê gelek kar kir, timî xwe bi pêş ve bir û xwe ji her wezîfeyê re amade kir, di şerê dijî dagirkeran de tevî ku du caran birîndar bû, zû baş bû û berxwedana xwe dewam kir. Hevrêyê me Zinar ku fermandarekî xwedî ruhê serketinê yê demê û şervanekî fedaî bû, di jiyana xwe ya şoreşgerî de bi sedan şervan perwerde kir, tecrûbeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir û ji bo li ser xeta PKK'ê bibin milîtanekî xurt kedeke mezin da. Hevrêyê me Zinar ku li her bihosta xaka Kurdistanê ked da û ji bo paşeroja azad a gelê me bênavber xebitî, ji roja ku tevlî bû heta kêliya ku şehîd bû, li ser xeta Apoyî jiya, felsefeya fedakariyê li her qadê ji xwe re kir esas. Di demekê de ku êrîşên tasfiyekirinê li ser Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê giran bû, li ser xeta milîtaniya Apoyî bi israr wezîfeyên herî giran û demê bi cih anî. Hevrêyê me Zinar wezîfeyên jiyanî di demên herî krîtîk de bi ser xist, bi têkiliya xwe ya hevrêtiyê ya xurt hem li nava jiyanê hem jî il nava şer pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Hevrêyê me Zinar her tim bi ruhê milîtaniya Apoyî xwe lis er xeta serketinê bi rêxistin kir û ruhê serketinê li her qadê gihand hevrêyên xwe. Li akademiyên Mahsûm Korkmaz û Şehîd Îbrahîm tecrûbeyên xwe yên xurt ên gerîlatiyê û danheviya îdeolojîk bi hevrêyên xwe yên ciwan re parve kir, di pêşvebirina wan de bû xwedî roleke mezin. Ji Xakurkê heta Metîna, ji Qendîlê heta bi Zap û Serhedê li gelek qadan pratîkeke serketî meşand, weke milîtanekî mînak ê PKK'ê di demên herî giran de wezîfeyên navendî bi cih anî. Hevrêyê me Zinar herî dawî cihê xwe di nava Rêveberiya Eyaletê ya Qendîlê de cih girt, weke milîtanekî PKK'ê yê leheng mîsyona pêşengiyê li nava refên partiyê bi serketî bi cih anî û her tim ji xwe re kir esas ku mîrateya têkoşînê ya şehîdên me yên nemir bilind bike.

Hevrêyê me Zinar bi têkoşîna xwe ya şoreşgerî ya nêzî 30 salan mîrateyeke bêmînak a têkoşînê li pey xwe hişt, bêteredût bû şopdarê felsefeya Rêber Apo, di nava jiyan û şer de bû navê fedaîtiyê. Em ê mîrateya têkoşînê ya fermandarê xwe yê nemir hevrêyê xwe Zinar bi serketinê tacîdar bikin.

ŞAHÎN GEVER

Hevrêyê me Şahîn il gundê Şîşemzîn ê Geverê, li nava malbateke welatparêz a ji eşîra Mamxurî ya welatparêz ji dayik bû ku ev eşîra me li gelek herêmên Kurdistanê ye. Malbat û derdora hevrêyê me Şahîn bi pêngava gerîla ya dîrokî ya 1984'an partiya me PKK nas kir û bû dilxwazê partiya me. Vê malbata me ya welatparêz û derdora wê piştî ku partiya me PKK nas kir, li dora wê civiya, jê bawer kir ku wê doza azadiyê bimeşîne û di vê oxirê de ewladên xwe yên hêja feda kir. Hevrêyê me Şahîn jî li nava malbat û derdoreke bi vî rengî ya welatparêz mezin bû, di zarokatiya xwe de partiay me nas kir û pê ve hate girêdan. Hevrêyê me Şahîn hîn di zarokatiyê de komkujiyên dewleta Tirk a qirker faşîst ên li ser gelê me dît, rastiya dijmin hingî nas kir. Hevrêyê me Şahîn diyar kir ku we demê her ku tevlîbûn ji nava malbat û derdorê çêdibû xwedîderketina li hişmendî û têkoşîna azadiyê hîn xurtir dibû. Hevrêyê me Şahîn xwest bibe bersiv ji bûyerên diqewimîn, ji şehadetan, tevlîbûnan û bersivê bide polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst, lewma biryara tevlîbûna li nava têkoşîna azadiyê da.

Hevrêyê me Şahîn ku di sala 1998’an de li herêma Bajêrganê tevlî nava refên gerîla bû, heta sala 2001’an li herêmên Bajêrganê û Şehîdan pratîk kir. Tevî ku pratîka destpêkê ya gerîlatiyê bû jî hevrê Şahîn bi kesayeta xwe ya şênber û kedkar, zû adapteyi jiyana gerîla û hevrêyên xwe bû û cihê xwe di nava xebatên pratîk de girt û ji aliyê hevrêyên xwe ve jî hate hezkirin. Heyecana wî ya li ser her detayên jiyana gerîla, rê dida hevrêyê me Şahîn ku jiyanê hîn xurttir hembêz bike û bi perspektîfek din bedewiyên jiyanê bibîne. Piştî pratîkên ku li herêmên Esendere û Şehîdan pêk anî, li Dibistana Navendî ya Partiyê dewreya perwerdeyê dît. Hevrêyê me Şahîn di pêvajoya perwerdehiyê de lêhûrbûnên kûr li ser kes û civakê pêş xistiye û analîza kesayetî bi awayekî kûr meşandiye. Hevrêyê me Şahîn got, “Koka civakî û ji ber vê yekê rastiyên dîrokê, di teşekirina şexs de xwedî roleke pir girîng in. Ji ber ku dîroka Kurdan nehatiye nivîsandin û beşa nivîskî jî li ser esasê berjewendiyên serdestan hatiye nivîsandin, analîzkirina ferdê Kurd û gihandina wî di asta tê xwestin û astên qebûlkirinê de gelek zehmet kiriye. Ji ber ku Rêbertiya Partiyê ev guhertin di şexsê xwe de pêşxist, bû xwedî encameke mezin. Asta serkeftinê ya tê xwestin li welatê me nehat bidestxistin ji ber ku mirov di asta ku tê xwestin de pêş neket," û ji bo ku bigihîje asta pêşkeftinê ya ku tê xwestin, hûrguliyên kûr pêşxist. Yek ji hevrêyên me ye ku li ser esasê Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a ji aliyê Rêbertiya me ve hatiye amadekirin, bi dilsoziya xwe ya bi Rêbertiya me re, li dijî hewldanên tasfiyekirina partiya me bûye xwedî helwesteke xûrt. Hevrêyê me Şahîn bi van gotinan helwesta xwe ya di vê serdemê de anîbû ziman: “Bi hêza ku min ji Rêbertiyê girt, armanca min a sereke ew e ku xwe ji aliyê îdeolojîk ve li ser esasê pêşxistin û nûkirina xwe bi îrade û biryardariyeke mezin di têkoşînê de bi rêxistin bikim. Ti tiştekî ku min ji vê têkoşînê paşde gav bide avêtin nîne. Li ser van prensîban, baweriya min bi tevahî heye ku ez ê her karê ku Partî deyne ber min, bi biryardariyeke mezin bi cih bînim. Ez li ser vê bingehê soz didim.” Hevrêyê me Şahîn ê ku di pêvajoya perwerdehiyê de lêhurbûnek kûr kiriye û bi hêza ku girtiye derbasî pratîkê bû, berê xwe da qada Qendîlê û demekê beşdarî xebatên pratîk bû. Hevrêyê me Şahîn ku di sala 2003’an de derbasî qada Amedê bû, 7 sal in bi awayekî bênavber û serketî pratik meşandiye. Plansaziya gelek çalakiyên ku li vê herêmê pêk anîne kiriye û bi pêşengiya pratîka wan derbên giran li dagirkeran daye. Weke ku wî her tim anîbû ziman, li ser esasê pêwîstiyên têkoşînê yên derxistiye holê her tim xwe ji bo her karekî amade kiriye û li gorî gotin û pratîka xwe bûye yek ji mînakên herî bi nirx ên milîtaniya PKK’ê. Hevrêyê me Şahîn ku ji fermandarê tîmê heta fermandarê eyaletê hemû erkên xwe bi awayekî serketî bi cih anî, di hemû erkên xwe de jî şervanekî serkeftî ye. Li qada Amedê ku bi îradeyek mezin çûbû, bi ked, hewldan û fedekariyeke mezin, bê hesab beşdarî hemû erk û xebatên serdemê bû. Hevrêyê me Şahîn ê di sala 2011’an de derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, li Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz beşdarî dewreya perwerdeyê bû. Di vê dewreya perwerdeyê de hem xwe û hem jî hevrêyên xwe bi ezmûnên ku ji pêvajoya pratîk girtiye, perwerde kiriye. Piştî perwerdehiyê derbasî qadên Metîna û Garê bûye û bi awayekî çalak tevlî xebatan bûye. Ji bo ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên ku destek ji dewleta Tirk a dagirker ku dixwaze qirkirina Kurdan temam bike şer bike, derbasî Rojava bû. Di hişyarkirina gelê me yê Rojava de, di avakirina yekîneyên parastina cewherî de, di perwerdekirin û birêxistinkirina gelê me yê ji bo azadiya xwe têdikoşin de roleke mezin lîst. Hevrê Şahîn ku di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de roleke pêşeng lîst, ji bo têkbirina çeteyên DAÎŞ’ê ku ne tenê li ser gelê me di heman demê de ji bo tevahî cîhanê xeteriyek mezin e, kedek mezin da. Hevrêyê me Şahîn ku di rola dîrokî ya ciwanên Kurd de bi rengekî serketî wezîfeya xwe bi cih anî, piştre berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me Şahîn ji bo pratîka sala 2016'an a li dijî DAÎŞ'ê binirxîne, pratîk û helwestên şaş binirxîne û dersan jê werbigire li Akademiya Şehîd Îbrahîm tevlî dewreya perwerdeyê bû. Hevrêyê me Şahîn li ser lêhurbûna xwe yê perwerdehiyê ev tişt gotibû, “Ji bo têkoşîna li dijî pergala serdest ancax bi afirandina hişmendiya dîrokî pêkan e. Her wiha ji bo mirov bi watedar bijî û vê hişmendiyê bigihîne astek bilind di çerçoeveya paradigmaya modernîteya demokratîk de li ser zanistiya zayendî û têkoşîna wê lêhurbûnên min çêbûn. Hevrêyê me Şahîn ê ku îdeolojiya Apoyî ji kûr ve bi jiyanî kir û kesayeta xwe bi taybetmendiyên Apoyî ve girêda, ji bo bidestxistina kesayeta milîtan a Apoyî kedeke mezin da. Hevrêyê me Şahîn ji rastiya jina azad bawer kir, hewl da îdeolojiya rizgariya jinê fêm bike û her tim li ser paradîgmaya Rêbertiyê rawestiya. Hevrê Şahîn wekî endamekî fermandariyê bi enerjiya ku ji lêhurbûn û pratîka xwe di perwerdeyê de bidest xistiye berê xwe da herêma Qendîlê. Hevrêyê me Şahîn bi ked û fedekariyeke mezin beşdarî xebatên li vir bûye. Hevrêyê me Şahîn ku ji bo pêkanîna gerîlatiya serdema nû kedeke mezin da, ji bo lêhûrbûna xwe bike pratîkê û ji bo ku hevrêyên xwe jî bike tevgerê têkoşiya. Hevrêyê me Şahîn ku di êrîşa dijmin a 22’ê Adara 2018’an de şehîd bû, di jiyana xwe ya gerîla ya bênavber a 20 salan de ked, fedekarî û berhevbûneke bîrdozî mezin kiriye.

Hevrêyê me Şahîn bûye yek ji mînakên herî berbiçav ên milîtaniya Apoyî û ji bo ku her peywira xwe bi bawerî û îdîayeke mezin bi ser bixîne kedeke mezin daye.  Hevrêyê me Şahîn rêya ku me ber bi serkeftinê ve bibe, nîşanî me da. Em weke hevrêyan soz didin ku em ê mîrateya berxwedanê ya hemû şehîdên me û bi taybetî hevrê Şahîn ji me re hiştine bilind bikin û em ê bîranînên wan bi serketinê tacîdar bikin."