HPG: Herî kêm 17 dagirker hatin cezakirin-HATE NÛKIRIN

Dewleta Tirk a dagirker di 23’ê Nîsanê de li Başûrê Kurdistanê dest bi êrîşên dagirker kiribû. Gerîlayên HPG û YJA-Starê de li dagirkeran dixe. Hate diyarkirin ku di çalakiyan de herî kêm 17 dagirker hatine cezakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye:

“Dewleta Tirk a dagirker di 23’ê Nîsana 2021’an de dest bi êrîşên dagirker kiribû. Hêzên me jî di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ çalakiyên berfireh dike. Agahiyên li ser çalakiyan wisa ye;

PÊNGAVA ŞOREŞGER A BAZÊN ZAGROSÊ

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de,

Di 30’ê Nîsanê de saet di navbera 15.00 û 16.00’an de hêzên me dagirkerên li Girê Şehîd Mervan a Zapê xistine bin kontrola xwe û li dagirkeran dan. Di vê çalakiyê de dagirkerek hatiye cezakirin.

Di 1’ê Gulanê de saet di 11.30’an de hêzên me li Girê Şehîd Serdar a herêma Avaşînê bi çekên giran li dagirkeran daye. Di vê çalakiyê de bi xurtî li hedefan hatiye xistin. Piştî çalakiyê dagirkeran qad bomberdûman kirine.

Di 1’ê Gulanê de saet di 20.00’an de hêzên me li Girê Şehîd Serdar a Avaşînê xwe bera nav dagirkeran daye û çalakiyek kiriye. Di vê çalakiyê de kozik û çeper hatine îmhakirin û 5 dagirker hatine cezakirin.

Di 2’ê Gulanê de saet di 07.30’an de hêzên me ji nêz ve li du kozik û çeperên dagirkeran ên li Girê Şehîd Dilgeş a Avaşînê dane. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatine cezakirin û dagirkerek jî birîndar bûye.

Di 1’ê Gulanê de saet di 17.40’an de hêzên me li Girê Şehîd Mûnzûr a Zapê li kozikeke dagirkeran haye. Di vê çalakiyê de kozik hatiye îmhakirin û çar dagirkerên tê de hatine cezakirin. Piştî çalakiyê dagirkeran bi helîkopteran leşkerên mirî ji qadê derxistine.

Di 1’ê Gulanê de saet di navbera 07.00 û 09.00’an de kozika şer a li Girê Mamreşo ya Avaşînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker hatiye bomberdûmankirin. Piştî bomberdûmanê hêzên dagirker xwestine bi pêş ve werin lê hêzên me li wan dane. Dagirkeran tu encam nestendine û vegeriyane.

PÊNGAVA ŞOREŞGER A CENGA XABÛRÊ

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de

Di 1’ê Gulanê de saet di 09.40’an de hêzên me li Girê Sûîkastê ya Xantûra ya li Heftanînê bi sûîkastê li dagirkeran daye. Di vê çalakiyê de fermandarê gir hatiye cezakirin.

Di 1’ê Gulanê de saet di 10.00’an de hêzên me li dijî dagirkerên li Girê Qesrokê ya qada Partîzanê ya Heftanînê li dagirkeran daye. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatine cezakiri, kozikek, 2 kamerayên mobeseyê û pergala radarê ya li  gir hatiye îmhakirin.

2 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Di 29’ê Nîsana 2021’an de di şerê Zapê de hevrêyên me Delal û Viyan piştî şerekî qehremanî ya li dijî hewldana dagirkirinê ya artêşa Tirk, şehîd bûne.

Di 23’ê Nîsanê de li dijî operasyona dagirkeriyê ya dewleta Tirk gerîlayên me berxwedaneke dîrokî kirine. Dewleta Tirk a dagirker ya ku dixwaze hêviya gelê me gerîlayan tasfiye bike û konsepta qirkirinê bi dawî bike, careke din li hemberî gerîlayan têk çûye.

Hevrêyên me Delal û Viyan ji dema ku operasyona dagirker hatiye destpêkirin, di eniyên pêş de cih girtine û pêşengtî ji çalakiyan re kirine. Helîkopteran rêhevalên me kirine hedef lê hevrêyên me berxwedaneke efsanewî nîşan dane û helîkopter ji qadê dûr ketine. Hevrêyên em bi ruhê milîtaniye Apoyî nehiştine ku dagirker li qadê cih bibin. Berxwedana hevrêyên me bûye mizgîniya meşa me ya serfiraziyê.

Malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna wan bi serfiraziyê tacîdar bikin.

BOMBERDÛMANA LI SER HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ DIDOME

Bomberdûmana artêşa Tirk a dagirker ku li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dabû destpêkirin, didome.

Di 29’ê Nîsanê de saet di 21.00’an de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qada Kolîtê ya herêm Xakurkê bomberdûman kiriye.

Di 30’ê Nîsanê de saet di 23.00 û 00.00’an de herêma Derarê ya Metînayê bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin.

Di 1’ê Gulanê de saet di navbera 15.00 û 16.00’an de Girê Zendûra ya Metînayê ji aliyê dagirkeran ve hatiye bomberdûmankirin.

Di 1’ê Gulanê de saet di navbera 20.30 û 22.00’an de Girê Zendûra, qadên Kesta û Derarê yên METînayê hatine bomberdûmankirin.

Di 1’ê Gulanê de saet di 00.00’an de qada Aris- Faris a herêma Zapê ji aliyê balefirên şer hatine bomberdûmankirin.

Di 1’ê Gulanê de saet di 23.30’an de qada Sinînê ya Xakurkê ji aliyê balefirên şer hatine bomberdûmankirin.

Di 2’ê Gulanê de saet di 04.002an de Girê Zendûrayê ji aliyê balefirên şer hatine bomberdûmankirin.

Nasnav: Viyan Botan

Nav û paşnav: Dîlan Akan

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Navê dê û bav: Nebahat - Reşît

Dîrok û cihê şehadetê: 29’ê Nîsana 2021’an - Zap

______________________________________________________________

Nasnav: Delal Dilxweş

Nav û paşnav: Delal Akpolat

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Navê dê û bav: Besra - Ebeddîn

Dîrok û cihê şehadetê: 29’ê Nîsana 2021’an - Zap