HPG: Em şehîdên Xakurkê bi rêzdarî bi bîr tînin

HPG'ê gerîlayên ku sala 2016'an li Xakurkê şehîd bûn bi bîr anî û got, "Em soza xwe dubare dikin ku wezîfeya şoreşê ya ku wan radestî me kirine teqez bi ser bixînin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 5 gerîlayên li Xakurkê şehîd bûn daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Dewleta Tirk a qirker bi piştgiriya NATO'yê sala 2016'an heta jê hat êrişî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê kir û xwest Kurdan qir bike. Li dijî van êrişên li derveyî mirovahiyê yên dijminê qirker, Gerîlayên Kurdistanê bi îradeya Apoyî şer kirin û ev êriş pûç kirin, xewn û xeyalên pûç ên dagirkeran têk birin. Di vê têkoşînê de ku her kêliya xwe bi berxwedanê hate hûnandin, hevrêyên me Ronahî, Rizgar, Agît, Xeyrî û Mazlûm cihê xwe di dîroka lehengiyê ya Kurdistanê de girtin. Em van hevrêyên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku wezîfeya şoreşê ya ku wan radestî me kirine teqez bi ser bixînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Ronahî Gap
Nav paşnav: Cemîl Ecer
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Hatîce-Mehmet Şerîf
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Gulana 2016 / Xakurkê

Nasnav: Rizgar Colemêrg
Nav paşnav: Star Tekçe
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Esmer-Nacî
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Nîsana 2016 / Xakurkê

Nasnav: Agît Gelaz
Nav paşnav: Halîl Ronken
Cihê jidayikbûnê: Ûrmiye
Dayik-Bav: Sûweyla-Eshed
Dem û cihê şehadetê: 13'ê Tebaxa 2016 / Xakurkê

Nasnav. Xeyrî Serhed
Nav paşnav: Hayrî Gezer
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Antîka-Cemîl
Dem û cihê şehadetê: 28'ê Tebaxa 2016 / Xakurkê

Nasnav: Mazlûm Elbak
Nav paşnav: Vedat Yilmaz
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Sezzade-Zulmat
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Îlona 2016 / Xakurkê

RONAHÎ GAP

Hevrêya me Ronahî li navçeya welatparêz a Mêrdînê li Dêrikê ji dayik bû. Di nava civakeke dilxwazê doza azadiyê de mezin bû hîn di zarokatiyê de bû xwedî hişmendiya gel, welat û têkoşînê. Hevrêya me Ronahî welatparêzî û berxwedêriya jinê ya herêma Mêrdînê di kesayetiya xwe de şênber kir û weke jineke KUrd zû kete nava lêgerîna li azadiyê. Tevî ku li dibistanên dewleta Tirk bi rengekî serketî dixwend, fêhm kir ku ev dibistan ne ji bo azadiyê, lê belê xizmetê ji asîmîlasyon û qirkirinê re dikin, lewma jî lêgerîna wê ya li azadiyê xurtir bû. Bi taybetî ji ber tevlîbûna xwişk û xaltîka wê ya li nava refên têkoşîna azadiyê, ji bo hevrêya me Ronahî bû mînak û biryar da ku ew jî di vê rêyê de bimeşe. Piştî ku Şoreşa Rojava li ser bingeha şoreşa jinê ava bû, hestên mezin bi hevrêya me Ronahî re çêbûn û gelekî kete bin bandora vê şoreşê. Di pêvajoya Şoreşa Azadiyê ya Rojava de xaltîka wê bi lehengî şer kir û şehîd bû. Şehadeta xaltîka wê daxwaz û biryardariya wê ya têkoşînê zêdetir kir û li ser vê bingehê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Ronahî li Bagokê beşdarî nava refên gerîla bû, piştre jî derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Li nava refên gerîla herî zêde hevrêtiya pak û rasteqîn a PKK'ê û jiyana komunal bandor lê kir. Ji Heftanînê heta Xakurkê li gelek qadan gerîlatî kir û bi zîrekbûyîn û jêhatîbûna xwe zû bi pêş ket. Bi îdeolojiya Apoyî û li ser xeta Jin a Azad xwe perwerde kir, xwe gihand asteke girîng a ji nû ve afirandinê. Weke jineke Kurd her ku bi pêş ket azad bû, xwest heman pêşketinê li qada leşkerî jî pêk bîne. Li ser vê bingehê li akademiya leşkerî perwerdeya pisporiyê wergirt. Weke sekvaneke pispor ji aliyê leşkerî ve her tim xwe bi pêş xist. Li gel xweperwerdekirinê her wiha hevrêyên xwe jî timî perwerde dikir û piştgirî dida.

RIZGAR COLEMÊRG

Hevrêyê me Rizgar li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku dilsozê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ye û berdêl daye. Têkoşîna me zû nas kir û bi xewn û xeyala tevlîbûna li nava refên gerîla mezin bû. Li Colemêrgê ku kevneşopiya serhildanê ya PKK'ê lê bi xurtî heye, mezin bû û ji aliyekî ve berxwedana gelê me yê şoreşger, li aliyê din jî zilm û zordariya dewleta Tirk a dagirker dît. Hevrêyê me dît ku li dibistanên dagirkeran polîtîkaya asîmîlekirinê û dûrxistina ciwanên Kurd ji têkoşînê tê meşandin û ji bo azadî û rûmeta gelê me biryara têkoşînê da. Hevrêyê me ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava şopand, gihîşt wê baweriyê ku bêyî parastineke xurt gelê me nikare azad bibe. Sala 2015'an bi vê biryardarî tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû. Bi dînamîzma ciwantiyê di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû., di xeta PKK'ê ya bi felsefeya Rêber Apo de her tim xwest bibe milîtanekî şareza. Bi kesayetiya xwe ya kelecanî li her qadê bû çavkaniya moralê. Ji dilsoziya bêdawî ya bi Rêbertî, şehîdên nemir û hevrêtiya PKK'ê ti carî tawîz neda. Bi saya bala xwe ya li ser qada leşkerî di demeke kurt de li ser xeta gerîla û fermandariya şareza bi pêş ket, kîn û hêrsa xwe li dijî dagirkeran bi rêxistin kir û zemîneke xur a têkoşînê ava kir. Di temenê xwe yê ciwantiyê de kedeke mezin da û mîrateya PKK'ê xurt kir. Di têkoşîna xwe de em ê her tim xwedÎ li bîranîna hevrêyê xwe Rizgar derkevin.

AGÎT GELAZ

Hevrêyê me Agît li bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû û hîn di temenê biçûkanî de polîtîkayên iqrêj ên mêtingeran ên li ser gelê me dît. Polîtîkayên înkar, tunekirin û asîmîlasyonê yên dagirkeran ên li ser gelê Kurd qebûl nekir û di temenê ciwantiyê de kete nava lêgerînan. Hevrêyê me Agît di ciwantiya xwe de Rêber Apo û PKK nas kir û baweriya xwe pê anî ku têkoşîna em ya azadiyê wê gelê me bi ser bixîne, bi vê têgihiştinê berê xwe da çiyayên qedîm û tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêtî û jiyana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku bi çanda PKK'ê ava bû, gelekî bandor lê kir û bû parêzvanekî leheng ê xeta partiyê. Hevrêyê me li nava malbateke kedkar mezin bû, kesayetiya xwe bi kedê ava kir û li her qada lê ma pêşengî ji jiyanê re kir. Her wezîfeya jê re hate dayin bi cidiyeteke mezin, bi fedakarî û daxwaz bi ser xist. bi pratîk û sekna xwe li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin û rêzdariyê. Hevrêyê me ku di gerîlatiyê de pispor bû, zû hînî cografya zehmet a Xakurkê bû û şarezabûna xwe ya li qada leşkerî di gelek çalakiyan de nîşan da, hêz da hevrêyên xwe û derbên giran li dagirkeran xist. Hevrêyê me Agît ku di xeta fedakarî û fedayîtiyê de milîtanekî mînak bû wê di têkoşîna me de her tim bê bîranîn.

XEYRÎ SERHED

Hevrêyê me Xeyrî li bajarê berxwedêr ê Kurdistanê li navçeya Bêgirê sala 1993'an li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbata xwe ji zarokatiyê ve Rêber Apo û PKK nas kir û her tim bala wî kişand. Zexta dijmin a li ser gelê Kurd qebûl nekir û jê bawer kir ku berxwedan tenê bi têkoşîna li nava refên PKK'ê dikare encamê bigire û tevlî nava refên gerîla bû, bû milîtanê xeta Rêbertî. Bi bandora heybeta çiyayên Kurdistanê, hevrêtiya li nava jiyana gerîla û azadiya jinê, bi perwerdeya li nava jiyana partiyê û pratîka xwe, hevrêyê me bû milîtanekî xwedî tecrûbe. Hezkirina xwe ya ji bo gel û welatê xwe, bi sekna xwe ya li nava jiyanê nîşan da. Hevrêyê me ku kesayetiyekî fedayî bi xwe re ava kir, 28'ê Tebaxa 2016'an li Xakurkê di çalakiyê de birîndar bû û ji bo nekeve destê dijmin bi rengekî fedayî bombe bi xwe ve teqand û şehîd bû.

MAZLÛM ELBAK

Hevrêyê me Mazlûm li yek ji kelehên berxwedanê yên Wanê li Elbakê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Cihê ku lê mezin bû ji ber ku qadeke ji têkoşîna me ya gerîla ye, hem jî berdêlên mezin di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê daye, ev yek bû wesîle ku hevrêyê me Mazlûm bi sempatî nêzî partiya me PKK'ê bibe. Polîtîkayên qirkirinê yên dijmin ên li ser gelê me ji nêz ve dît û li hemberî dijmin bû xwedî hêrseke mezin. Bi bandora Şoreşa Rojava ku bi keda bi dehan salan a Rêberê me û gelê me pêk hat, her wiha bi coşa vê şoreşê, li ser êrişa çeteyan a li ser Kobanê û Şengalê, hevrêyê me Mazlûm hêrsa xwe ya li dijî dijmin birêxistin kir. Hevrêyê me Mazlûm baweriya xwe pê anî ku ev yek bi têkoşîna gerîla ya li çiyayên Kurdistanê dibe. Bi vê têgihiştinê hevrêyê me Mazlûm tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû kete bin bandora hevrêtiya PKK'ê û çiyayên Kurdistanê û bi eşqê bi jiyan PKK'ê ve hate girêdan ku tovên jiyana nû azad lê hatiye reşandin. Hevrêyê me Mazlûm di nava PKK'ê de ji nû ve hînî çand, nasname û dîroka xwe bû, di kesayetiya xwe de guhertinên bingehîn çêkir û bû milîtanekî mînak. Bi baldarî nêzî rêbaza şer a gerîla bû û ji bo di hunera şer de kûr bibe gelekî hewl da. Li ser vê bingehê timî xwe perwerde kir û bû gerîlayekî şareza.

Hevrêyên me Ronahî, Rizgar, Agît, Xeyrî û Mazlûm dan ser şopa şehîdên me ku ji bo azadiya gelê me xwe ji fedakariyê nedan alî, têkoşiyan û bûn xwediyê rasteqîn ê gelek nirxan. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne, em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê re dixwazin."