HPG: Em şehîdên Xakurkê bi rêzdarî bi bîr tînin
HPG'ê 4 gerîlayên 7'ê Tebaxê li Xakurkê şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir, " li qada Ermûşê dijmin têk birin, ruhê berxwedanê li dîrokê nivîsandin."
HPG'ê 4 gerîlayên 7'ê Tebaxê li Xakurkê şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir, " li qada Ermûşê dijmin têk birin, ruhê berxwedanê li dîrokê nivîsandin."
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:
"Di daxuyaniya xwe ya 8'ê Tebaxê de me ragihandibûn ku li qada Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, sibeha 7'ê Tebaxê li dijî leşkerên TC ên dagirker ên hewl didan ber bi qada Ermûşê ve bi pêş ve biçin, hêzên me berxwedaneke mezin nîşan dan. Di encama vê berxwedanê de 9 leşkerên dijmin hatin kuştin û 4 hevalên me yên bi lehengî li dijî leşkerên dijmin şer kirin û derbên giran li dijmin dan gihîştin şehadetê. Hevrêyên me yên di berxwedana Ermûşê de gihîştin şehadetê wiha ne:
Nasnav: Alîşer Rembo Nav paşnav: Neccdet Onder Cihê jidayikbûnê: Colemêrg Dayik-Bav: Lalî-Şemsettîn Dem û cihê şehadetê: 7'ê Tebaxa 2019'an / Xakurkê |
Nasnav: Madora Ararat Nav paşnav: Şîrvan Oran Cihê jidayikbûnê: Erzîrom Dayik-Bav: Yildiz-Şakîr Dem û cihê şehadetê: 7'ê Tebaxa 2019'an / Xakurkê |
Nasnav: Rûbar Hebûn Nav paşnav: Rênas Mûhammed Emîn Cihê jidayikbûnê: Qamişlo Dayik-Bav: Nerîman-Yûsûf Dem û cihê şehadetê: 7'ê Tebaxa 2019'an / Xakurkê |
Nasnav: Sozda Kerboran Nav paşnav: Esra Arslan Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn Dayik-Bav: Rasîme-Necmettîn Dem û cihê şehadetê: 7'ê Tebaxa 2019'an / Xakurkê |
Hevrêyên me Alîşer, Madora, Rûbar û Sozda li Xakurkê ji 27'ê Gulanê ve li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta TC a faşîst bi rengekî xurt li ber xwe dan û her bihosta xaka Kurdistanê li dijî mêtingeran bi ruhê fedayî yê Apoyî parastin. Hevrêyên me li dijî êrîşa dagirkeriyê ku bi desteka teknîkî ya giran a 24 saetan dom kir bi îradeyeke qewîn li ber xwe dan, li qada Ermûşê dijmin têk birin, ruhê berxwedanê li dîrokê nivîsandin. Hevrêyên me heta fîşekên xwe yên dawî li dijî dijmin şer kirin, nehiştin ku dijmin li qadê bi pêş biçin û di şopa Egîd û Zîlanan de bûn sembola berxwedanê.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûn bila serê tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be. Em soz didin ku em ê ala wan a têkoşînê bi ser bixînin û bîranînên wan bidin jiyîn."