HPG: Em ê li ser şopa şehîdên xwe bin

HPG'ê 6 gerîlayên par li Colemêrgê jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bibîr anî û got, "Em ê li ser şopa şehîdên xwe bin, ku hişyarbûn veguherandin berxwedanê, berxwedan jî veguherandin rizgariyê."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya 6 gerîlayên di sala 2016'an de li Colemêrgê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir. Di daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "Şoreşa gel a Kurdistanê, bi têkoşîna xwe ya 40 salî re kevneşopiya berxwedanê daye gelê herêmê û tevahiya mirovahiyê. Bi berxwedanê, bi têkoşînê derfetê bidestxistina azadî, rûmet û hebûna xwe afirandiye. Vê hişyariya dîrokî di heman demê de xeta têkoşînê afirandiye ku dawiya ê serketin e."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Ev xeta serketinê, bi sekna serînetewandinê ya ji Mazlûman, meşa Egîdan a ji vejînê veguherî rizgariyê û sekna bêmirinê ya bi ruhê fedayî yê Zîlanan afiriye. Ji ber vê yekê, gelê Kurdistanê di her kêliyê de vê sekna berxwedêr a dîrokî dişopîne, xwedî lê derdikeve û nîşan dide ku ew ê ti carî dev jê bernede.

Sala 2016'an bû saleke ku dîktatoriya faşîst bi rengekî bê perwa êrîşî gelê Kurdistanê û ewladên wê kir. Ji ber ku nekariye xwe li pêşveçûna gelê me ya li dora jiyana azad rabigire. Ya ku ev pêşveçûna mezin pêk anî, sekna milîtanên berxwedêr û azad e, ku di nava şert û mercên herî dijwar de bi her awayî fedakarî kirin.

Hevrêyên me Dijwar (Mûhamed Yagiz), Hêvî (Bêrîvan Odungîl), Mazlûm (Bûrhan Agçakkaya), Mervan (Yûsûf Acar), Mûnzûr (Serbest Olmez) û Xebat (Îlhan Esîn), ku di şerê berxwedanê yê sala 2016'an de ku canê xwe bexşandin jiyana azad a gel, di Îlona par de li Colemêrgê di şer de tevlî karwanê şehîdan bûn.

Wan, ji bo parastina çavên bi hêvî, hesreta azadiyê û xwedîderketina li jiyana bi rûmet a gelekî, li dijî dewleta TC a faşîst şer kirin û tevlî karwanê şehîdan bûn.

Em ê dilsozê şehîdên xwe bin û li ser şopa wan bimeşin, ku hişyarbûn veguherandin berxwedanê, berxwedan jî veguherandin rizgariyê. Em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin."

NASNAMEYA 6 GERÎLAYÊN JIYANA XWE JI DEST DAN

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya 6 gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, bi vî rengî ye:

Nasnav: Dijwar Kurdî
Nav paşnav: Mûhammed Yagiz
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Gulî-Mehmet Emîn
Dem û cihê şehadetê: Îlona 2016 / Colemêrg

Nasnav: Hêvî Amed
Nav paşnav: Bêrîvan Odungîl
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Remziye-Abdulhamît
Dem û cihê şehadetê: Îlona 2016 / Colemêrg

Nasnav: Mazlûm Serhat
Nav paşnav: Bûrhan Agçakkaya
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Ezîne-Adil
Dem û cihê şehadetê: Îlona 2016 / Colemêrg

Nasnav: Mervan Cûdî
Nav paşnav: Yûsûf Acar
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Selamat-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: Îlona 2016 / Colemêrg

Nasnav: Mûnzûr Çelê
Nav paşnav: Serbest Olmez
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Hayat-Ramazan
Dem û cihê şehadetê: Îlona 2016 / Colemêrg

Nasnav: Xebat Dêrik
Nav paşnav: Îlhan Esîn
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Husnugul-Seydo
Dem û cihê şehadetê: Îlona 2016 / Colemêrg