HPG'ê yek ji pêşengên berxwedana Botanê Faîk Guçlu bibîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, yek ji fermandarên HPG'ê Faîk Guçlu bi nasnav Serdem Bedel, ku di 4'ê Cotmeha 2016'an de li Şirnexê şehîd bû, bibîr anî.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di pratîka xwe ya gerîlatiya 25 salan a li Bakur û Başûrê Kurdistanê de, bi kesayetiya xwe ya dilnizm, kedkar û fermandarekî dilsozê nirxan bi erka xwe ya pêşengiyê rabû."

Daxuyaniya navendê ya li ser mijarê wiha ye:

"Hevrê Serdem, ku di sala 1976'an de li Sêrtê ji dayik bû, di sala 1991'ê de tevlî nava refên azadiyê bû. Ji ber şerê li herêmê, tîma germa şoreşê zû gihaşte wî. Heval Serdem ku li nava malbateke welatparêz mezin bû, bi bandora jiyana azad a ji têkiliyên hevrêtî û rêbaza jiyana dilnizm, tevlî nava refên partiyê bû. Hevrê Serdem ku digot, 'Di nava gerîla de hêz û xusûsa bingehîn a mirovan li ser piyan digire, têkiliya hevrêtiyê ye', hevrêtî bi vî rengî pênase dikir: 'Hevaltiya di nva PKK'ê de divê ne weke têkiliyek dnavbera du şexsan de bê dîtin. Lazim e di çarçoveya têkoşîn û afirandina hêzeke li ser bingeha xetek ji bo armanc û hedefan, bê nirxandin'.

Di pratîka xwe ya gerîlatiya 25 salan a li Bakur û Başûrê Kurdistanê de, bi kesayetiya xwe ya dilnizm, kedkar û fermandarekî dilsozê nirxan bi erka xwe ya pêşengiyê rabû.

Li dijî dewleta Tirk a dagirker, ku ji Botanê dest bi hewldana xwe ya tasfiyekirina gerîla kir, mîna hemû hevrêyên me yên ku li dilê gerîla Botanê bi keda mezin û xwîna xwe ala berxwedanê bilind kirin, hevrê Serdem jî pêşengî ji gerîlayên Botanê re kir û di nava şert û mercên giran de cihê xwe di nava şerê berxwedanê de girt.

Li ser her girên çiyayên Botanê, li her deşt û newalê xwedîderketina li bîranînên hevrêyên xwe yên şehîd û li dijî zîhniyeta ku gelê me tine dihesibîne meşandina têkoşîna çekdarî li refên herî pêş bû nêrîn û pratîka hevrêyê me Serdem.

Hevrê Serdem, piraniya pratîka xwe ya şer a li nava gerîla li herêma Botanê meşand. Bi têgihiştina wezîfeyên pêvajoya siyasî ya salên dawî dida ser milê tevgera me û gerîla, gelek caran bi pêşniyara xwe çû qada şer û di sala 2015'an de jî bi heman nêrîn û biryardariyê careke din berê xwe da herêma Botanê.

Li dijî operasyonên giran ên di payizê de li Elkê hatin kirin, hêzên me yên gerîla bi berxwedaneke mezin bersiv dan û piraniya van operasyonan pûç kirin. Di berxwedana li çiyayê Katoyê de, ku li dijî operasyonên tinekirinê hate meşandin, hevrê Serdem di asta pêşengiyê de cih girt û di van êrîşan de gihîşt şehadetê.

Hevrê Serdem ji xwe re weke wezîfeyeke bingehîn dît, ku hemû hêz û enerjiya xwe bixe xizmeta şoreşê û gel. Em soz didin, ku em ê ala têkoşînê ya ku hevrê Serdem û şehîdên me yên din ên leheng ji me re hiştine, bi ser bixînin û bi têkoşîna xwe xwedî li bîranîna şehîdan derkevin.

Nasnameya hevalê me ye şehîd wiha ye:

Nasnav: Serdem Bedel
Nav paşnav: Faîk Guçlu
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Fatma-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 4'ê Cotmeha 2016'an / Şirnex"