HPG’ê têkildarî çalakiyan û êrîşên hewayî daxuyanî da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li Şemzînanê 2 leşker hatin kuştin. HPG’ê diyar kir ku li Amedê gerîlayekî jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser malpera xwe daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de têkildarî çalakiya li Şemzînanê, operasyona li Amedê û êrîşên hewayî yên Herêmên Parastinê yên Medyayê agahî da.

Daxuyanî wisa ye:

LI ŞEMZÎNANÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

“Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me di 2’ê Mijdarê de saet di 16.30’an de li dijî yekîneyeke artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker a li qada Şehîd Serhed a Çiyayê Govendê ya Şemzînanê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de kozikek hatiye îmhakirin û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 2 leşker hatine kuştin.

Artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker di 26’ê Cotmehê de li qada Govendê bi tevlêbûna yekîneyên veşartî operasyonek daye destpêkirin. Operasyon di 2’ê Mijdarê de bi paş ve hatiye kişandin. Di heman rojê de saet di navbera 17.00-18.00’an de balefirên şer qada Govendê bomberdûman kiriye.

NASNAMEYA GERÎLAYÊ KU LI AMEDÊ JIYANA XWE JI DEST DAYE

Di 27’ê Cotmehê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li qada Lexosor a Licê ya Amedê operasyonek dabû destpêkirin. Di vê operasyonê de di navbera hêzên me  û yekîneyên dijmin de şer çêbûye. Di vî şerî de hevalê me Ferhat Kûrtay piştî berxwedaneke qehremanî gihiştiye şehadetê. Di vî şerî de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wisa ye:

Description: http://www.hezenparastin.com/sehit/wene/sehit_kunyeleri/2017/ferhat_adnan_small.jpg 

Nasnav: Ferhat Kûrtay
Nav û Paşnav: Adnan Ûral
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik - Bav: Hayriye - Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: Amed / 27’ê Cotmeh 2017

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Artêşa Komara Tirk a dagirker piştî ku di çalakiyên dawîn derbe xwar, di 3’ê Mijdarê de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî li dar xistiye.

Di vê çarçoveyê de:

Balefirên şer di saet 15.30’an de qada Heft Tebax a Garê û Girê Colemêrgê, di saet 16.00’an de qada Şikefta Birîndaran a Zapê, di saet 18.30’an de qada Şehîd Xeyrî û Sîda, di saet 14.00-19.00’an de qada Gundê Filleha ya Zapê, saet di navbera 18.00-19.30’an de qada Geliyê Avaşîn û Tepê Hîva, Dola Şehîda û gundê Mavana bomberdûman kiriye.