HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd bûn eşkere kir

HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên li Kato Marînos û Bestayê şehîd bûn eşkere kir û got, "Em soza xwe ya serketinê ya ji bo şehîdên xwe û Rêberê xwe dubare dikin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek da û got, "Dewleta Tirk a qirker 7'ê Îlona 2021'ê li qada Kato Marînos a Şirnex-Elkê dest bi operasyonekê kir û di encama bombardûmana di vê operasyonê de, ewladên hêja yên gelê me hevrêyên me Azad û Êriş ên ku ji bo azadiya gelê me bi fedakarî tevlî nava refên têkoşînê bû, şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ye:

Nasnav: Azad Gewda
Nav paşnav: Agît Acar
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Adûle-Osman
Dem û cihê şehadetê: 7'ê Îlona 2021 / Kato Marînos

Nasnav: Êriş Andok
Nav paşnav: Abdullah Yîgît
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Meryem-Selîm
Dem û cihê şehadetê: 7'ê Îlona 2021 / Kato Marînos

AZAD GEWDA

Hevrêyê me Azad li navçeya Elkê ya Şirnexê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û bi çanda Botanê ya qedîm û welatparêziya kûr a bi pêşengiya partiya me mezin bû. Hevrêyê me Azad ku hîn di zarokatiyê de rûyê faşîzan ê dewleta Tirk a mêtinger nas kir, bi hêrseke mezin a li dijî dijmin mezin bû. Şewitandin û valakirina gundan a bi destê dijminê qirker ku ji bo Kurdistanê bê Kurd bihêle dikir, li mejiyê zarokatiyê yê hevrêyê me Azad bi cih bû û soz da ku rojekê hesabê van kiryaran bipirse.

Ji bo soza xwe bi cih bîne û tola hevrêyên me yên ji bo azadiya gelê me şehîd bûn, di sala 2013'an de tevlî nava refên gerîla bû. Di demeke kurt de hînî çiyayên azad ên Kurdistanê bû ku qet ne xerîbê wê bû û jiyana gerîla pejirand. Piştî ku demekê li qada Garê gerîlatî kir, dema ku faşîzma DAÎŞ'ê êriş bir ser xelkê me yê Êzidî yê li Şengalê, bi hawara xelkê me yê Êzidî ve çû û demeke dirêj li vê derê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer kir. Di vê pêvajoya şer de ji aliyê gerîlatî û hunera şer ve xwe kir pispor, bû xwedî tecrûbe û fermandarekî bi îdîa. Dema ku li qada Şengalê bû, firsend dît ku rastiya gelê Kurdistanê baştir fêhm bike, bi taybetmendiyên xwe yên gelparêz ji aliyê xelkê me yê Êzidî ve hate hezkirin. Bi biryara partiya me ya sala 2018'an re ji Şengalê vegeriya çiyayên Kurdistanê û li vê derê ji bo karibe di felsefeya Rêber Apo de xwe kûrtir bike û bibe milîtanekî pêşeng ê Apoyî xwe bi her rengî perwerde kir. Bi taybetî ji bo xwe bigihîne pîvanên gerîlatiay modern a serdema nû gelekî ked da û weke gerîlayekî pispor ya ku hîn bû bi hevrêyên xwe re parve kir. Bi dehan hevrêyên xwe ji aliyê teknîkî û îdeolojîk ve perwerde kir û berpirsyariyên xwe yên serdemê bi rengekî serketî bi cih anî. Hevrêyê me Azad ji bo hêrsa xwe ya li dijî dewleta Tirk a qirker bixe pratîkê û hesabê êrişên giran ên dijmin ên li ser gelê me bipirse, her tim xwest ku biçe Bakurê Kurdistanê. Ji bo vê daxwaza xwe pêk bîne jî ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve her tim xwe amade kir, her kêliyê bi coşa çûyîna Bakur jiya. Piştî ku rêxistina me ev daxwaz qebûl kir, hevrêyê me Azad weke fermandarekî pêşeng berê xwqe da xaka Botanê cihê lê ji dayik bû. Li vê qada ku zarokatiya wî lê derbas bû gerîlatî kir û ev avantaj baş bi kar anî. Pratîkeke serketî nîşan da û bû yek ji mînakên cewherî yên Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk.

ÊRIŞ ANDOK

Hevrêyê me Êriş li Şirnexê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Mîna her zarokekî Kurd ê li Botanê ji dayik bû û mezin bû, ji zarokatiyê ve rûyê zordar ê dewleta Tirk a qirker nas kir. Di heman demê de şahidî ji berxwedana dîrokî ya bi pêşengiya Partiya me re kir. Berxwedana lehengî û destanî ya Gerîlatiyên Azadiyê yên Kurdistanê û pêngavên ku dagirker li Kurdistanê tengav dikir, bi heyraniyeke mezin şopand. Her tim dixwest bibe parçeyek ji vê berxwedana destanî.

Hevrêyê me Êriş sala 2013'an ji bo vê armanca xwe pêk bîne tevlî nava refên gerîla bû. Bi taybetmendiyên xwe yên kedkarî û fedakarî li nava refên gerîla di demeke kurt de ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin. Hevrêyê me Êriş di serî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê bi rengekî bênavber gerîlatî kir û bû xwedî tecrûbe. Di nava vê pêvajoyê de bi sekna xwe ya bi pîvan û dilnizm a li nava jiyanê; her wiha bi wêrekî û sekna xwe ya bi dîsîplîn a li nava şer bû mînak ji hevrêyên xwe re. Tevlî gelek pratîkên şer bû, di asta pêşengiyê de derbên mezin li dijmin xist. Ji bo tecrûbeya xwe ya şer bêhtir bi cih bîne û bi bandor be timî hewl da li Bakurê Kurdistanê tevlî pratîkê bibe û di encama vê kûrbûna xwe de şensê gerîlatiya li Bakurê Kurdistanê bi dest xist. Bi taybetî gerîlatiya li Botanê li cihê ku lê ji dayik bû û mezin bû ji bo xwe weke avantajê dît. Bi têgihiştina ku derba herî biçûk a li vê qadê li dijmin bê xistin wê encamên xwe gelekî mezin be, biçûk an jî mezin her kar û wezîfe bi daxwaz û moraleke mezin bi cih anî. Hevrêyê me Êriş di van hewldanên xwe de serketinên girîng bi dest xist û li gelek qadên Botanê pêşengî ji karên serketî re kir.

LI BESTAYÊ 2 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

9'ê Tebaxa 2021'ê artêşa Tirk a dagirker li qadên Girê Tenûrê, Gêsin û Mergûmarê yên Bestayê dest bi operasyonekê kir. Di bombardûmana vê operasyonê de hevrêyên me Şoreş û Jiyan şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Şoreş Masîro
Nav paşnav: Îbrahîm Kaya
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Ayşe-Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: 9'ê Tebaxa 2021 / Besta

Nasnav: Jiyan Koçer
Nav paşnav: Dîlan Înan
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Mûhbet-Tayyar
Dem û cihê şehadetê: 9'ê Tebaxa 2021 / Besta

ŞOREŞ MASÎRO

Hevrêyê me Şoreş li bajarê berxwedanê yê Serhedê Wanê li nav malbateke welatparêz çêbûye. Ji ber ku derdora lê welatparêz bû û dijmin polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê me bi rengekî şilfûtazî dikir, hevrêyê me Şoreş hê dema ciwan tevlî nav xebatên şoreşê dibe. Li derdora ku lê dijiyan ji ber ku yekîneyên gerîla xebatên aktîf dikirin, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê nas dike û dixwaze bibe gerîla, xeyal ku bibe gerîla pê re çêdibe. Piştre sala 2018'an li qada Masîro piştî ku 6 hevrêyên me şehîd dibin hevrêyê me Şoreş bandor lê dibe, bersiveke bimane dide rastiya şehîdbûnê û biryarê dide ku tevlî nav refên gerîla dibe.

Ji dema ku tevlî nav refên gerîla dibe hevrêyê me Şoreş li qada Bakurê Kurdistanê xebatên pratîk dike, dibe milîtanekî zîrek. Bi enerjiya ciwanbûnê û nirxên moralê yên Apoyî tim xwe bi pêş ve dibe û di demeke kurt de di qada leşkerî û îdeolojîk de dibe xwedî tecrûbeyeke girîng. Ji bo ku gerîlatiya modern a serdema nû jiyanî be vê tecrûbeyê bi kar tîne, hewldaneke mezin dide û gav bi gav têkoşîna vê dide. Bi kedkarî û dilnizmiya xwe hemû hevrêyên wî qedr didinê, hevrêyê me Şoreş bi azwerî û biryardariya têkoşînê her demê wê were bibîranîn.

JIYAN KOÇER

Hevrêya me Jiyan li Sêrtê li nava malbateke welatparêz ku di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kuridstanê nirx afirand, ji dayik bû. Ji ber ku ji nava malbata wê şehadet hebûn û bi rengekî çalak tevlî têkoşînê bûn, ev yek bû sedem ku hevrêya me Jiyan Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas bike û jiyana sîstemê ya ku ji bilî koletiyê tiştekî nade jinê red kir û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Jiyan ji kêliya ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve hînî jiyana nû bû û hewl da timî xwe perwerde bike û bi pêş ve bibe. Bi taybetî li ser rola ku sîstema bi serweriya mêr û civakê li jinan ferz dike gelekî kûr bû û bandora sîstemê ya li ser kesayetiya xwe zû ji holê rakir û helw da bibe jineke azad. Li dijî faşîzma dewleta Tirk a ku qirkirinê li gelê me ferz dike û li ser vê bingehê li her qada jiyanê êrişî gelê me dike, ji bo karibe têkoşîneke hîn xurtir bimeşîne û tola hevrêyên şehîd hilîne di hunera leşkerî de xwe bi pêş ve bir û bû gerîlayeke pêşeng a YJA Starê. Tevî ku gerîlayeke ciwan bû bi coşa xwe ya li nava jiyana têkoşînê, ji bilî azadiyê tiştek nedixwest û bi sekna xwe ya biryardar a li xeta serketinê bû mînakek herî hêja ji hevrêyên xwe re.

Xelkê me yê Şirnex, Wan û Sêrtê ku bi hezaran ewladên xwe yên leheng da Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û pêşengî ji welatparêziya Kurdistanê re kirin, careke din ewladên xwe yên herî hêja diyarî têkoşîna azadiyê kir û bi erka pêşengiya serketinê rabûn. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Azad, Êriş, Şoreş û Jiyan, ku di vî şerê rûmetê de bûn mînakên mezin ên lehengiyê, em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza serketinê ya ku me dane şehîdên xwe û Rêberê xwe dubare dikin."