HPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya sê gerîlayên meha Adarê li Çewligê şehîd bû eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya li malpera HPG'ê hate weşandin, gerîla Kemal Dilgeş, Sîdar Amed û Sîpan Amed 18'ê Adarê li Çewligê di şer de şehîd bûn.

Daxuyaniya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"18'ê Adara 2018'an, artêşa TC a dagirker li herêma Akdag a navçeya Dara Hênê ya Çewligê dest b operasyonê kir. Komek ji hevalên me ku li nêzî gundê Haşberê bi erka xwe radibû li dijmin rast hat û şer derket. Dagirkerên ku nekarî ji bejahî ve şer bikin, xwestin bi êrîşên hewayî encamê bigirin. Di şer de 3 hevalên me yên bi lehengî şer kirin şehîd bûn.

Nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Kemal Dilgeş
Nav paşnav: Tekîn Zîrek
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Hatîce-Yûsûf
Dem û cihê şehadetê: 18'ê Adara 2018 / Çewlig

Nasnav: Sîdar Amed
Nav paşnav: Abdullah Polat
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Safiye-Salîh
Dem û cihê şehadetê: 18'ê Adara 2018 / Çewlig

Nasnav: Sîpan Amed
Nav paşnav: Mehmet Dogûç
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Nadîre-Şaban
Dem û cihê şehadetê: 18'ê Adara 2018 / Çewlig

KEMAL DILGEŞ

Hevalê me Kemal Dilgeş li Colemêrgê ji dayik bû. Di nava malbateke welatparêz de mezin bû û li dijî zextên dijmin tevlî nava têkoşîna azadiyê bû. Wextekê li nava karên ciwanan ma û piştre ji bo têkoşîneke hê çalak berê xwe da nava refên gerîla. Ji dema tevlîbûnê û pê ve bi daxawz û coşeke mezin xwedî li her kêliyên jiyanê derket. Ji ber ku ji nava kevneşopiya kedê hatibû, di nava gerîla de jî bi kesayetiya xwe ya kedkar û sekna xwe ya fedakar hate naskirin. Hevalê me Kemal ji bo azadiya gelê Kurd xwe feda kir û bi berpirsyariyeke mezin timî nêzî her wezîfeyê dibû. Di demeke kin de bû gerîlayekî şareza. Piştî ku demeke dirêj li Herêmên Parastinê yên Medyayê ma, sala 2014'an derbasî eyaleta Amedê bû û di şerê de derbên giran li dijmin da. Heta ku bi rengekî lehengî şehîd bû, her tim weke milîtanekî şareza û dilsoz ê Rêber Apo û tevgera me tevgeriya.

SÎPAN AMED

Hevalê me Sîpan Amed, li navçeya Licê ya Amedê ji dayik bû. Tevî emrê xwe yê ciwan bi berpirsyariyeke mezin rabû û tevlî nava refên têkoşînê bû. Dema ku hat qadên gerîla bi ruhê ciwantiyê tevlî bû. Ji gerîlatiyê gelekî hez dikir û bi van hesatn hewl da bibe şervanekî xurt û şareza. Li cihê lê ji dayik bû, li Amedê gerîlatî kir û li dijî êrîşênd agirkeriyê yên dijmin bi rengekî bê eman şer kir. Ji bo dawî li dagirkeriya dijmin a li Kurdistanê bîne heta kêliya dawî şer kir û cihê xwe li nava lehengên gelê Kurd girt.

SÎDAR AMED

Hevalê me Sîdar Amede li navçeya Çermûk a Amedê ji dayik bû. Li cihekî welatparêz mezin bû û dema ku diçû zanîngehê tevlî nava têkoşîna azadiyê ya Kurd bû. Li dijî êrîşên qirkirinê yên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê yên li dijî gelê Kurd, hevalê me Sîdar tevlî nava refên gerîla bû. Ji roja tevlî gerîla bû û pê ve bi coş û kelecaneke mezin tevlî bû. Bi taybetmendiyên xwe yên cewherî û dilnizm, li her cihê lê ma xwedî li wezîfeyên xwe derket. Sekn lê nedibû. Heta nefesa xwe ya dawî ji bo paşerojeke azad a ji bo gelê me, li cihê lê ji dayik bû weke miroekî azad şehîd bû.

Ji ber şehadeta van hevalên me, di serî de ji malbatên xwe yên hêja yên şehîdan û ji gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em careke din soz didin ku heta bicihanîna xewn û xeyalên şehîdan, ku azadiya gelê me ye, em ê têbikoşin."