HPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir

HPG'ê li ser nasnameya 2 gerîlayên HPG'ê û welatparêzekî yên şehîd bûn, agahî da û sersaxî ji malbatan û gelê Kurdistanê re xwest.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"27'ê Mijdara 2019'an hevrêyên me Sîpan û Leheng û welatparêzê me yê hêja Darîûs, li qada Dambatê ketin kemîna hêzên dagirker û şehîd ketin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Sîpan Dildar
Nav paşnav: Berat Hulaku
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Ayten-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Mijdara 2019 / Serhed

Nasnav: Leheng Gelhat
Nav paşnav: Serekem Ûdetxelefya
Cihê jidayikbûnê: Makû
Dayik-Bav: Zeynep-Riza
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Mijdara 2019 / Serhed

Nasnav: Darîûs
Nav paşnav:
Cihê jidayikbûnê:
Dayik-Bav: -
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Mijdara 2019 / Serhed

SÎPAN DILDAR

Hevrêyê me Sîpan li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayik bû û li nava malbateke welatparêz mezin bû ku ji malbatê gelek tevlîbûnên hêja li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê çêbû. Hevrêyê me hîn di zarokatiyê de têkoşîn nas kir û her tim xwest tevlî nava refên gerîla bibe. Di karên cuda de xebitî, tevkariya madî li malbata xwe kir û di ciwantiya xwe de beşdarî nava karên ciwanan bû, li dijî hewldanên dejenerekirinê yên dewleta Tirk a dagirker timî têkoşiya. Hevrêyê me baş fêhm kir ku li Kurdistanê heta têkoşîna gerîla neyê meşandin wê armanca azadiyê ya gelê me pêk neyê, di vê çarçoveyê de sala 2015'an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû. Di demeke kurt de bi pîroziya hevrêtî û jiyana PKK'ê re bû yek, bi yekbûna bi armancên partiya me re hîn bi xurtî tevlî nava têkoşînê bû. Hevrêyê me Sîpan enerjiya ciwantiyê û hêrsa li dijî mêtingeriyê bi rêxistin kir, her tim ji xwe re kir armanc ku wezîfeyên şoreşê bi rengekî serketî bi cih bîne. Bi tevlîbûna xwe ya ji dil têkiliyeke xurt bi hevrêyên xwe re çêkir, xeta jiyana PKK'ê pejirand û hewl da vê xetê bigihîne her qadê. Lewma li he cihê ku lê ma veguherî pêşengekî milîtan. Di qada leşkerî de xwe bi pêş xist û hewl da ku bibe pêşengekî bicihanîna xeta şer a rast, di vê çarçoveyê de kar kir. Hevrêyê me Sîpan ku di temenê ciwantî de şehîd bû wê di têkoşîna me de her tim bê bîranîn.

LEHENG GELHAT

Hevrêyê me Leheng li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû û li nava malbateke hêja ya ji kevneşopiya welatparêziyê mezin bû. Hevrêyê me Leheng têkoşîn zû nas kir û şopand. Nasnameya berxwedanê ya ku ji malbata xwe wergirt her tim bi pêş xist û ji b karibe bi rengekî hîn çalak tevlî karên şoreşê bibe sala 2019'an beşdarî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me, tevî êrişên mêtingeriyê jî nasnameya xwe ya neteweyî parast, ji bo her bihosteke xaka Kurdistanê ji dagirkeran paqij bike, ji bo siberoja azad a gelê me heta jê hat kar kir. Hevrêyê me di demeke kurt de veguherî gerîlayekî şareza û zû hînî erdnîgariya zehmet a Serhedê bû û zor û zehmetî ji pêşiya xwe rakir. Pisporiya li ser xeta gerîla ya serdema nû ji xwe re kir armanc û bû xwedî pratîkeke mînak. Di şer û jiyanê de her tim li refên herî pêş bû. Zû bû xwedî tecrûbe û milîtanekî pêşeng. Li her qada ku lê bû ji bo xeta partiyê serwer be têkoşiya, di Felsefeya Rêbertî de xwe kûr kir û tiştên ku hîn dibû hem dixist pratîkê hem jî bi hevrêyên xwe re parve dikir. Hevrêyê me Leheng bi sekna xwe ya li nava jiyanê di nava hevrêyên xwe de bû cihê hezkirin û hurmeteke mezin. Wê her tim di têkoşîna me de bê bîranîn û pêşiya hevrêyên xwe ronî bike.

DARÎÛS

Hevrêyê me Darîûs welatparêzekî dilxwazê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû û her tim tevlî karên şoreşê yên gelê me bû. Li gel zor û zehmetiyan jî her firsenda ku didît tevkarî li têkoşînê dikir û dema ku pêwîstî pê hebû, xwe ji dayina berdêlan jî nedida alî. Xeta milîtaniyê ya rastiya gel ê şerker di asta herî bilind de bi cih anî. Hevrêyê me Darîûs bi rengekî şênber bi pratîka xwe nîşan da ku ruhê tevlîbûna li serdemê divê çawa be.

Hevrêyên me Sîpan, Leheng û Darîûs di salvegera damezrandina partiya me PKK'ê de ji aliyê dagirkeran ve bi rengekî nemerdane hatin şehîdxistin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Sîpan, Leheng û Darîûs em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku têkoşîna azadiyê bi serketinê tacîdar bikin."