HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku li Makûyê şehîd bûne ragihand

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 3 gerîlayan ku 2’yê Tîrmehê li herêma Çaldêranê ya Makû ya Rojhilatê Kurdistnê di şerê dijî pasdarên Îranê de şehîd bûbûn ragihand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ku daxuyaniya nivîskî dayî ragihand, 2’yê Tîrmehê li herêma Çaldêranê ya Rojhilatê Kurdistanê di navbeyna hêzên HPG’ê û pasdarên Îranê de şer derketiye û di vî şerî de gerîlayên bi navê Ahmet Yadser (Ceng Elemholî), Mehdîn Tekel (Rojdî Amed) û Firat Akmaz (Welat Zîlan) şehîd bûne

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî dan: ‘’23’yê Hezîranê pasdarên Îranê operasyonek anîbû ser qada Dambatê ya herêma Serhedê. Artêşa Îranê qada Kevirê Spî dabû ber obûs û topên hawanê û di navbeyna hêzên me û artêşa Îranê de şer dest pê kir. Di vî şerî de hevalekî me şehîd bû û hevalekî me jî bi birîndarî hêsîr ket. Tevgera van demen dawî ya hêzên artêşa Îranê ya bi ser hêzên me de, bi yekîneyên xwe yên veşarî danîna kemînan li gel balkêşbûna xwe, piştî êrîşên li Şehidan, em vê tevgera artêşa Îranê dişopînin.

Agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên ku di vê operasyonê de şehîd bûn û hêsîr ketin, piştî ku ji hêla me zelal bûn, bi raya giştî re wê werin parvekirin.

2’YÊ TÎRMEHÊ ŞER ÇÊBÛ

2’yê Tîrmehê 2019’an li herêma Çaldêranê ya Maku ya Rojhilatê Kurdistanê di navbeyna hêzên me û pasdarên Îranê de şer derketiye. Di vî şerî de hevalên me Ceng, Rojdî û Welat şehîd bûne.

Agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Ceng Elemholî

Nav Paşnav: Ahmet Yadser

Cihê Bûyinê: Maku

Navê Dê û Bav: Srrme – Osman

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 2 Tîrmeh 2019 / Maku

 

Nasnav: Rojdî Amed

Nav Paşnav: Mehdîn Tekel

Cihê Bûyinê: Amed

Navê Dê û Bav: Ayşe – Tarik

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 2 Tîrmeh 2019 / Maku

 

Nasnav: Welat Zîlan

Nav Paşnav: Fırat Akmaz

Cihê Bûyinê: Van

Navê Dê û Bav: Zeytîn – Orhan

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 2 Tîrmeh 2019 / Maku

Hevalên me Ceng, Rojdî û Welat ku hê di ciwantiya xwe de ji nêz ve polîtîkayên asîmîlasyonê yên sîstemê, yên li ser gelê Kurd dîtine, ji bo azadiya gelê Kurd di demen cuda de, ji bajarên cuda yên Kurdistanê tevlî nav Tevgera Azadiyê bûne. Hevrêyên me, ku ji roja tevlî nav refên gerîla bûne û pê de xwe dane azadiya gelê Kurd, li qadên ku lê diman, bûne xwedî helwesteke fedekarî. Hevalên me Ceng, R,ojdî û Welat yên ku peywirên xwe yên demê bi rengekî herî baş bi cih anîn, bi ked, fedekarî û dirûstiya ku din jiyana têkoşînê de nîşan dane, her dem meşa li ser xeta Rêbertî dan ber xwe. Helwesta wan a di nav jiyan û têkoşînê de, ji bo me hevrêyên wan ên ku li pey wan mane her demê wê bibe mînak.

Di şexsê malbatên van şehîdên me yên hêja de em sersaxiyê didine hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz, em sond dixwin ku alaya berxwedanê ya ku şehîdên me ji me re hiştine bi azadiyê tacîdar bikin."