HPG'ê dîmenê çalakiya li bejahiya Şirnexê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya 27'ê Nîsanê ya li bejahiya Şirnexê weşand, ku di encama vê çalakiya sabotajê de 5 leşkerên artêşa Tirk hatibûn kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li qada navbera Dêrgulê û qereqola Girê Cotyar a Gabarê ya li Şirnexê wesayîteke artêşa dagirker şopandin û 27'ê Nîsanê saet di 12.00’an de li dijî vê wesayîtê çalakiyek li dar xistin. Hêzên me bi rêbazê sabotajê li vê wesayîtê dan. Ev wesayît îmha bû û 5 leşkerên tê de mirin. Piştî çalakiyê bi helîkopterên Skorsky leşkerên mirî ji qada çalakiyê hatine derxistin. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistine, bi selametî vegeriyane baregehên xwe."