HPG'ê dîmenê 2 çalakiyên hewayî weşand

Gerîla TV dîmenê 2 çalakiyên gerîla weşand ku ji aliyê Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal ve hatin lidarxistin. HPG'ê ragihand, ku her du çalakî bi rengekî serketî pêk hatin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal 11'ê Kanûnê saet 11.00'an li Colemergê, li navçeya Çelê li dijî baregeheke qereqola Girê û heman rojê saet 13.45'an li Heftanînê li qada Bektorayê li dijî dagirkerên li Girê Koordîne bi amûrên hewayî yên bêmirov çalakî kirine. Di encama du çalakiyan de hedefên ku bi amûrên hewayî hatine diyarkirin derb xwarine û çalakî bi rengekî serketî bi encam bûne."