HPG'ê bîlançoya mehekê ya şer eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bîlançoya şer a navbera 24'ê Tebaxê û 23'ê Îlonê eşkere kir. Li gorî vê bîlançoyê, gerîla di nava mehekê de 95 çalakî kir. Di encamê de 71 leşker hatin cezakirin.

Di bîlançoya şerê mehekê de ku ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ve hate amadekirin, têkildarî çalakiyên gerîla, gerîlayên şehîd bûn û êrişên dewleta Tirk a dagirker agahî hatin parvekirin.

Daxuyaniya li ser bîlançoya şerê mehekê wiha ye:

"Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di nava mehekê de ji Bakurê Kurdistanê heta Herêmên Parastinê yên Medyayê performansa şer bi rengekî bênavber dewam kir. Berxwedana destanî ya hêzên me ku bi taybetî li dijî êrişa dagirkeriyê ya şeva 23'ê Nîsanê dest pê kir, pênc meh li pey xwe hişt, dikeve meha şeşan.

Hêzên me yên gerîla berxwedanek nîşan da ku bi tîpên zêrîn cihê xwe di dîroka têkoşîna azadiyê de girt û hem artêşa Tirk a faşîst dagirker rawestand, nehişt ku bi pêş ve biçe, hem jî pêşî li armancên wan girt. Artêşa Tirk a dagirker ku bi rengekî cidî xitimî ye, giranî da ser bikaranîna çekên kîmyewî, qanûnên şer û navneteweyî binpê kir. Li qada berxwedanê ya Girê Sor 6 hevrêyên me di encama êrişên bi çekên kîmyewî de şehîd bûn. Artêşa Tirk a hov û faşîst, tenê mehekê 157 caran çekên kîmyewî bi kar anî, bi vî rengî hewl da encamê werbigire, lê bi ser neket. Dewleta Tirk a faşîst ji bêdengiya raya giştî û saziyên navneteweyî hêz werdigire û van êrişên xwe yên bi çekên kîmyewî bi rengekî bêperwa dewam dike.

Hevrêyên me yên li qadên berxwedanê yên Zendûra, Girê Sor û Werxelê şer dikin, di her kêliyê de bi rengekî bêhempa bi îrade, bawerî, biryardarî û wêrekiya Apoyî li ber xwe didin û xeta lehengiya fedayî ya Apoyî bilind kirin. Eşkere ye ku dilsoziyeke mezin a bi ruh, hişmendî, bawerî û azadiya Apoyî re nebe, nepêkane ku di nava van şert û mercên newekhev û êrişên hovane yên dijmin de bersiv bê dayin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li ser bingeha vê rastiyê, bi performansa xwe ya şer careke din ispat kir ku hêza serketinê ye."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî detayên şerê meha dawî ev agahî parve kir:

"Çalakiyên ku ji aliyê hêzên me ve hatine kirin;
- Çalakiyeke êrişê
- 2 çalakiyên xweberdana nava dijmin
- 7 çalakiyên gerîla yên koordîneyî
- 8 çalakiyên derblêdanê
- 11 çalakiyên sabotajê
- 13 çalakiyên bi çekên giran
- Li dijî dagirkerên ku dixwestin ber bi çeper û tunelên şer ve bên, hêzên me 53 caran li wan dan û nehiştin ku bi pêş ve bên
- Bi giştî 95 çalakiyên gerîla hatin lidarxistin

Encamên çalakiyên hêzên me:

- 4 jê kontra, 67 jê dagirker bi giştî 71 leşkerên dijmin hatin cezakirin
- 13 dagirker jî birîndar bûn

Hevrêyên me yên şehîd bûn;

- 28 hevrêyên me di şer û bombardûmanê de şehîd bûn
- 6 hevrêyên me di êrişa çekên kîmyewî de şehîd bûn
- 7 hevrêyên me ji aliyê PDK'ê ve li Xelîfanê bi rengekî xayinî di kemînê de bûn hedefa êrişê. Aqûbeta van hevrêyên me hîn nayê zanîn

Êrişên ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatine kirin;

- Artêşa Tirk a faşîst 157 caran bi çekên kîmyewî êriş bir ser tunel û çeperên şer
- Leşkerê bi peyman ê artêşa Tirk Sezaî Gungor ji aliyê leşkerên Tirk ve hate kuştin

Wesayitên dijmin ên ku hêzên me derb li wan xistin;

- Kepçeyek mezin
- Wesayiteke leşkerî
- 3 helîkopterên êrişê

Malzemeyên leşkerî yên ku ji aliyê hêzên me ve hatin îmhakirin;

- Çekek bombeavêj û çepera wê
- Kamerayeke mobesse
- Droneyek
- Kepçeyek mezin
- Wesayiteke leşkerî ya zirxî ya bi tîpa Kîrpî
- 2 wesayitên leşkerî yên bi tîpa Reo

Malzemeyên leşkerî yên ku hêzên me ji ser dijmin rakirin;

- Gelek teqemenî