HPG’ê Bager Amed bi bîr anî

Hêzên Parastina Gel nasnameya gerîlayê bi navê Mûhammed Saît Yildiz (Bager Amed) eşkere kir, ê ku di Îlona 2017’an de li Wanê jiyana xwe ji dest dabû.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê Mûhammed Saît Yildiz (Bager Amed) ê ji Amedê di 23’ê Îlona 2017’an de li Wanê di qezayekê de jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat diyarkirin:

“Rêheval Bager ji sala 2006’an û vir ve baweriya xwe bi Tevgera Azadiyê ya Kurdan anî û wekî bi hezaran mirovan dest bi xebatan kir, her dem sekna xwe ya bi coş û moral didomand. Di sala 2009’an de beşdarî nav refên gerîlayan bû û li vê derê têkoşîna xwe geştir kir. Dema li Herêmên Parastinê yên Medyayê de jî bû, berpirsyariyên xwe bi cih aniye û xwedî li peywirên xwe yên pêşengtiyê derketiye. Di 8 salên gerîlatiya xwe de ji bendewariyên Tevger û gelê me re bûye bersiv û nîşanî her kesî daye ku jiyana fedaiyane pêkan e. Di xebateke bi serkeftî de, ji ber qezayekê rêhevalê me jiyana xwe ji dest daye. Em sersaxiyê ji malbata Yildiz û ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin.

Nasnameya rêhevalê me wisa ye:

Nasnav: Bager Amed
Nav û Paşnav: Mûhammed Saît Yildiz
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik - Bavı: Zînnet - Munîr
Cih û Dîroka Şehadetê: Wan / 23’ê Îlon  2017