HPG’ê 6 gerîlayên ku 20’ê Îlonê li Dêrika Çiyayê Mazî Şehîd bûbûn bi bîr anî

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê 6 gerîlayên ku 20’ê Îlonê li Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê, di navbera gundê Dehdinan û Yavrê de bi artêşa Tirk re ketine şer şehîd bûbûn bi bîr anî.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê 6 gerîlayên ku 20’ê Îlonê li Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê, di navbera gundê Dehdinan û Yavrê de bi artêşa Tirk re ketine şer şehîd bûbûn bi bîr anî. HPG’ê di daxuyaniyê de sersaxî da malbatên şehîdan û hemû gelê Kurdistanê û got, ‘’ Em sond dixwin ku îdeala 6 hevalên xwe yên şehîd, li Kurdistana azad bi Rêbertiya azad re bijîn pêk bînin em ê têkoşîna xwe bidomînn.’’

Daxuyaniya HPG’ê ya li ser 6 gerîlayên ku 20’ê Îlonê li Dêrika Çiyayê Mazî şehîd bûbûn wiha ye:

Li dijî operasyonên dagirkiriya dewleta Tirk a faşîst ku li Kurdistanê dike, berxwedaniya ku Tevgera Azadiya Kurd pêk aniye, nîşanî hemû dinyayê daye ku berxwedaniya li Kurdistanê destkeftiyên mezin bi xwe re aniye. Gerîlayên Kurdistanê ku heta şehîd dibin li dijî êrîşên faşîzmê bi lehengî şer dikin, nîşan didin ku li Kurdistanê rêça berxwedanê wê domdar be. Ji bo avakrina siberojên azad lehengên têkoşîna me ya ku em bêhempa didomînin ji bo siberojê rêçeke gewre ya berxwedanê dihêlin.

20’ê îlonê li Dêriya Çiyayê Mazî ya Mêrdînê, di navbera gundên Dehdinan û Yavrê de dema operasyonên TC’ê ya faşîst de di navbera hêzên me yên gerîla û leşkerên TC’ê ya dagirker de şerekî giran rû daye. Hevalên me Robîn Midat, Rûbar Qoser, Viyan Gap, Xemgîn Siyabend, Destan Amed û Agît Amed ku  li dijî dijmin bi lehengî şer kirine şehîd bûne. Her şeş hevalên me yên ku heta bi guleya xwe dawî şer kirin û şehîd bûn, di xeta Rêber Apo de xwe perwerde kirine û bûne milîtanên xurt ên partiya me û di demeke wiha de ku dijmin êrîşên giştî dike, li peywir û berpirsyariyên xwe xwedî derketine. Di demeeke wiha de ku êrîşên bi ser destkeftiyên Kurdan de zêde bûne, li Bakurê Kuristanê, çûne cihê ku şer lêh erî giran e, li dijî hevkarî û koledariya ku faşîzm li ser gelê me ferz dike gerîlatî kirine û hevalên me li dijî êrîşên dijmin ên ji hewayî û bejahiyê ve bi saetan li ber xwe dane, derbên giran li dijmin dane û şehîd bûne.

Di serî de serê malbatên welatparêz ên hevalên me Robîn Midyat, Rûbar Qoser, Viyan Gap, Xemgîn Siyabend, Destan Amed û Agît Amed,  serê hemû gelê me sax be. Em sond dixwin ku îdeala 6 hevalên xwe yên şehîd, li Kurdistana azad bi Rêbertiya azad re bijîn pêk bînin em ê têkoşîna xwe bidomînn.

Agahiyên sicîlê yên hevalên me yên şehîd wiha ne;

 

Nasnav: Agît Amed
Nav û Paşnav: Sînan Guzel
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik - Bav: Fatma - Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: Mêrdîn / 20’ê Îlon 2017

Nasnav: Destan Amed
Nav û Paşnav: Mustafa Şanli
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik - Bav: Ayşan - Abdulselam
Cih û Dîroka Şehadetê: Mêrdîn / 20’ê Îlon 2017

Nasnav: Robîn Mîdyat
Nav û Paşnav: Perîhan Akan
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik - Bav: Edibe - Alaattin
Cih û Dîroka Şehadetê: Mêrdîn / 20’ê Îlon 2017

Nasnav: Rûbar Qoser
Nav û Paşnav: Şerîf Başboga
Cihê Jidayikbûnê: Mardin
Navê Dayik - Bav: Turkan – Hasan Basrevî
Cih û Dîroka Şehadetê: Mêrdîn / 20’ê Îlon 2017

Nasnav: Viyan Gap
Nav û Paşnav: Hazîme Bahçeçî
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik - Bav: Remziye - Şehmûs
Cih û Dîroka Şehadetê: Mêrdîn / 20’ê Îlon 2017

Nasnav: Xemgîn Siyabend
Nav û Paşnav: Mehmet Vûral
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik - Bav: Mencî - Behçet
Cih û Dîroka Şehadetê: Mêrdîn / 20’ê Îlon 2017