HPG: Şehîdên Bestayê di dîroka têkoşînê de cihê xwe girtin

HPG'ê nasnameya şehîdên Bestayê ragihand û got, ''Hevrêyên me piştî ku derbên giran li dagirkeran dane bûne stêrik, li nav rûpelên hêja ên dîroka têkoşîna me cihê xwe girtine.''

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 8 gerîlayên ku 8'ê Nîsanê li Bestayê şehîd bûn, ragihand.

Di daxuyaniya HPG'ê de wiha hate gotin:

''Di daxuyaniya xwe de ya 24'ê Gulana 2021'an me ragihandibû ku li qada Bestayê di navbeyna 5-8'ê Nîsanê de dewleta Tirk qada Mewîjka, Gîvara, Şehîdê Diyana pir zêde bombekiriye, operasyoneke berfireh daye destpêkirin û şerekî giran rûdaye. Me bi gelê xwe û raya giştî re par ve kiribû dema operasyonê gelek dagirker hatine cezakirin û di şer de hevrêyên me Dîlan ,Hebûn, Hêvî, Êzda, Tolhildan û Mizgîn bi fedaî şer kirine û şehîd bûne.

Agahiya nasnameya hevalêne me yên şehîd wiha ye:

    
Nasnav:Dîlan Serdar
Nav Paşnav: Nahîde Eslîomerî
Cihê Bûyinê: Selmas
Navê Dê û Bav: Rahime – Bade
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 8'ê Nîsana 2021'an /Besta
 

    
Nasnav:Hebûn Zozan
Nav Paşnav: Yucel Yıldız
Cihê Bûyinê: Wan
Navê Dê û Bav: Filîz – Zeynel Abidîn
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 8'ê Nîsana 2021'an /Besta

 

    
Nasnav:Hêvî Fırat
Nav Paşnav: Esra Atıcı
Cihê Bûyinê: Kocaeli
Navê Dê û Bav: Hanim – Hîkmet
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 8'ê Nîsana 2021'an /Besta

 

    
Nasnav:Ezda Dilbirîn
Nav Paşnav: Xerîb Dalî
Cihê Bûyinê: Kobanê
Navê Dê û Bav: Xec – Salih
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 8'ê Nîsana 2021'an /Besta

 

    
Nasnav:Tolhildan Zevkî
Nav Paşnav: Vedat Oklu
Cihê Bûyinê: Wan
Navê Dê û Bav: Saadet – Hasan
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 8'ê Nîsana 2021'an /Besta

     
Nasnav:Mizgîn Çekdar
Nav Paşnav: Yildiz Bahadir
Cihê Bûyinê: Adana
Navê Dê û Bav: Ayşe – Adil
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 8 Nisan 2021 / Besta

Cografyaya Botanê qadeke wiha ya dîrokî ye ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi gelê me re gihaştine hev, xeta berxwedan û serfiraziyê lê zelal bûyî. Gerîlayê me yê leheng, her demê daye ber xwe ku têkoşîna efsaneyî ya fermandarê me yê nemir hevrê Egîd a li Gabarê gavekê pêştir bibe û bi berdêlên mezin ev armanc pêk hatiye. Gerîlayên me bi rihê berxwedêr ê gelê me re gihaştiye hev û ti caran rê nedaye dagirkeran. Îro jî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi  kedeke zêde têkoşîna ku xeyalên azadiyê yên gelê me pêk bîne, didomîne. Hevrêyên me Dîlan, Hebûn, HêVÎ, Êzda, Tolhildan û Mizgîn li dijî dagirkeran di têkoşînê de li refên pêş cih girtine şer kirine û piştî ku derbên giran li dagirkeran dane bûye stêrik, li nav rûpelên herî hêja ê dîroka têkoşîna me cihê xwe girtine.
DÎLAN SERDAR

Hevrêya me Dîlan li li bajarê Selmasê yê berxwedêr a Rojhilatê Kurdistanê çêbûye, li nav malbateke ku bi nasnameya welatparêz tê naskirin û gelek jê tevlî nav refên gerîla bûne, mezin bûye. Piştî kug gerîlayên azadiyê nas dike bi demeke kurt birar li ser dide ku tevlî nav refên gerîla bibe. Hevrêya me dibîne ku li dijî asîmîlasyon, înkar û êrîşên tinekirinê ya li ser gelê me li çar parçeyên Kurdistanê tê kirin, tekane rêya rizgariyê têkoşîna gerîla ya li çiyayên Kurdistanê ye û bi vê çarçoweyê bûye xwedî helwesteke milîtanî ya domdar û azweriya têkoşînê.  Hevrêya me Dîlan li qadên Qandîl, Zap, Garê, Xakurkê û Kerkûkê gerîlatî kiriye, bûye xwedî tecrûbeyeke zêde, ji bo ku tecrûta xwe ya li Bakurê Kurdsitanê pratîk bike û alaya xeta serfiraziyê li ba bike derbasî pîrozgera gerîla Botanê dibe. Hevrêya me li Xeta Azadiyê ya Jinê hûr dibe, bi şanazî nasnameya jina azad hildigire, bi tevlêbûna xwe ya mînak a bi asta fermandariya YJA Starê xeta milîtaniya Apoyî bi rengekî zîrek temsîl kiriye. Hevrêya me bi devlikenî û kedkariya xwe li her devera ku çûyî bûye xwedî helwesteke giramkir û fermandareke wiha ku her demê hevrêyên wê guh danê.
HEBÛN ZOZAN


Hevrêya me Hebûn li navçeya Erdîşê ya Wanê li nav malbateke kedkar û welatparêz çêbûye û mezin bûye. Hevrêya me ku li ser wan xakan ku komkujiya Geliyê Zîlan lê bûyî, mezin bûyî polîtîkayên qirkirinê yên dagirkeran ku li ser gelê me bi rengekî dirindeyî bi cih anîn ti caran ji bîr nekiriye, hêrsa xwe ya li bara dijmin her demê zindî hiştiye. Hevrêya me ku bi ber dikeve jiyana azad encex bi welatê azad û gelê azad pêkan e, ji bo azadbûna nasnameya jinê tim li ber xwe daye. Hevrêya me nasnameya jin Kurd ku di dîroka Kurdistanê de bi berxwedana xwe her demê derketiye pêş bi felsefeya Rêber Apo re kiriye yek, bi rihê gerîlayên serdema nû berê xwe daye Bakurê Kurdsitanê û li Botanê bûye xwedî pratîkeke mezin. Heta dawî li dijî dagirkeran bi lehengî şer kiriye, dilê hevrêya me ku bi agirê şoreşê dikir kutkut û xeta serfiraziyê bi berxwedana xwe dîsa ronî kiriye, di têkoşîna hevrêyên mayî de wê bike kutkut.

HÊVÎ FIRAT


Hevrêya me Hêvî li nav malbateke welatparêz û kedkar ku ji ber polîtîkayên sîstematîk a dewleta TC'ê ya dagirker a valakirina Kurdistanê ya ji Kurdan  bêgav mayî koçber bibe, mezin bûye. Hevrêya me li gel polîtîkayên asîmîlasyonê ya li metropolan a li ser gelê me jî, li nav malbateke Serhedî timî bi ser nirxên Kurdistanî ve maye, polîtîkayên dewlta TC'ê ya dagirker ji nêz ve dîtiye. ÊrîşÊn pergala qirker zû dibîne û berê xwe dide cografyaya Kurdsitanê, bi kelecanî û jidil tevlê dibe. Ji Qadên Parastinê yên Medyayê heta bi Şengal, Botanê li gelek qadan bi azwerî û xwestin têkoşiyaye. Hevrêya me li ser xeta jina azad hûr bûye, bi şêwaza xwe ya biryardar û encamgir li her qadê bûye xwedî firazeyeke xweş, hevrêyên wê hurmet danê û hê hez kirine.

EZDA DIRBIRÎN


Hevrêya me Ezda li bajarê Kobanê yê welatparêz ji dayik bû, ku bi têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeriyê cihê xwe di dîroka berxwedana gelan de girt. Li nava malbateke welatparêz ku ji nava malbatê tevlîbûn li nava Têkoşîna Azadiyê bû, mezin bû. Ji zarokatiya xwe ve bala wê li ser gerîla bû. Hevrêya me sala 2012'an tevlî nava refên gerîla bû û ji kêliya ku tevlî bû û pê ve bi xurtî beşdar bû. Bala wê ya li ser jiyana gerîla û erdnîgariya Kurdistanê kir ku hevrêya me li Garê, Avaşîn, Zap û Metînayê gerîlatiyê bike. Herî dawî çû herêma Botanê û gerîlatiyeke xurt kir. Her tim sekn û rêbaza şer a Zîlan ji xwe re kir esas, ji aliyê leşkerî ve xwe şareza kir û di şerê dijî dagirkeriyê de bi roleke girîng rabû. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm, ji aliyê hevrêyên xwe hemûyan ve hate hezkirin, bû cihê hurmetê. Bi kedkariya xwe timî li pêş bû. Xeta Gerîlatiya Serketinê ya Modernîteya Demokratîk di şexsê xwe de xiste pratîkê û bi xurtî temsîla kesayetiya milîtan kir.

TOLHILDAN ZEVKÎ

 
Hevrêyê me Tolhildan li Wanê ji dayik bû û li nava malbateke welatparêz mezin bû. Hevrêyê me li nava malbat û derdorekê mezin bû ku ji zarokatiyê ve zexta dewleta Tirk a dagirker li ser hebû. Lewma rûyê rastî yê mêtingeriyê zû nas kir. Li dijî hewldanên dagirkeran ên ji bo serî tewandinê tevlî nava refên gerîla bû û li çiyayên azad ên Kurdistanê têkoşîna xwe meşand. Hevrêyê me di xeta Gerîlayên Modernîteya Demokratîk de zû bû pispor û di asta fermandariyê de bi erka xwe rabû. Hevrêyê me bi têkoşîna xwe ya li Bakurê Kurdistanê derbên giran li dagirkeran xist, bi rûkenî, sekna xwe ya ji dil bê teredût tevlî nava jiyana partiyê bû. Ji bo xwe bi pêş ve bibe timî hewl da. Hevrêyê me ku xwedî sekneke milîtaniya pêşeng bû, wezîfeyên partiyê hemû bêkêmasî bi cih anî û ji bo xewn û xeyalên azadiyê yên gelê me pêk bîne, bêdawî ked da.

MIZGÎN ÇEKDAR

Hevrêya me Mizgîn li nava malbateke welatparêz li Edeneyê ji dayik bû. Zû partî nas kir û li Botanê tevlî nava refên gerîla bû. Ala têkoşînê li ba da û li dijî dagirkeriyê li qada Botanê ku berxwedana dîrokî li dijî dagirkeriyê tê meşandin, bi xurtî gerîlatî kir. Heta roja şehadetê li heman qadê ma û bênavber têkoşiya. Bi îradeyeke xurt di nava şert û mercên herî giran de bû mînak ji hevrêyên xwe re. Bi baldarî nêzî felsefeya Rêbertî bû û di vê mijarê de bi kûrbûneke mezin danheviya xwe hînî hevrêyên xwe kir. Mîna navê xwe her tim bû mizgîniya rêya lê dimeşiya û wê weke lehengeke gelê me her tim di dîroka azadiyê de bê bîranîn û weke mînak bê dîtin.

Di serî de malbatên welatparêz ên hevrêyên me Dîlan, Hebûn, Hêvî, Ezda, Tolhildan û Mizgîn em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku têkoşîna hevrêyên xwe yên leheng bi serketinê tacîdar bikin."