Dîmenên hovitiya Tirk

Artêşa Tirk sibeha 24’ê Tîrmehê Koçer Devrîm (Cûma Îmen) ê ku li qada Melîxa ya Êlkê dîl hate girtin piştî êşkenceyê hate kuştin, ev bi dîmenan hate çespandin.

Hêzên Tirk hewl dide bi gerîlayên ku dîl ketî piştî ku êşkence lê hate kirin bide gotin, ‘teslîm bûme û artêşa Tirk ti neqencî pê nekiriye’ û ev tomar kir. Dema ku gerîlayê dîl ketî dibêje ji sibehê ve lê dixin qeyd tê sekinandin. Li gorî daxuyaniya HPG’ê Cûma Îmen heman rojê tê înfazkirin.

Hêzên Tirk bi pêşengiya kontrayan, bi desteka ÎHA û helîkoptêrên Kobra 23’yê Tîrmehê saet 17.30’an li Êlkê ya ya Şirnexê, li derdora zozanên Faraşînê operasyon dabû destpêkirin. 24’ê Tîrmehê, sibehê li qada Melîxa ya Faraşînê di navbera komeke gerîla û hêzên Tirk de şer dest pê kir.

Fermandarê Komê Tavger û Asmîn piştî ku heta bi guleya dawî şer kirin, ji bo ku dîl nekevin destê hêzên Tirk bombeyên xwe bi xwe de teqandin û şehîd bûn. Egîd, Kemal û Rojhat jî piştî ku demeke dirêj bi hêzên Tirk re şer kirin, bi bombekirinên zêde yên li ser qadê şehîd bûn. Koçer Devrîm (Cûma Îmen /Êlih) jî di nav şer de dîl kete hêzên Tirk.

HPG’ê gotibû ku hatiye înfazkirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 25’ê Îlonê bi daxuyniyeke nivîskî piştî ku ev agahiyên jorê dabûn, derbarê Koçer Devrîm wiha gotibû: ‘’Hevalê me Koçer di nav şer de dîl ketiye destê dijmin, piştre dagirkeran ew înfaz kiriye.’’

Dîlketina wî hatiye qeydkirin

Dîmena ji 33 saniyeyan pêk tê, ya ku gihaştî ber destê ANF’ê daxuyaniya HPG’ê piştrast dike. Di dîmenan de diyar dibe piştî ku Devrîm Koçer sax hatiye girtin êşkence lê hatiye kirin û dixwaze di qeydê de bibêje ku, ‘piştî ku ew dîl bûye neqencî pê nekirine’, piştre bi girtina kamereyan diyar dibe ku hatiye înfazkirin.

Rewşa 33 saniyeyan a di qeydê de

Dîmen, di demeke ne sibehê de (beriya ku roj bihile an jî berêvarî) hatiye kişandin.Devrîm Koçer ji newqê û jor ve tazî ye û li ser piyan e, du endamên şerê taybet ê Tirk bi milê wî girtine. Endamekî şerê taybet ê Tirk kamerayê digire, berpirsê yekîneyê ku pişta wî li kamerayê ye bi bêtêla li dest bi rengekî vekirî  zorê dike ku li xwe mikur were, dixwaze pê ‘berzbûna’ leşkerên Tirk bide gotin. Devrîm Koçer êşkence lê hatiye kirin û ji hal ketiye.

Diyaloga wê kêliyê..

Di vê dîmena kurt de ku diyaloga di navbera berpirsê hêzên Tirk û Devrîm Koçer de, ku heta bi înfaza Koçer dibe wiha ye:

-Berpirsê hêzên Tirk: Tu teslîm bûyî, hih, binere, dewlet, leşkerên dewletê, binere, tu teslîm bûyî lê dîsa jî ziyan dane te?

-Gerîlayê dîl ketî Koçer: Li min dixin..

-Berpirsê hêzên Tirk: Hiş be kuro!

-Gerîlayê ku dîl ketî, Koçer: Li min dixin, ji sibehê ve li min dixin.( Dema ku wiha dibêje endamên şerê taybet ê Tirk ku bi milê wî yê rastê girtî li serê wî dixe)

-Berpirsê hêzên Tirk: (Berê xwe dide kamerayê) bigire vê, bigire..

Kamera tê girtin

Fermandarê hêzên Tirk kamerayê dide girtin. Qeyda 33 saniyeyan wiha ye. Li gorî daxuyaniya HPG’ê, gerîlayê ku dîl ketî Koçer Devrîm, ji bo ku nebû fîguranekî li gorî dilê wan hate înfazkirin.