Hovîtiya ku leşkerên Tirk li goristanan dike naqede

Leşkerên Tirk, "Şehîdgeha Şehîd Hêvîdar û Şehîd Amed" a li Licê xera kirin.

"Şehîdgeha Şehîd Hêvîdar û Şehîd Amed" a li gundê Sîsê yê navçeya Licê ya Amedê, ku gorên gerîlayên HPG'ê lê ne, ji aliyê leşkerên Tirk ên derketin operasyonê ve hate xerakirin. Malbatên ku bi wesîleya Cejna Remezanê çûn goristanê, dîtin ku kevirên goran hatine şikandin û xendek li ser rêya goristanê hatine kolandin. Wekî din, 2 konteynerên li goristanê ku ji bo mêvanan li goristanê bûn, hatin şewitandin.

Malbatan nerazîbûn nîşanî vê barbariyê dan, kevirên goran sererast kirin û piştî ku dua li ser xwendin, ji goristanê çûn.

Ev barbariya dewleta Tirk ne ya yekê ye. Êrîşên xwe yên li dijî goristanan, ku nirxên wijdanî û însanî binpê dike, timî dike.

DI NAVA MEHEKÊ DE GELEK CARAN KIR

Di nava vê mehê de, li herêma Kato ya navçeya Elkê ya Şirnexê, leşker û cerdevanên artêşa Tirk ên di 18'ê Nîsanê de derketin operasyonê, zerar dabûn gorên endamên PKK'ê.

Lİ Zozanê Meydan Kolyayê, dîwarê "Şehîdgeha Şehîd Kûrtay Faraşîn" û xaniyê ji bo ziyaretvanan hatibû amadekirin, bi kepçeyan ji aliyê leşkerên Tirk ve hatibûn xerakirin.