Hişyarî da cerdevanan: Kî êrîşî gerîla bike wê berdêla wê bide

Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Şerîf Goyî hişyarî da cerdevanên ku tevî leşkerên Tirk li dijî gerîla şer dikin û got, "Kî êrîşî gerîlayên Kurd bike, wê berdêla vê bide."

Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Şerîf Goyî got, dewleta Tirk bi rêya sîstema cerdevaniyê polîtîkaya xwe ya kuştina Kurdan bi destê Kurdan didomîne û hişyarî da cerdevanan ku berê çeka xwe nedin gerîlayên Kurd. Goyî bang li cerdevanan kir ku dest ji çekê berdin û got, "Ji xwe bi salan e me cerdevan nedikir hedefa xwe. Yên li dijî me çekê bi kar tînin divê zanibin, ti êrîşa li dijî gerîla wê bê bersiv nemîne. Her kesê êrîşî gerîlayên Kurd bike wê berdêla vê bide."

Şerîf Goyî ji ANF'ê re axivî, polîtîkaya 'Kuştina Kurdan bi destê Kurdan' a dewleta Tirk ku bi rengekî kevneşop didomîne bibîr xist û anî ziman, ev rêbaza ji bo tepisandina raperînên Kurdan hate bikaranîn, ji sala 1985'an û vir ve ji nû ve hatiye zindîkirin. Goyî ragihand, PKK a ku haya wê ji vê yekê heye, ji bo pêşî li vê polîtîkayê bigire gelekî hewl da, demeke dirêj cerdevan nekir hedefa xwe û destnîşan kir, ku dewleta Tirk a bi rêveberiya Erdogan, ev siyaset ji nû ve çalak kiriye.

'LI ŞÛNA LEŞKERAN BERÊ CERDEVANAN DIDIN QADA ŞER'

Goyî got, "Hêzên me li ku derê tevbigere, li şûna leşkeran li cerdevanan rast tên" û diyar kir, ev rewş ji bo Kurdan cihê şermê ye. Goyî wiha dewam kir: "Ev yek tê wê wateyê, ku ji bo pereyan Kurdîtî, rûmet û mirovahiya xwe firotine. Divê cerdevan dernekevin pêşiya hevalên me. Bihêlin bila artêşa Erdogan, leşkerên wî derkeve pêşiya gerîla. Çima Kurd Kurdan bikuje? Hin sercerdevanên ku ji xwe re dibêjin 'axa', ji wan heye ku wê PKK biqede û Erdogan jî xelatê bide wan. Lazim e xwe ji vê rewşa xapandinê rizgar bikin. Tinebûn li aliyekî, eger tevgera me hinekî qels bibe, hedefa destpêkê ya Erdogan wê ev kesên xwe weke 'axa' dibînin, be."

BANG LI TAHIRÊ QERO KIR

Goyî bang li cerdevanan û sercerdevanan kir û ji wan xwest, ku nekevin xefika dewleta Tirk û ji bo rûmeta xwe dest ji cerdevaniyê berdin. Goyî bi taybetî bang li Jîrkiyan û Tahirê Qero kir û got, "Gelo te Ahmedê Qero ji bîr kir? Ahmedê Qero ji aliyê kê ve hate kuştin? Li zozanên meydana Kolya, Ahmedê Qero bi destê kê hate kuştin? Di rewşa heyî de tu wan leşkeran, wan cerdevanan dişîne wan zozanan û qereqolê çêdike. Tu Kato digire, tu çima vê dike? Tu dixwaze tola Ahmedê Qero hilîne? Piştre jî radibe ji me re dibêje 'hûn çi difikirin?' Bi rengekî zelal, tu dijminatiyê li me dike.

BANGA LI HEMÛ CERDEVANAN

Hemû axa, şêx, meleyên beriya vî nifşê dawî li ser navê Kurdîtiyê çend gotin anî ziman, bi darve kirin, kuştin. Ji ber vê yekê, ev tiştê ku hûn dikin li ser navê Kurdîtiyê bêrûmetiyeke mezin e. Me berê jî got. Em naxwazin Kurd bi destê Kurdan bê kuştin. Mesele ne tenê Jîrkî ya jî Tahirê Qero ye. Ev mînakek e. Ez bang li hemû cerdevanan dikim, bi taybetî li cerdevanên li Botanê dikim; Ya ku hûn niha dikin bêrûmetî ye, dijminatî ye, şerm e. Yên dijminatiyê li me dikin divê zanibin, ya ku hûn dikin wê ji we re nemîne. Hûn çi navî li vê dikin bikin, lê belê ji ber tiştên ku hûn îro dikin, sibê li pêşberî gelê Kurd û dîrokê nebêjin 'me şaşitî kir'. Hûn neçar in dest ji cerdevaniyê berdin. Eger Kurd îro nikarin bi rengekî bi şeref û bi rûmet bijîn, ev yek ji ber piyonî û nokeriya ji bo dijmin e. Halbûkî tevî nokeriya hate kirin jî bav û kalên van hemûyan ji aliyê dijmin ve hatin kuştin. Bi vê jî zanin, lê mixabin dîsa jî xwe teslîmî dijmin kirine."

'ERDOGAN NIKARE WE BIPARÊZE'

Goyî destnîşan kir, ku ji roja avabûnê û vir ve PKK li dijî şerê nava Kurdan e û diyar kir, ew ji bo hemû Kurdan şer dikin û mafê wan e ku li bendê bin ji bo Kurd hemû di nava vê têkoşînê de cih bigirin. Goyî ji hemû cerdevanan xwest ku bizanibin, wê rojekê gelê Kurd hesab bipirse û got, "Vegera ji şaşitiyê, kêrhatî ye. Dibe ku berê têkoşînê hê nû dest pê kiribû. Mirovan pê nedizanî. Me ev rewş ji xwe nirxand. Lê belê di roja îro de kes ji gotina 'ez nizanim, haya min ji cîhanê nîne' bawer nake. Têkoşîneke ku 40 salan dewam kiriye, heye. Eger yek rabe bêje 'ez vê fêhm nakim', wê çaxê wî kesî mejiyê xwe teslîmî dijmin kiriye. Êdî rewş mîna berê nîne. Va ye qala Kurdistaneke serbixwe tê kirin. Temam, ev yek ji bo her kesî ye. Kes li dijî vê dernakeve. Bêçaretî nîne. Eger tu illehî nikare bibe PKK'yî wê çaxê partiyên din ên Kurdan hene, xwe li wan bigire. Hinekî li derora xwe binerin, li gundê xwe, li rewşa xwe binerin. Gelo hûn bawer dikin ku Erdogan wê karibe we biparêze? Erdogan nikare xwe biparêze, ma wê we biparêze? Erdogan nikare we biparêze."

'ÊDÎ TEHEMÛLA ME NEMA YE'

Goyî diyar kir, wan ti carî cerdevan nekirine hedef, di vî warî de biryara partiya wan heye, lê belê ew ê il pêşberî yên tevlî operasyonên leşkerên Tirk dibin û li dijî gerîla şer dikin, bêdeng nemînin. Goyî wiha dewam kir: "Hûnê bidin pêş leşkeran, bên hevrêyên me şehîd bixin û em ê jî tiştekî nekin. Gelo ev li kîjan devera cîhanê hatiye dîtin? Êdî tehemûla me ji vê re nema ye. Sebra me êdî fûriya ye. Leşkerên Tirk nikarin werin li Kato, li Herekolê bi cih bibin. Gerîlayên li dijî gerîla şer dikin, di nava xiyaneteke mezin de ne. Li cîhanê, sûcekî ji vê mezintir nîne. Divê tavilê dest ji vê berdin. Ez careke din bang li cerdevanan dikim. Madem dixwazin cerdevaniyê bikin bila malên xwe biparêzin, pereyê xwe bigirin. Ji bo kesên ji cerdevaniyê poşman bûne, deriyê me her tim vekirî ye. Bila bên em baxivin, nîqaş bikin. Em li dijî kuştinê ne, li dijî şerê nava Kurdan e. Em li dijî xiyanetê ne."

'JI DEWLETA TIRK BAWER NEKIN'

Goyî destnîşan kir ku divê cerdevan ji gotina 'Wê PKK biqede' ya dewleta Tirk bawer nekin û bibîr xist, ku PKK tevgereke gel e û got, "Îro gelê Kurd ji bo azadiyê şer dike. Di ti şerî de nehatiye dîtin ku gelekî mezin qediya ye. Lewma PKK û têkoşîna PKK'ê ti carî naqede. Divê hûn zanibin; çi dibe bila bibe hûn Kurd in û wê roj bê ku hûnê hesab bidin gelê Kurd.

Em dixwazin pirsgirêka cerdevanan ne bi şîdetê, lê bi diyalgoê çareser bikin. Di nava Kurdan de ti feydeya şîdetê nîne. Ez dubare dikim; Em li dij in ku Kurd li dijî Kurdan şer bike. Em dixwazin vê meseleyê bi rêya diyalogê, bi rêya nîqaşê çareser bikin. Hêvîdar im wê bersiv ji vê banga me re bê dayin."