Hinek sedemên xwepêşandana xelkê Zaxoyê

Xwepêşandana xelkê Zaxo ya duh di saetên şevê de ji ber siyaseta şaş a PDK’ê ya li herêmê li ser hev kom bûye, pêk hatiye.

Duh di saetên şevê de hejmarek zêde ya xelkê Zaxo ya Başûrê Kurdistanê daketin kolanan û ber bi Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl (Xabûr) ku dikeve navbera Başûrê Kurdistan û Tirkiyeyê ve ketin meşê, di demekê kin de welatiyan deriyê sînor kontrol kirin.

Ji bo belavbûna xwepêşanderan hêzên ewlekariyê ya ser bi Partiya Demokratîk a Kurdisatan (PDK) hatin veguhestina herêmê û mudaxeleyî xwepêşanderan kirin. Hêzên PDK’ê gule li ser çalakvanan reşandin û bi tundî êrîşî xwepêşanderan kirin.

Li ser berdewambûna aloziyan û nebelavbûna gel, hêzên ‘çeteyên Roj’ ên ser bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sewqî herêmê kir û bi tundî mudaxeleyî xwepêşanderan kirin. Di encama êrîşa ‘çeteyên Roj’ de gelek ciwanên Zaxo birîndar bûn. Ciwanên Zaxo jî bi kevir û daran bersiva êrîşan dan, alozî heta direngiya şevê dom kir.

Ji bo carekî din xwepêşandan li herêmê geş nebe, îro Zaxo ji hêzên ewlekariyê hatiye tijekirin û bi hezaran hêzên ewlekariyê li ser rê û kolanan hatine bicihkirin.

HINEK JI SEDEMÊN XWEPÊŞANDANAN

Her çendî hewl bê dayîn ku serî li ser daxwazên xelkê Zaxoyê bê girtin jî, lê li gorî rastî daxwazên xelkê Zaxo ji ya tê nîşandan zêdetir e.

Yek ji sedemê esasî belavbûna vîrûsa Korona ya li Başûrê Kurdistan û dîsa ragihandina qedexeya hatin û çûnê ye. Di çarçoveya tedbîran de Hikûmeta Herêma Kurdistan biryar girt ku wesayîtên barhilgir ên ji Tirkiyeyê tên derbasî Başûrê Kurdistanê dibin, nebin; heman demê wesayît ji Başûr jî neçin Tirkiyeyê. Lê ew biryar nebû sedem ku rêya bazirganî tam qût bibe, li gorî wê, wê wesayîtên barhilgir bar ji Tirkiye bîne, sînor û li wir jî ajokarên Başûr û Iraq bi barên wesayîtên barhilgirt digirtin û dibirin cihê wan. Heman demê li gel vê rê nedihate dayîn ku wesayîtên Iraq û Başûrê Kurdistan biçin Tirkiyeyê, ev jî yek ji nerazîbûnên xelkê herêmê bû. Ji bo vê yekê xwepêşandan destpê kir.

Bazirganî ya li sînorê Xabûr wiha dewam kir heta ku şandeyek ya deriyê sînor ê Tirkiye li gel rayedarên sînor ê Başûr civiyan û şûnde, biryarek hate girtin ku wê wesayîtên barhilgir ên Tirkiye bikarin bikevin Başûr û Iraqê. Lê wê wesayîtên ji Başûr û Iraqê nikaribin biçin Tirkiyeyê. Ev yek jî hêla ku xwediyên wesayîtên barhilgir ên Zaxo û xelkê li ser sînor kar dikirin derkeve holê.

Di gava yekem de ajokarên wesayîtên barhilgir dest bi xwepêşandanê kir, lê dema mirov li girseyê û daxwazan dinêre rewş hê cudatir e. Li gorî vê;

-Nêzî 2 meh zêdetirin dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî êrîşî xaka Başûrê Kurdistan û dîsa devera Zaxo dike. Artêşa Tirk hewl dide Çiyayê Heftanîn ku dikeve navçeya Zaxo dagir bike. Ji ber êrîşên dewleta Tirk bi dehan gundên vê herêmê hatine valakirin û sivîl dibin qûrbaniyên êrîşên Tirkiye ya li herêmê.

-Hikûmeta Herêma Kurdistan a li ber êrîşan ne tenê bêdeng maye, heman demê bi rêya ragihandinê hewl dide êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiye ya li herêmê rewa bide nîşandan. Gel li dijî vê yekê ye, fikarên wan ên mezin ji dagirkeriya Tirk hene.

-Berxwedana û têkoşîna gerîlayan a li Heftanîn û Xantûrê ya li dijî dagirkeriya Tirk gelê Zaxo bi çavê xwe dibîne û şahidiya wê dike, ev jî dihêle ku hêz û moralê bide xelkê deverê ku bikarin li dijî dagirkeriyê rabin û li ber xwe bidin. Gel bi vê xwepêşandanê piştgirî dan berxwedana gerîla.

-Yek ji sedemê din û herî zêde li pêş di nava civakê de derdikeve ew e ku siyaseta birçîkirin û nebûna xizmetgûzarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Başûrê Kurdistanê. Mûçeyên karmendan nîv nîv tê dayîn û dîsa xizmetekî pêwîst nayê kirin.

Dema mirov li van mijarên jor dinêre dibîne ku PDK li herêm û navçeyên Behdînanê siyasetekî şaş dimeşîne. Di gelek daxuyaniyan de serêkê berê yê PDK’ê Mesûd Barzanî ji bo Zaxo digot; ‘Zaxo ruh û dil e’ lê îro gel tev şiyar bûye ne dil û ruhê kesê ye, kê ji bo wan kar û xizmetê bike, biparêz e ji bo wan dil û ruh e.