Hêzên Tirk ên ketin gundê Banikê avahî hilweşandin

Hêzên Tirk ên dagirker ên piştî ketin gundê Banikê yê nêzî Pîrbûla ya Heftanînê hinek malên gundiyan talan kirin û hilweşandin.

Dewleta Tirk a dagirker 21’ê Tebaxê di saetên sibê de ketibûn gundê Banikê û Mînîne ya bajarokê Batûfa, hinek mal hilweşandibûn.

Ji ber êrîşê gundî neçar man ku malê xwe biterikînin. Lê di dîmenên piştî êrîşê yê demek kin ji aliyê gundiyan ve hatin kişandin de, mal hatine talankirin, hinek mal bi temamî hatine hilweşandin û zirar gihiştiye hinek malan.

Roja Şemiyê di saetên sibê de gundî xwestin vegerin mal û ser baxçeyên xwe, lê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin astengkirin. Ji ber vê rageşî derket.

Gundiyan anî ziman ku nizanin bê ka çi li baxçe û lawirên wan hatine ku yekane çavkaniya wan a jiyanê ne, israr kirin ku vegerin malên xwe, lê astengî dewam dike.

Hate ragihandin ku di rewşa heyî de dagirker li qontarên çiya ne, tim bi gerîla re di nava şer de ne. Her wiha hate ragihadin ku ji ber berxwdana gerîla hêzên Tirk nikarin ber bi pêş ve bên.

Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker gundê Ewle yê nêzîkî Banike hatibû valakirin. Gundî niha nerazîbûn nîşanda ku niha dixwazin gundê Banike vala bikin.